Şopdara Cîhan û Nazim e

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 23 Çile 2025 - 02:30

Di gel êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser herêma Bakur û Rohilatê Sûriyê jî, seferberiya ku hat ragihandin, şewqa xwe dide hemû qadên jiyanê. Ji milekî ve gelên herêmê ji bo parastina şoreşa xwe taxên xwe diparêze, ji milekî ve ji bo av, ax û enerjiya xwe nobeta li Bendava Tişrînê didomîne, ji milê din ve jî xebatên çand û hunerê jî di nav de berxwedana gelên herêmê bi şêweyên cûda didome. Emîna Şêx Bekir a 16 salî ji wan jinên ciwan e ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê û dewleta Tirk du caran neçar maye bi tevî malbata xwe koçber bibe. Emîna bi wêneyên ku xêz dike, rastiya şer û berxwedaniya gelan a li hemberî êrîşan nîşan dide.

Emîna di 6 saliya xwe de ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser Kobanê neçarî koçberiyê bû, paşî li gundewarê Serêkaniyê jiyana xwe domand. Di sala 2019’an de carek din dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir, di encam de bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn. Emîna tevî malbata xwe carek din ket rêka koçberiyê û li bajarê Hesekê jiyana xwe domand.

Wêneyên pêşengan çêdike

Emîna Şêx Bekir ku keçek ciwan e, bi pênûs û hastên xwe Şehîd Cîhan Bîlgin û Nazim Daştan xêz kir û got ku “Dixwazim bi hunera xwe bibim şopdara Şehîd Cîhan û Nazim.” Ji ber ku Emîna ji xebatên rojnemegeriyê hez dike û di bin bandora têkoşîn û berxwedana jinên rojnemevan de maye, bêtir wêneyên ku xêz dike li ser şehîdên qada rojnemegeriyê ne. Emîna heya niha 4 wêne xêz kirine. Wêneyê despêkê, yê şehîd Ehmed Nasir ku cihê xwe di ragihandina erka xwe ya parastinê de digirt, gihîşt asta şehadetê ye. Ehmed Nasir êrîşên şaneyên razayî yên li ser zîndana Giwêran a ku çeteyên DAIŞ’ê tê de bûn û berxwedana QSD’ê ya ji bo şikandina armancên çeteyan  dişopand.  Wêneyên din li ser fermandarê giştî yê Hêza Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî, jinên pêşeng, gerîla û herî dawî jî wêneyê şehîd Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan xêz kir.

NÛJINHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.