- Helbestvan û şoreşgerê Kubayî, José Martí ji bo şerê neteweyî yê Kubayê fîgûrekî girîng e. Ew weke pêşengê şerê neteweyî jî tê zanîn. José Martí bi helbest û nivîsên xwe di warê wêjeyî de jî yek ji helbestvanên herî baş ê Emerîkaya Latîn e. Ew li sirgûniyê ji bo welatê xwe rizgar bike her xebitî û nivîsand.
ARDÎN DÎREN
Li vê dinyaya bi destê çavsor û zikreşan hatiye herimandin, zilm û zordariya mêhtingeran bi saya helbestvan û şoreşgeran hatiye zanîn. Berxwedan, şoreş û her wiha nivîsên wan ên ku behsa mêhtingeriyê dikin, di siberojê de bûne bingehê vejîn û şoreşên nû. Nexasim jî helbestvan û hozanên ku ji bo welatê xwe azad bikin şer kirine, tim di bîra xelkê de dimînin û xelk wan weke pêşeng dibîne. Ji lewma êş û serpêhatiyên weletekî di helbestan de kom dibin û bi saya stranan ew tên ziman. Weke nimûne dema xelk li strana bi navê “Guantanamera” guhdarî dikin ew di heman demê de José Martí (Xozê Martî bixwîne) jî bi bîr tînin. José Martí yek ji wan nivîskar û şoreşgerên jêhatî yên Emerîkaya Latîn e.
Helbestvan û şoreşger José Julián Martí Pérez ji bo Kubayê pêşengekî girîng e. Ji bo welatê xwe ji destê mêhtingeran rizgar bibe, ew di 17 saliya xwe de dest bi xebatan dike. Ji ber ku li hember rejîma mêhtinger a Spaniyan radibe, ji welat tê derxistin. Rejîm wî dişîne Spanyayê da ku li Kubayê fikrên dijberî mêhtingeriyê di nav xelkê de belav neke û nebe sedema aloziyan. Ji lewma dema ew şagirt e, dest bi nivîsandina nivîsên dijber dike û rejîmê rexne dike. Rejîm jî ji ber van hêlên wî, tehlûkeya li ser xwe hîs dike û José Martí dişîne sirgûniyê.
‘Zindanên Siyasî yên Kubayê’
Sala 1871’ê ew diçe peytexta mêhtingeran Madrîdê. Bi vî awayî fersenda wî çêdibe ku mêhtingeriyê li cihê esas nas bike û li ser nirxandinên baştir bike. Jixwe, José Martí li vir destevala nasekine û li Zanîngehên Zaragoza û Madrîdê dest bi xwendinê dike. Di warê felsefe, hiqûq û fîlolojiyê de hûr dibe û di van salan de gelek gotarên siyasî jî dinivisîne. Her wiha di heman demê de berhema xwe ya bi navê “El presidio político en Cuba” (Zindanên Siyasî yên Kubayê) dinivîse. Ev berhema wî her çiqas bişibe belavokekê jî, naveroka wê xurt e û behsa serpêhatiyên hepsiyekî siyasî yê 12 salî dike. Lê di warê wêjeyî de jî belavokeke bi tesîr e û di belavokê de behsa şert û mercên xedar ên hepsiyên siyasî dike. Jixwe dema José Martí li Madrîdê li sirgûniyê ye, li welatê wî Kubayê zextên mêhtingeriya Spaniyan her dewam dikin.
Rejîm her wî dersînor dike!
José Martí sala 1874’an ji Madrîdê vediqete û berê xwe dide Emerîkaya Latîn. Li gelek welatên Emerîkaya Latîn digere û rewşa xelkê xwe yê xizan a ku di bin zilma mêhtingeran de dinale ji kûr ve hîs dike. Sala 1878’an ji bo wî efûyek derdikeve û José Martí vedigere Kubayê. Lê rejîm dîsa wî rehet bernade û bi ser wî de diçe. Bi tohmeta ku wî rêxistineke veşartî ava kiriye û dixwaze ji bo rizgariya Kubayê têbikoşe, tê girtin. Piştî çend mehan dîsa tê sirgûnkirin û wî careke din dişînin Madrîdê. Lê ew vê carê li Madrîdê namîne û direve Bakurê Emerîkayê. Li wir weke koçberekî dijî û gelek berhemên xwe li vir dinivisîne. Berhema wî ya bi navê “Ismaelillo” yek ji van berheman e ku ji bo wêjeya Emerîkaya Latîn gelekî girîng e. Her wiha pirtûka wî ya bi navê “Versos Libres” (Risteyên Azad) jî wan salan pirr deng vedide. Li gel nivîsandina helbestan wî kovareke bi navê “La edad de oro” ya ji bo zarokan jî derxistiye. Wî hewl daye bi riya vê kovarê nijadperestî û mêhtingeriyê bi zarokan bide fêmkirin da ku li hemberî van nihêrînan bisekinin. José Martí li Emerîkayê nivîskarên weke Emerson, Walt Xhitman û Mark Twain jî nas dike. José Martí li vir dibe dengê Emerîkaya Latîn û behsa mêhtingeriya li welatê xwe dike.
