Sirra Zagrosan a nivîsandî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 25 Tebax 2022 - 21:03

  • Nivîsa Proto-Elamî û her wiha nivîsa Elamî ya lînear heta roja me ya îro jî ji hev nehatine derxistin. Ji ber vê jî mirov dikare qederê 1600 kevalên bi nivîsa Proto-Elamî weke sirra Zagrosan a nivîsandî bi nav bike.

REWŞAN DENIZ

Hema hema hemwextî nîvîsa pêşî ya tê zanîn a dinyayê li Mezopotamyayê, li cîranê wir, li Zagrosan nivîseke din bi pêş diket. Ev nivîsa bêhtirî 5 hezar salî naşibe ti nivîsên li derdora xwe yên tên nasîn û heta îro jî ji hev nehatine derxistin. Ji vê nivîsê re Proto-Elamî tê gotin. Herçî lêkoler û pisporên Elamiyan û Mezopotamyayê ne, difikirin ku fikra zimanekî nivîsî û nivîsê bi xwe, Elamiyan ji cîranên xwe yên Sumerî wergirtiye, lê nivîseke xwe ya taybet bi pêş xistine. Heta niha ev sîstema nivîsê ji hev nehatiye derxistin lê bi hezaran kevalên kevirî û kîlî yên bi vê nivîsê li ber destan hene. Beriya bi 14-15 salan Zanyarên li Oxfordê bi hezaran kevalên bi vî nivîsê weşandin da ku lêkoler, zanyar û amator li ser kar bikin û belkî karibin nivîsê ji hev derxin.    

Serdema Proto-Elamî bêhtir weke Susa III (Şûş III) jî tê zanîn. Ew tenê serdemeke kronolojîk e di dîroka kevin a Elamê ya serdema Bronzê de ji qederî 3200´ê beriya mîladê heta bi 2700´î beriya mîladê. Piştî mezopotamyayê, weke kevintirîn navendên bajarvaniyê yên dinyayê tên nasîn. 

Herçî nivîsa Proto-Elamî ye, ew beriya bikaranîna nivîsa mîxî ya Elamî hatine bikaranîn.

Welatê Elamiyan li aliyê rojava yê Hîlala Zêrîn e yanî li ser Zagrosan e. Li vî welatî gund beriya mîladê bi bêhtirî 9 hezar salan jkî hatine avakirin. Bajarvaniya mezopotamyayê gava ku sala 3700´î beriya mîladê dide der û teknolojiya nivîsê jî bi pêş dixe, li deverên weke Şûş, Enşanê û Tepe Siyalk ê li welatê Elamê şaristaniyeke nû jî xwe dide der. Li ber destê me bermahiyên kûzikan ji hezarsala 5´an a beriya mîladê hene ku piştrast dikin, Proto-Elamî ji wan hatine. Li Tepe Siyalkê kevalê pêşî hatin dîtin, her wiha formên pêşî yên sembolan û nivîsê jî. 

Nivîseke xas a Zagrosan

Dibe ku hin nîşanên nivîsa Proto-Elamî ji hezar sala 4´an a beriya mîladê mabin û hem di nav şaristaniya Sumerî de û hem jî di nav nivîsa wan de weke hev mabin. Nîşanên nexasim elaqedarî hejmaran û tiştên hatine jimartin - sermeselê kole, jin, cêr… - dişibin hev yan jî weke hev in. Ji bilî van sîstemên nivîsê bi temamî ji hev cihê ne. Awayê nivîsandinê jî cihê ye. Sermeselê, nivîsa mîxî ya proto bi hiyerarşiyên dîtbarî yên weke qutiyan hatiye nivîsandin, nivîsa Proto Elamî bi sîstemeke di nava xetan de hatiye nivîsandin. Di sîstema hejmaran a Proto-Elamî de nîşana hejmarê piştî tişta tê jimartin tê. Hin tişt bi nêşanên dişibin wan bên îfadekirin jî pirraniya wan bi temamî mucerred in.Proto-Elamî ya xas bi deverê ji 3300´î ta 3000´î beriya mîladê hatiye bikaranîn. 

Qederê 1600 kevalan

Elamiya lînear heta hezar salan paşê wê nehata bikaranîn. Lê her du nivîs jî heta roja îro ji hev nehatine derxistin û hîpoteza hebûna peywendiyekê di navbera herduyan de ji spekulasyonekê û wêde neçûye. 

Lêkolînên lihevçûna Proto Elamî û nivîsa Hindûsê hatine kirin, wekî din hin tiştên ku di nivîsa lînear A ya Grîtê û nivîsa Proto-Elamî de hatine kifşkirin. 

Pirraniya kevalên Proto-Elamî li paytexta vê şaristaniyê Şûşê hatine dîtin. Li bajêr qederê 1600 kevalî hatine dîtin. Li Enşanê bêhtirî 30´î, li Tepe Yehya 27, li Tepe Siyalk 22, li Tepe Sofelîn 12, li Ciroft 2, li Uzbakî 1 û li Şehrê Sukteh jî 1 hatine dîtin. 

Hewldanên jihevderxistinê

Sala 2020´an li Zanîngeha Lyonê ya Fransayê, François Desset ê ji Labaratuwarên Lêkolînê yên Archéorient da deşîfrekirineke nivîsa Proto-Elamî pêşniyaz kir û hin metnên Proto-Elamî wergerandin. Lê heta niha ti lêkolîna vê pêşniyazê piştrastn bike nehatiye kirin. Ji ber ku pirraniya nîşanan bi temamî neberçav in û mucered in, maneya wan tenê bi analîzên grafotaktîkî dikare bê deşîfrekirin. 

Tevî ku zimanî Elamî ji bo jihevderxistina nivîsê weke namzet karibe bê hilbijartin jî, ti tişta ku karibe têkiliya di navbera Elamî û nivîsa Proto-Elamî de piştrast bike heta îro nîne. Jixwe, ji ber ku formên destpêkê yên nivîsa Elamî bi temamî îdeografîk bûn, êdî hewla deşîfrekirina vê nivîsê bi rêbazên zimanzaniyê nayê dayîn. 

Dr. Jacob Dahl ê ji  Fakulteya Lêkolînên Rojhiloatî ya Zanîngeha Oxfordê sala 2012´an projeyek ragihand da ku vê nivîsê karibe ji hev derxe. Ji bo vê wî wêneyên bi kalîteya baş ên kevalan girtin û online ew weşandin. Ew hêvî dike ku gava hejmareke zêde ya akademîsyenan û amatoran gava bi hev re li ser deşîfrekirinê bixebitin, ew ê karibin nivîsa Proto-Elamî deşîfre bikin. Axir wî qederê 1600 kevalên Proto Elamî bi vî awayî online weşandin. 


Foto 1 
ALFGRN, Wikimedia Commons // CC BY-SA 2.0

Foto 2
Marie-Lan Nguyen (2009), Wikimedia Commons // CC BY 2.5

Foto 3
Marie-Lan Nguyen (2009), Wikimedia Commons // CC BY 2.5

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.