SOL a Menaf Osman

Rêdûr DÎJLE nivîsand —

Yekşem 21 Mijdar 2021 - 23:31

  • Armanceke çîrokê jî ew e ku jiyan û heqîqetê bide ber lêpirsînê. 

Armanceke çîrokê jî ew e ku jiyan û heqîqetê bide ber lêpirsînê. Di vê lêpirsînê de bi bestika heqîqetê digire, bela xwe di tiştên têkildarî jiyanê dide, ji bo bibe sûretê sir û razên jiyana civakî. Bi vê têkilîpêanînê re jî dibe wesîqe û çirayeke zexm ji bo kêlî û heyamên girîft û derbxwarî. Û ew heqîqeta ji me we ye ne heqîqet e, ji nav lepên bûyer û qewamên şaş xelas dike, wê bi ruh û can dike.

Çîroka “Sol” a nivîskar û têkoşerê dîlgirtî Menaf Osman ê ku tam nîvê temenê wî di girtîgehê de derbas bûye, îşaret bi vê hêla çîrokê dike. Osman, bi ‘Sol’a xwe jî hem bi hikmê pênûsa xwe şahidiyê li serdema xwe dike hem jî ji nava çar dîwarên ku hema bibêje gava mirov serê xwe di paceyên wan ên caxkirî re derdixe, ezman jî ji mirov nayê xuyakirin, ber bi derve ve berxwedanê li wêjeyê bar dike. Dide der ku li vê erdnîgariya ku hema bibêje bihostek jê jî nemaye ku bi ‘postalan’ nehatiye herimandin, ferek sol carinan dibe heqîqet. Carinan bi her awayî rûçikê rastiyê kifş dike, wê ji nav lepên bûyer û qewamên şaş xelas dike, dibe rênûma ji bo heqîqeta welatî, dibe hilgirê heqîqeteke rêwiya dahatûyê… 

Li girtîgehê ku li gorî derve hemû rêgezên jiyanê bermeqlûb in, lehengê me ji betalî ji hal ketiye. Xwe li ser nivînê dirêj dike, guhoka radyoyê dixe guhê xwe. Derziya wê dibe ser SW’ê. Wê kêliyê ji bo wî kew li pelenderê dikevin, Feyrûzê distrê. Ev jê re dibe derman. Bi xwe ve tê. Li ser maseyê hejmara dawî ya kovara “National Geographic” bi ber çavên wî dikeve. Wêneyên di kovarê de wî cardin li wê xweza û wan çiyayên ji dest wî çûne, digerîne. Mijara vê hejmarê Dihê ye. Ji wêneyan yek jê pirr bala wî dikişîne. Çawa çav pê dikeve kizîn ji dilê wî diçe. 

Wêneyê fereke sola Makap. Fereke goşeyên wê perpitî, li ber zinarekî çiyayê Dihê. Ev wêne zimanê wî yê dîtinê xurttir dike. Wê kêliyê wekî ne di zindanê de be, li wan çiya, dol, daristan, gir û newalên ku berê bihost bihost li wan geriyaye, digere. 

Paniya fera sola Makap xwe spartiye kevirekî. Serê wê di erdê de ye. Rengê wê yê zerikî ji ber sal û zemanên tê re derbas bûne, zîviriye rengê qehweyî. Wer xuya ye ji ber baranê hîn biçûktir bûye. Qeytanên wê hê girêdayî ne, û wer xuya ye bêyî îradeya xwedî, ji lingan hatiye derxistin. Dikeve nav gelemşeya pirsan. “Ev fera Makaba ew qasî biçûk a kê bû gelo? A Mizgînê bû gelo, an jî ya Şîlanê?” Kî çi zane belkî ya Agir bû an jî Portetîf Cûma. “Lewre lingên her duyan jî pir biçûk bûn.” Hebe tune be ev ya yekî/ê ji wan e. Lê ya kîjanî? A kê be jî, ferq tê de tune ye, axirê hemû hevalên wî bûn. Lê dîsa jî natebite, meraq dike. “Gelo ev destên gemarî yên kujer, ev sol ji lingê kîjanî ji wan derxistibûn? Ew qas berikên ji wan qovanên vala derketibûn ketibûn canê kîjanî ji wan? Xwîna kîjanî ji wan rijandibûn li ber wî zinarî?”

Berikên li derdora solê dihejmêre. Tam panzdeh heb! “Nexwe panzdeh gule berdabûn laşê Agir!” “Dijminê me jî dev ji vê rêbazê bernade; gava yekî ji me dikuje, li gorî temenê me, serê salekê guleyekê bera laşê me dide.” Oxirê Qoserî tê ber çavên wî. “Pisporekî wan nivîsîbû, ‘bila dua bikin, ev jî ji bo wan destkeftinek e. Berê serê zilamekî berikek bû…” 

Lê dike nake awirên wî ji wêne qut nabin. Kî çi zane belkî hinek berikên din jî li rex çerçoveya wêne hebin! “Min berçavka xwe da ber çavên xwe…” Di nav giha de çav bi qûnka berikek din dikeve. Tenê guroverka paşiya wê xuya dike. “Baxirê wê zeng girtibû, reş bûbû lê dîsa jî mora ‘MKE’ baş xuya dikir li ser.” Difikire, ger şanzdeh gule bin? Himmm. “Wê çaxê ew bedena ku li wir ax ramûsaye, Şîlan e… Ew kulîlk û gihayê ku di wêne de xuya dikirin jî li ser xwîna wê şîn hatine. Serbilindiya wê kulîlkê jî ev texmîna min piştrast dikir. Te digo qey hîna jî ji xwediyê wan malberikan re meydan dixwend!”

* Menaf Osman, Sol, Weşanxaneya Aryen, 2021.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.