Sibe dereng e!

Nûçeyên Çand/Huner

În 11 Tebax 2023 - 05:02

  • Li hember hêza desthelatê tekane rêya Mazlûm sînema ye, sînema dibe dermanê tengaviya wî. Her çiqas ji bo arşîvê bikeve pey çîrokan û bibîne ku li welatê wî çîrokbêj nemane jî, dîsa hewl dide bi qeydkirina çîrokan dakeve. Ji lewma Mazûm baş dizane, “Sibe dereng e!”

ARDÎN DÎREN

 

Mezlûm karakterek e. Di dema şerê Sûrê de hewl dide li Amedê tevî jin û zarokên xwe bijî. Lê ji ber hevalên wî di Şêrê Sûrê de li ber xwe didin û şehîd dikevin xew lê diherimin, roj lê teng dibin û di kolanên asê de weke sergêjan diçe û tê! Hewl dide filmekî çêbike, lê ji ber ev psîkolojiya giran nikare xwe tev bide û her diçe bêhtir tengav dibe. Herî dawî lîstikvanekî ku ji bo filmê xwe peyda dike jî tevlî Şerê Sûrê dibe û şehîd dikeve. Vê carê Mezlûm neçar û bêdengtir dibe. Li bajar difetise û dixwaze bireve gund. Biryar dide ku biçe gund cem dayika xwe ya bi tenê dimîne û film bi vî awayî ji bajêr ber bi serpêhatiyên Mazlûm yên li gund dişemite. Lê herî dawî dîsa bi vegera Mazlûm ya bajêr bi dawî dibe film.

Çi li bajêr û çi jî li gund Mazlûm rehetî nabîne, leşkerên Tirk hem bajar û hem jî gundan dagirkirine û siya wan tim li ser Kurdistanê ye. Di nav vê rewşê de Mazlûm bi pirsgirêkên xwe yên şexsî re mijûl e, hewl dide senaryo binivîse û haziriya filmekî bike. Li hêla din jî malbat û zarok hene ku têkiliya wî bi wan re qut bûye. Rewşa Mazlûm tê de bi her awayî rewşeke kafkaeskî ye, ew bêzar û tengezar e. Otorîteye desthelatê ya li bajêr û welatê wî rê nade Mazlûm ku bi awayekî azad bifikire û bijî. Li hember vê hêza desthelatê tekane rêya Mazlûm sînema ye, sînema dibe dermanê tengaviya wî. Her çiqas ji bo arşîvê bikeve pey çîrokan û bibîne ku li welatê wî çîrokbêj nemane jî, dîsa hewl dide bi qeydkirina çîrokan dakeve. Tiştê ku ber dilê wî hênik dike û birîna wî dikewîne ev hewldan e.

 

Çîrokbêjên dawî yên di nav kavilan de

Çîrokbêj neman, ev zemanê bêbext ê nûjen tevî deshilata qirker çîrokbêjan jî ji holê rakir. Siberojeke bê çîrok ya ji dengê rabuhiriyê dûr li benda me ye. Çîrokbêjên heyî li gundan bûn, dema gund jî hatin şewitandin an jî gulebarankirin êdî çîrokbêjên heyî jî koç kirin bajaran û çîrokên me Kurdan wêran bûn. Êdî nema kes li kesî guhdar dike û ji xwe dilê vî wextê bi lez û bez yê kambax jî zû bi zû nahêle kes li kesî guhdar bike. Ji lewma çîrokbêjên dawî yên di nav kavilên gundan de mane weke dengê rabuhiriyê yên dawî ji bo miletekî bindest girîng in û divê mirov qet bi derengî nexe, hema îro ango vê saetê rabe here li wan guhdar bike û gotinên wan qeyd bike. Heger ev jî herin ji destê me, siberojeke pûç û vala ya ji serpêhatiyên rubuhiriyê re kerr û lal dimîne di destê me de!

 

Sibe dereng e, aniha divê em aniha herin

Çima vê yekê dibêjim? Filma Mazlûm Demir ya bi navê “Sibe Dereng e” kir ez van gotinan bibêjim. Dema ew di film de hewl dide bikeve pey çîrokbêjan, dibîne ku çîrokbêjên heyî yên dawî ya di ber sikratan de ne, ya hişê xwe xwarinê û yan jî mirine! Ji ber vê yekê dema hevalê Mazlûm Demîr (derhêner di heman demê lîstikvanê sereke ye jî) yê şofêr jê re dibêje, “Em sibê herin wî gundî.” Mazlûm dizane sibe gelek dereng e û bi vî awayî dibersivîne; “Sibe dereng e keko, aniha divê em aniha herin…” Heger ew heman rojê neçin wî gundî xwedê dizane dê çîrokbêjê dîtine jî ji dest here!

