Sînemaya Kurdistanî

Nûçeyên Çand/Huner

În 25 Îlon 2020 - 23:00

  • Li gorî derhêner Baroj Akrayî ya rast ew e ku têgeha Sînemaya Kurdistanê bê bikaranîn, ev bê bipêşxistin da ku bigihîje asta cîhanêk, û êş û zarên Kurdistanî ji dinyayê re bibêje.

MEDYA HENAN
ANHA/ŞEHBA

Derhênerê sînemayê û nivîskar Baroj Akrayî dibêje, “Li gel şerên li herêmê, lidarxistina mihrîcanan pirr girîng e. Mihrîcana Lêlûn wekî mûmekê ye ku welat ronî dike û piştrast dike ku jiyan dewam dike û em dijîn, divê cîhan vê yekê bibîne.”
Pêşbirka di navbera derhênerên filmên beşdarî Mihrîcana Lêlûn a Sînemayê ya Navneteweyî bûyî de, dewam dike. Çalakiyên Mîhrîcanê 21`ê Îlonê de dest pê kirin û wê heta 27`ê Îlonê bi pêşandana filmên kin û dirêj, û belgefilman dewam bike.
Em bi derhêner, nivîskar û helbestvanê Kurd û endamê Komîteya Biryardayînê ya Mihrîcana Lêlûn a Sînemayê ya Navneteweyî Baroj Akrayî yê ji Başûrê Kurdistanê re, peyivîn.
Baroj behsa girîngiya lidarxistina mîhrîcanan û çawaniya bipêşxistina sînemaya Kurdistanî û gihandina asta cîhanî kir û got, “Di beşên huner hemûyan de, divê tiştek ji rastiyê hebe. Ji ber wê yekê, navê berhevkirin û berhemdariyê li huner dikin. Di aliyê nivîsê de em dibînin ku gelek nivîskar peyvan li pey hev rêz dikin û pê hestên xwe derdibirrin. Huner bi giştî li dijî şer, koçberî û rûxandinê ye.”
Baroj Akrayî li ser mihrîcanê bi xwe dibêje, “Ji ber şer rûxandin çêdibe. ji ber wê mihrîcan pirr girîng in. Ev Mirîcana Lêlûn wekî mûmeke di şeveke tarî de ye. Çalakî piştrast dike ku jiyan dewam dike, em dijîn û divê tevahiya cîhanê vê bibîne.”

Nabêjin sînemaya Farisî

Akrayî rexne li binavkirina Kurdî jî kir û got, divê derhêner û sînemager sînemaya Kurdî bi pêş bixin û têgeha sînemaya Kurdistanî bi kar bînin: “Divê em têgeha sînemaya Kurdistanî bi kar bînin. Dema em têgeha sînemaya Kurdî bi kar tînin, em zimanê Kurdî teşwîq dikin û ne zimanê Kurdistanê. Em dizanin ku di roja îro de ti kes nabêje sînemaya Îngilizî, lê belê dibêjin sînemaya Emerîka, Brîtanî an Awisturalî. Her wiha nabêjin sînemaya Farisî, dibêjin sînemaya Îranî.”
Baroj Akrayî wiha diyar kir: “Divê sînemaya Kurdistanî bê bipêşxistin da ku bigihîje asta cîhanê û azarên gelê Kurdistanê bibêje.”

Nirxandin hem hêsan e û hem zehmet

Derhênerê Kurd li ser nirxandina filmên beşdarî Mihrîcanê bûne, dibêje, “Nirxandina filman karekî hêsan e û di heman demê de zehmet e. Hêsan e ji ber ku bingeh û avakirina sînemayê ji her kesî ve diyar e, zehmet e ji ber ku her kes xwedî nêrîneke hunerî ya taybet e û li ser wî esasî nirxandinê dike.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.