Şoreş û serhildan li Îranê û rojhilatê welat

Seevan SAEED nivîsand —

Sêşem 8 Mijdar 2022 - 01:35

Ev bû qederê du mehan ku li pirraniya bajar û heremên cuda cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê serhildan dewam dike. Slogan a “Jin jiyan azadî” her diçe mezintir dibe û dengê wê bêhtir vedide; ew pir hewartir dibe. Gelên Îranê û bi taybetî gelê Kurdistanê li rojhelat, roj bi roj germtir û çalaktir li meydanan li ber xwe didin. Rejîma Terorist a Komara Îslamî jî roj bi roj zordartir dibe û li hemberî berxwedana gel tund û tûjiyê, şiddetê bi kar tîne. Pirsa min a sereke ew e, ka gelo em dikarin wê bûyera niha li Îranê diqewimê weke şoreş bi nav bikin?

Beriya niha bi çil û sê salan, gelên Îranê li dijî şahê Pehlewî serê xwe hilda. Paşa neçar ma ku ji welêt bireve. Gelên Îranê ji aliyê Xumeynî û deselata mezhebî ya şîatiyê ve hatin xapandin. Zû bi zû firsenda azadî û wekheviyî ya ku weke slogana sereke dihat dîtin, ji aliyê rejîma teze ve hat qedexekirin. Xumeynî fetwaya cîhadê li diji gelê Kurd û tevahiya muxalifên dewletê ragihand. Her wiha, gelên Îranê zû  fêhm kirin ku çi xeletiyeke mezin kirine, gava ku baweriya xwe bi rejîma Îslamî anîne. Çi zilm û neheqiyek li benda wan e. Sedema wê poşmaniya ku gelên Îranê zû bi zû nîşan da ew bû ku; ew bûyera ku qewimî, ne şoreş bû; belkî gohertina zalimekî weke Şah Riza Pehlewî bû, bi zalimekî din î ku ne tac belkî kumê molatiyê li serê xwe kiribû. Ji bo gel, ferqeke cewherî di navbera Şah Riza Pehlewî û Xumeynî de nîne. Şoreş ne tenê ew e ku nav û al û ol û mezheb a xelkê desthilatdar biguhere bi yên din. Şoreş, lazim e ku guhartina zêhniyetê pêk bînê. Bibe sedem ku qîmet û nirxên civakî û insanî yên xelkê werin gouhertin. 

Ji ber vê yekê, îro tirseke mezin heye ku şoreş a “Jin jiyan azadî” li Îranê li ser rêya rast nemeşe û dîsa çend zalim werin ser text û bibin Şah û serdarên xelkê; û dîsa çil û sê salên din lazim bin ji bo guhartina wan jî. Li aliyekî, hem rêxistinên cuda yên li nav Îranê û hem jî pirraniya rexistin û tevgerên Îranî li derve, bi heman eqliyet û zêhniyeta rejîmê tevdigerin; û guhertina rejîmê bi desthilata wan re, ti cara tiştekî baştir nedaye gel. Li aliyê din jî, hem gel û hem jî hinek rêxistinên azad û azadîxwaz; bi taybetî li Kurdistanê, hêdî hêdî û kêm kêm dibin sedema baştirbûn û sererastkirina dîrokê li Îranê. Yanî îro li Îranê û Kurdistanê ji, hem tirsa ji zordariyê û hem jî hêviya ji bo azadiyê weke du balên paralel di nav vê serhildanê de tevdigerin. Bila em li bendê bin û bibînin ka hêzên zordar dikarin bihara gelan dîsa xirab bikin? Yan, gelo hêzên azadîxwaz dikarin azadî, wekhevî û aramiyê ji bo gel bikin diyarî? Hertim lazim e hêvi li ser tirs zal bibe. Bila em li hêviya azadiyê bin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.