Silava ciwan li berxwedana gerîla

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 30 Gulan 2022 - 22:42

  • Li Swîsreyê, ji bo xwedîderketina li berxwedana gerîla, ciwanan dest bi Meşa Dirêj kir. 

Li Swîsreyê, ji bo xwedîderketina li berxwedana gerîla, ciwanan dest bi Meşa Dirêj kir. 

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer ji bo silavkirina berxwedana gerîla 3 rojan wê bimeşin. Baskê Meşa Dirêj ê Swîsreyê doh saet di 11:30'î de li Meydana 1'ê Gulanê dest bi meşê kir.

Di meşê de pankartên ji wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan hatin hildan. Ciwanan bi pankarta li ser nivîsandî, "Li dijî xiyanet û dagirkeriyê Werin Cenga Azadiyê" û alên PKK'ê dest bi meşê kir.

Îsmaîl Kardaş li ser navê CDK-S'ê daxuyanî da û got, "Em li ku dibin bila bibin, êm li ber êrişên li dijî Kurdistanê rabin û bi pêşengiya ciwanên me, em ê karibin her tiştî biguherînin."

Yûsûf Amed jî got, "Gerîlayên azadiyê îro ji bo mirovahiyê li çiyê şer dikin, lê belê dagirker çekên kîmyewî bi kar tînin. Hûn ê nikaribin bi vê rêbazê îradeya me bişikînin. Em ê bi gerîla re bin ku ji bo mirovahiyê, jinan, ciwanan, jinên ciwan û tevahiya azadîxwazan şer dikin. Em ji dijminên mirovahiyê re dibêjin; gerîla rûmeta me ye û tolhildan wê her tim soza me be. Kî destê xwe dirêjî xaka me, Rêberê me û îradeya me bike em ê pêşiyê li wan bigirin.

Ne çekên we yên kîmyewî, ne balafirên we ne jî teknîka we nikare îradeya me bişikîne. Weke Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan em ê her tim li qadan bin, çalakiyan li dar bixin. Çalakiyên me heta hilanîna tola gerîla û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me wê her roj dewam bikin."

ANF/SOLOTHURN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.