Şikeft û avşara Mîraşe

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 19 Gulan 2022 - 22:00

  • Em îro jî hinek berê xwe bidin zozanan, zozanekî Serhedê, zozanê ku di dirokê de xwedanê nirxeke giranbiha bû, lê di pêvajoya salan de hatiye jibîrkirin.

Em îro jî hinek berê xwe bidin zozanan, zozanekî Serhedê, zozanê ku di dirokê de xwedanê nirxeke giranbiha bû, lê di pêvajoya salan de hatiye jibîrkirin. Zozanê Mîraşe û Kujê. Mîraşe (Kagnilî) ne tenê navê zozanekî ye, her wiha navê gundekî navçeya Agiriyê Avakevir (Taşliçay) e jî. Ev devera zozanî nêzîkê bajarê binê erdê Meya ye. Gund 25 km. li başûrrojavayê navçeya Avakevir e. 7 kîlometre li rojavayê bajarê binê eredê Meya ye. Bejahiya gund wek zozanê Mîraşê tê nasîn. Peyva Mîraşê ji du peyvan pêk tê „mîr + aş“ yanê aşê mîr. Hin gundiyên hawîrdor jê re Mîrşah û hin jî ji heremê re Kujê dibêjin. Bes navê zozanê vir wek Mîraşe nav û deng daye. Ji ber kulîlk û riwêkên li vê herêmê hişîn dibin, behneke gelek xweş li tevahiya herêmê dihêwire. Li vir şikefteke dîrokî heye, li ser diwarên wê nivîsên mixî yên serdem Xaldiyan /Urartuyan heye. Lê mixabin ku hê nehatine xwendin. Her wiha li ser dîwarê şikeftê şopên kuling, tevşa û bivir hene. Ev jî nîşanê me dide ku beşeke wê şikefteke xwezayî jî be, piraniya wê bi teraştinê hatiye çêkirin. Yê şikeft dîtine, awayê teraştinê dişibînin teraştina bajarê Meya. Ev jî tê wê wateyê ku herdu cigeh di heman serdemê de hatine kolandin. Di navendê de stûneke jî zinarên xwezayî heye, bes beşeke wê ji vir 20 sal berê şikandine. Mixabin ku ta niha ti lêkolîneke zanistî li ser şikeftê pêk nehatiye. Tenê bi hewldanên hin kesayetiya hatiye nasandin. Ne şaredariya Avakevir, ne jî rayedaran hewl dane ku bikanin bi kêmasî bigirin bin parastinê. Anegorî agahiyên gundiyan û agahiyên di hin rojnameyan de derketine, ne agahiyên pisporan e, bi giranî agahiyên çend kesên çûne wir, lê nêrîne û hin wêne wergirtine didin. Yên bixwazin wêneyan bibînin, dikanin li ser googlê di bin navê „Mîraşe Mgarasi“ de lê bigerin û di wêneyan de bi çavê xwe bibînin. Li wê gelek wêneyên nava şikeftê jî hene, mirov dikane mezinahiya wê şikeftê di wêneyan de jî bibîne. Gundîyên Mîraşê radigîhînin ku ew zivistanan 400 peza mêşîn û 100 dewaran têde bi cih dikin. Yanê nava şikeftê ciheke wek saloneke mezin û gelek bilind e. Xwedî hebe, dikane weke salon û cihê çalakiyên çandî jî pêk bîne. Taybetiyeke din jî hima li kêleka şikeftê avşareke (şelale) 25 -30 metre bilind heye, ji ber ku dema av ji jor ve tê, li zinarên weke sewkî li pey hev in, dikeve mirov wer zendike ku senfoniyeke bi aliyê muzîsyenen hosta ve hatiye amadekirin pêşkêş dike. Hem jî aveke sar e. Li dîhar bi qasê 500 metre wê de goleke piçûk heye, avên li zozanan  xwerû avên ji aliyê çiyayê Qendîlê (Qendîla Mîraşê) tê dikeve ser vê golê, ew av jî diherike dikeve ser çemê mûradê. Divê em hinek baweriyên gundiyên herêmê radigîhînin jî, li vir vekin. Hawîrdor bi rikî dibêjin ku yên nexweşiyên wan ê pişik û henase hildanê hebin, dema werin demeke dirêj li vî zozanî bisekinin, ew nexweşiya wan herî kêm nîvanîv xweş dibe. Xwarinê gundiyên herêmê pêşkêşê mêvanan dikin ev in: „Keldoş (Bi dewê çortan rûn û sîrê tê çêkirin), Sîra sêlê, Helîse, girar (bi pung, dew û dan, carnan jî bi kerengan çêdikin). Dema her tişt ji vê zozanî be, bêguman dibe derman. Li hawîrdor gelek şikeftên din jî hene, heta dibêjin yên ji vê mestir jî hene, lê li cihê asê ne, me nekaniye ku em xwe bigîhînin wan. Ev zozanê navdar bi biharê re bi her reng kulîlkan dixemile, ne tenê li dor gol û avşarê, li her derê heta di zemînê şikeftê cihê tav lê dide jî giha û kulîlk hêşin dibin, her wiha kivkarikên herêmê jî xwedan çêştên cûda ne.

Cax, kereng, pîltan, hevliz, sping, tirşo, sîrimên vir jî xwedanê çêştên xwerû ne. Çawa gundî dibêjin bes ev xwezaya taybet li benda ziyareta hemwelatiyê xwe ye.  Dema mirov van taybetî û xweşiyên welêt û bêxwedîtiya wê dibîne, agir bi dilê mirovan dikeve. Mînak; ew şikeft li Ewropayê ba wê hemû hunermendên navdar biçûyana di wê şikeftê de konser bidana. Yan jî bi dehan bernameyên, lêkolînî û danasînî li ser bihata çêkirin. Lê mixabin ku welatê me, berhemê bav û kalên me ye, dagirker derfetên lê xwedî derketinê jî nadin, ew bercîsên xwezayî bi bendewariyeke stûxwar li wir dinale, em evîndarên wê xaka bedew jî li kolanên welatê biyanî dinalin. Hetanê cigeheke din bimînin di nava xweşiyê de. 

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.