Şideta polêsan li dijî biyaniyan

Yekşem 11 Cotmeh 2020 - 23:45

  • Şideta polêsê Elman li NRWʼê kêm nabe û niha guman pirr in ku sedem naziyên di nava rêzistina polês a NRWʼyê de bin

Polêsek li bajarê Mullheim a li eyaleta NRWʼê berê li ser giliyê kesekî girtî, ketibû ber lêpirsînê, lê dozgeriyê bawerî bi gotinên polês anîbû û gotibû, polês şideta zêde bi kar neaniye û wezîfeya xwe kiriye. Kesê giliyê wî kirî gotibû, destê wî hatibû kelemçekirin û bi wî halî polês lê xistiye. Li Krefeldê jî pêr dîmen derketin holê ku nîşan dide polêsek şideteke zêde li dijî yekî Tûnisî bi kar tîne.
Derket holê ku ev polêsê li bajarê Mulheimê yek ji wan serekçeteyên polîsên nijadperest bûye di nava koma chatê ya polêsên nazî de bûye.
Dozgeriya Duisburgê li dijî vî polêsî hîna nû, ji nû ve lêpirsîn da destpêkirin. Ev polêsê behsa wî tê kirin û 39 salî ye. Sedema lêpirsînê jî ne nazîbûna polês e. Lê polêsekî din giliyê wî kiriye ku belesebeb wî li zilamê girêdayî xistiye. Ji ber wê jî doz li dijî polês ji ber birîndakririna mirovekî hatiye vekirin.
Wekî din diyar bûye ku ev polês di nava "Alphateams" a koma chata polêsan a nazî de bûye ku beriya niha ne bi gelekî derketibû holê û ji ber wê 30 polês ketibûn ber lêpirsînê.
Pêr jî li Krefeldê polêsan li gorî îdîayê, ji ber şewitandina avahiya tê de ne, xwest jineke Elman û mêrekî Tûnisî ji avahiyê derêxe. Cîranan dîmen girtibû û tê de xuya dike ku polêseke jin bi kulman li nav ser û guhê zilamê Tûnisî dixe. Lê ev kes di nav lepên du polêsên din de bêtesîrkirî ye. Polês piştî derketina holê ya vê vîdeoya cihê bûyerê, daxuyaniyek da û got, ew "lêpirsînê li dijî wê bûyera dînamîk hatiye destpêkirin".
Piştî ku bi kulman li nav ser û guhê zilam tê xistin, heman polêsa Elman, kaboka xwe datîne ser qirika wî zilamî.
Heta niha dewleta Elman xwe li sûcên wisa yên polêsên xwe kerr û kor dike, lê ka ev dîmenên derketî holê wê zorê lê bike ku polêsê xwe bibe ber dadgeriya xwe yan na, wê van rojên pêşiya me diyar bibe.

KREFELD

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.