Seydvanê kilaman Sayat Nova

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 27 Nîsan 2023 - 05:02

  • Helbestkar û muzîkjenê navdar Sayat Nova hingî ji kilaman hez dikir, weke gerokekî bi pey wan diket. Ji lewma jî wî navê xwe kir “seydvanê kilaman” û gelek helbestên bi tîn hiştin li pey xwe. Bi saya wergerên Fêrîkê Ûsiv, dengbêjên Kurd jî li Radyoya Êrîvanê helbestên Sayat Nova weke kilam gotin.

ARDÎN DÎREN

 

Sayat Nova yan jî bi navê xwe yê din Harutyun Sayatyan yek ji helbestvan û hozanê Qafqasan ê herî mezin û girîng e. Wî navê Sayat Nova ji bo ku bikeve korporasyona (lonca) hozanan li xwe kir. Bi telefuza Ermenkî ya peyva Erebî “Seyyad” (Nêçîrvan) maneya navê wî “seydvanê/nêçîrvanê kilaman” e. Bingehê navê wî ji peyva “sayyad-î nava” tê ku îşaret bi xurtbûna nivîsandina helbestê dike. Bi Ermenkî jî esas weke Mîrê Kilaman hatiye fêhmkirin. 

Sayat Nova ne tenê hozan û helbestvan bû, ew di heman demê de hostekarekî kemaçê jî bû. Ew sala 1712’an de li paytexta Gurcistanê Tiflîsê hatiye dinyayê. Malbata wî ji Helebê ber bi Adanayê û ji wir jî ber Kafkasyayê ve koç dike. Bavê wî Karapet, Ermen e. Ji xwe Sayat Nova jî weke hozan û derwêşekî Ermen tê nasîn li dinyayê. Sayat Nova di gelek warên hunerî de afirîner bû. Wî gelek helbest nivîsandin û her wiha tembûrjenekî jêhatî bû. Wî pirr baş li kemançeyê jî dida. Nexasim jî amûra muzîkê ya Gurciyan a bi navê “Çangurî” li ber dilê wî şîrîn bû. Helbestên xwe bi  Ermenkî, Farisî, Gurcî û Azerî dinivîsîn. 

Sayat Nova destpêkê li qesra Qralê Gurcistanê Heraklesê Duyem tê peywirdarkirin. Li wir weke dîplomatekî kar dike û dixebite. Di van salan de repertûareke fireh û dewlemend hazir dike. Li gorî gotinan, piştî ku dil berdide keça melik, ji qesrê tê qewirandin. Piştî ew bê kar dimîne, weke gerokan ji xwe re digere. Li gelek deveran stranan dibêje û li kemançeyê dide. Jixwe, ji ber vê ew weke “aşiqekî” gelêrî jî tê dîtin. Bi vî awayî debara xwe dike. Demeke dirêj weke derwêşekî dijî. Di vê navberê de gelek stranan çêdike û helbestan jî dinivîse. Sala 1768’an li Keşîşxaneya Hagpat weke keşeyekî dest bi kar dike. Keşîşxaneya Hagpat yek ji wan keşîşxaneyên ji Serdema Navîn ên li Ermenistanê bûye. Dema ew li keşîşxaneyê dixebite jî dev ji Tiflîsê bernade û carna diçe welatê xwe. Heta ku Şahê Îranê Muhemed Xan êrişê dibe ser Keşîşxaneya Hagpatê jî ew li wir dixebite. Ew li vir dizewice û 4 zarokên wî jî çêdibin. 

Şah fermana kuştina wî dide!

Dema Muhemed Xan Keşîşxaneya Haghpatê dagir dike ji Sayat Nova re dibêje, divê tu dev ji Xiristiyaniyê berdî û dînê Îslamê qebûl bikî. Lê Sayat Nova, ev daxwaza wî qebûl nekir û jê re got, “ez ê weke Xiristiyanekî bimînim.” 

Sayat Nova misilmanbûn weke bişaftinê dinirxand û digot, “heger ez Îslamiyetê qebûl bikim, di heman demê de ez ê bibim ´Tirk´!” Li ser vê helwêsta wî Şahê Îranê fermana kuştina wî da û ew tê kuştin. Sayat Nova, sala 1795’an yanî dema 83 saliye tê îdamkirin û niha gora wî li “Dêra Jorjê Xas” ya li Tiflîsê ye. Her wiha li Êrîvanê jî li ser navê wî abîdeyek hatiye çêkirin. Sayat Nova hem li Ermenistanê û hem jî li Gurcistanê weke helbestvanekî neteweyî tê qebûlkirin. 