Mêhtingeriyê dişibîne cinawirekî dirinde
Wî çaxî ji bo Kuba bibe welatekî serbixwe, tevlî gelek konferansan jî dibe û li wir behsa mêhtigeriya Spaniyan û her wiha ya Emerîkayê jî dike. José Martí nirxandineke bi vî rengî dike: “Va ye cinawirekî dirinde dixwaze li parzemîna Emerîkayê xeyala xwe pêk bîne û xelkê bixe bin hikmê xwe. Lê divê ev cinawir were desteserkirin. Beriya her tiştî, divê mirov rastiyê bîne ziman û li hember dijminê hevpar xwe bi rêxistin bike.”
Jixwe piştî van konferansan di sala 1891’ê de li New Yorkê mitîngekê li dar dixe û xelkê Kubayê vedixwîne şerê neteweyî. Di sala 1892’yan de Partiya Şoreşger a Kubayê ava dikin û José Martí dibe serokê partiyê. Bi manîfestoyekê rewşa li Kubayê radixe ber çavan û ji xelkê dixwaze ew tevlî şerê neteweyî bibin.
Li meydana şer tê kuştin
José Martí tevî generalê Partiya Şoreşger a Kubayê Maximo Gomeaz di sala 1895’an de bi awayekî veşartî diçe Kubayê. Jixwe, şer beriya wan dest pê kiribû. José Martí jî li meydana şer li ber xwe dide û di 19’ê Gulana sala 1895’an de tê kuştin. Şerê neteweyî yê ku José Martí û hevalên wî didin destpêkirin, di demeke kin çeperên xwe firehtir dike û vediguhere şerê gelê Kubayê. Çend salan piştre, di sala 1898’an de di navbera Spanya û Emerîkayê de şer diqewime, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê xwe li Kubayê bi cih dikin. Jixwe, heta ku sala 1959’an Fidel Castro û hevalên wî careke din ji José Martí îlhamê digirin û şer didin destpêkirin jî li Kubayê tiştek naqewime.
17 cild helbest û nivîs
Tê gotin beriya ku José Martí biçe tevlî şerê neteweyî yê Kubayê bibe, li malên xwe yên li Meksîka û Guatemalayê gelek helbest, roman, gotar, name û şanoname hiştine. Ev berhemên ku li pey xwe hiştine, bi qasî 17 cild bûne û piştî mirina wî hatine çapkirin. Helbestvanê Nîkaraguayî Rûben Dario ku ew jî yek ji pêşengên helbesta nûjen a Emerîkaya Latîn e, ji bo José Martí digot; “Aqilekî wî yê kozmîk hebû. Ruh û dinyaya ku ji bo insanan dabû avakirin û her wiha çalakiyên wî balkêş bûn. Xeyal û xwestekên wî jî weke jiyana wî bûn, ew jiyana ku bi mirineke weke destanan bi dawî bû. Van hêlên wî kir ku José Martí li Emerîkayê, nexasim jî Emerîkaya Latîn her nemir bimîne.”
Guantanamera
Helbesta José Martí ya bi navê “Guantanamera” yek ji wan helbestên wî yên navdar e ku ji hêla gelek stranbêjên Kubayî ve weke stran hatiye gotin;
Mirovekî rasteqînim ez,
Li welatê palmiyeyan.
Beriya bimirim, dixwazim parve bikim
Ev helbestên ku ji ruhê min diherikin.
Guantanamera! Guajira*!
Guantanamera!
Guantanamera! Guajira!
Guantanamera!
Dixazim bi mirovên xizan ên dinyayê re,
Parve bikim çi tiştên min hebin.
Rûbarên lewaz yên çiyayan
Ji behran bêhtir ez kêfxweş dikim.
Guantanamera! Guajira!
Guantanamera!
Guantanamera! Guajira!
Guantanamera!
* "Guantanamera" bi maneya Jina/Keça ji Guantanamoyê tê bikaranîn. "Guajira" jî hem bi maneya jina gundî ye, hem jî navê stîleke reqsê û muzîkê ye li Kubayê.