 

Zemanê nûjen çîrokbêjiyê kuşt

Walter Benjamîn jî di vî warî de bi têgeha “Vebêjê Çîrokan” bîra vê meseleyê dibir û digot; “Di vî zemanê nûjen de ti hikmê çîrok, çîrokbêj û her wiha guhdarên çîrokan nema ye!”. Walter Benjamîn çîrokan ji bo insanan weke amûreke azadiyê didît û digot ku di zemanên nûjen de nema kes serboriyên xwe parve dikin, ji lewma jî çîrokbêjî miriye ango ji holê rabûye. Heger em meseleyê bînin ser Kurdan, ê me ji xeynî çîrokên me ti tiştî me tine ye. Tiştê heyî jî bi çanda devkî bi gewde bûye û îro heger ev rêûresm ji holê rabe (roj bi roj radibe jî) em ê di nav kavilan de her tim şînê bigirin ji rabuhiriya xwe re, bêyî ku em ji rabuhiriya xwe têbgihîjin û hîs bikin.

 

‘Tê rojekê jî venegerînî ji zeman!’

Wextê nûjen yê ku bi lez û bez derbas dibe û Mazlûmî nikare ew zeft bike, tenê ne çîrok û çîrokbêjan her wiha gelek tiştên din jî bi xwe re dibe. Ji lewma jî yek ji detayên herî girîng û girêdayî tevna filmî sekinandina saetan ya bi destê Mazlûmî ye! Mazlûm saeta malê disekinîne û derengiya xwe -belkî jî ya neteweya xwe- ya ji bo zeman û her wiha gelek tiştên din bi metaforekê nîşan dide. Paşê dê ew saet dîsa bi destê Mazlûmî biherike, lê ji bo biherike divê Mazlûm bi rastiyekê re rû bi rû bimîne. Dema min li vî dîmenî nihêrî, ev hevokên Arjen Arî hatin bîra min;

“li xwe vegerî, pelên katjimêrê bidî hev 

deh cild roj, deh cild şev dê bêne ser hev! 

li şûna temenekê tu ê çi bikî ji tomarek pel? 

rûnî bisojîni wan yeko yeko 

tû ê temenê min û xwe bisotînî, 

tê rojekê jî venegerînî ji zeman!”

Serpêhatiya Rûstem…

Ji bo Mazlûm dizane dê nikaribe rojekê jî ji zeman vegerîne dibêje, “Sibe dereng e!” û dikeve pey çîrokbêjan da ku dengê rabuhiriya xelkê xwe bike arşîv. Mazlûm di dawiyê de ji gund vedigere malê ango bajêr. Lê vegara wî ya bajêr guherînekê jî pê re çêdike. Bêhna wî Mazlûmê ku berê li bajêr difetisî hatiye ber wî. Dîmenên dawî yên bi zarokên wî re û gotina Mazlûm ya ji bo keça wî ku dibêje, “Ez ê behsa çîroka Rûstem bikim îro ji te re.” yek ji wan surprîzên dawî yê filmên hevgirtî ye. Ez ê zêde behsa dawiya filmî nekim û vî tiştî bihêlim ji temaşevan re. Tenê bibêjim ku dawiyeke xweş ya filmî heye.

Filma “Sibe Dereng e” yekem filmê metrajedirêj yê Mazlûm Demîr e. Niha hewl dide filmên xwe bişîne festîvalan û li festîvalan bide nîşandan. Sibe Dereng e, li gel şer û pêvçûnên şerê bajaran, tengezariya karakterekî bi çend hêlan nîşan dide. Ji xwe serpêhatiyên Mazlûm jî bi heman şerî û pêvçûnan ve girêdayî ne. Ma mirov dikare li welatekî mêhtingehkirî jiyana herî ji rêzê ya insanekî jî bêyî sedemên polîtîk binirxîne an jî şirove bike?  Heger we rojekê derfet dît li filma “Sibe Dereng e” ya Mazlûm Demîr temaşe bikin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.