Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Qamişlo û Desteya Çandê bi boneya salvegera 10’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê çalakiyeke hunerî li parka 19’ê Tîrmehê ya li Qamişlo ji bo malbatên şehîdan li dar xist.
Di çalakiyê de, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Kêfo Osman axivî û salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê li malbatên şehîdan pîroz kir û şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn. Her wiha Osman spasiya orgenîzerên vê çalakiyê kir.
Di çalakiyê de, hunermend Danîş Botan, muzîkjen Talab El-Nazir, hunermendê ereb Tariq El-Hisên berhemên xwe pêşkêş kirin û sînevizyonek têkildarî şehîdan hate nîşandan.
ANHA/QAMIŞLO