 

220 helbestên wî heta îro hatine

Sayat Nova di temênê xwe yê dirêj de gelek helbest nivîsandine lê tenê 220 helbestên wî hatine parastin û heta îro hatine. Ji van helbestan 117 bi zimanê Azerî, 72 helbest bi zimanê Ermenkî û 32 helbest jî bi zimanê Gurcî hatine nivîsandin. Yanî ew hozanekî pirrziman e jî di heman demê de. Di dema Sayat Nova de nivîsandina notayên muzîkê ewqasî hêsan nîn bû û kes bi vî karî re mijûl nedibû. Ji lewma jî heta ku helbestên wî weke nota hatin hazirkirin, bi awayekî devkî di nav xelkê de hatin gotin û winda nebûn. Lêkolerên Ermen li mîrateya wî xwedî derketin û berhemên wî berhev kirin. Lê kurê Sayat Nova jî hê hingê gelek berhemên bavê xwe parastine û nehiştine ew ji bîr bibin. 

 

Ermenan stranên wî parastin

Helbestên wî li gelek zimanan hatine wergerandin û stranbêjan helbestên wî weke stran gotine. Sayat Nova her çiqas weke keşîşekî hatibe nasîn jî helbestên wî romantîk û sekûler in. Ji helbestên wî bêhna romantîzmê difûre. Wî bêhtir bi şêwaza “xezel” helbestên xwe nivîsandine û di risteyên dawî yên helbestan de navê xwe bi kar aniye. Helbestên wî bi saya muzîkjenên Ermen hatine parastin û bi nota hatine qeydkirin. Wekî din ji bo ew neyê jibîrkirin, di sala 1962’an de dewleta Sovyetê resmê wî li ser pûlên postayê jî da çapkirin.

 

Fêrîkê Ûsiv ew bi Kurmancan da nasîn

 

Dema ku helbestvan Fêrîkê Ûsiv ji Radyoya Êrîvanê vediqete, sala 1963’an pirr hêrs dibe û helbestên xwe hemûyan dişewitîne. Tê gotin ku gazinan dike û dibêje, “Ez ji bo kî dinivîsim!” Lê li pey vê bûyerê, xezûrê wî lêkolerê Kurd Heciyê Cindî wî teşwîqî helbestê dike dîsa. Jê dixwaze ew helbestên Sayat Nova wergerîne Kurmancî. Her wiha ji bo salvegera mirina Sayat Nova ya 250’yan jî pêşbirkeke wergera helbestên wî tê lidarxistin. Fêrîk bi wergerên xwe tevlî pêşbirkê dibe û dibe sêyem. Her wiha ew helbesta bi navê “Tu ji hingê de aqilbend î” ya Sayat Nova jî bi Kurmancî jiber dixwîne. Kesên guhdariya helbestê dikin, pirr ji hestên Fêrîk hez dikin û wî pîroz dikin. Tê gotin, dîrokzanê Ermen, Morus Hasratyan jî di merasîmê de li Fêrîk guhdarî kiriye û jê re gotiye; “Te bi hostetiyeke mezin helbestên Sayat Nova wergerandiye, ev ne karekî hêsan e.” Fêrîk jî wiha lê vegerandiye: “Helbestên Sayat Nova ne dûrî ruhê me ne. Ji ber vê yekê dikarim bi rehetî wan wergerînim.” Ji ber ku helbestên Sayat Nova jiber dixwîne, hunermendê Ermen, Avêt Avêtisyan jî wî pîroz dike û bi vê yekê kêfxweş dibe.

 

Dengbêjên Kurd helbestên wî dikin stran

Heciyê Cindî û Fêrîkî Ûsiv bi hev re berhevokeke helbestên Sayat Nova bi Kurmancî hazir dikin û sala 1963’an çap dikin. Fêrîkê Ûsiv gelek ji van helbestên ku werdigerîne Kurmancî, ji rojnameya “Ria Teze” û “Radyoya Êrîvanê” re dişîne. Dengbêj û stranbêjê Radyoya Êrîvanê helbestên Sayat Nova distrên. Strana “Xerîb Bilbil” ya ku Sûsika Simo dibêje, yek ji van helbestên wî ye. Her wiha stranên weke “Kemençe” û “Hetanî Hebîn” ên ku stranbêja Kurd Eslîka Qadir jî dibêje, dîsa ji wê berhevoka ku Heciyê Cindî û Fêrîkê Ûsiv weşandine, hatine girtin.

 

Rengê Hinarê ji bo Sayat Nova

 

Derhênerê Ermen ên Gurcistanê Sergeî Parajanov derbarê Sayat Nova de sala 1969’an de filmekî bi navê “The color of pomegranates” (Rengê hinarê) çêkir. Parajanov di filma xwe de dûrî xeteke kronolojîk ya jiyana Sayat Nova, bi awayekî helbestkarane filmekî dihûne. Filmê xwe bi awayekî çend beşan vediqetîne û hewl dide di van beşan de zaroktî, ciwantî û kamilbûna helbestvanê nemir Sayat Nova bîne ziman. Filmê “Rengê hinarê” bi şêwaz û vegotina xwe filmekî şoreşger e û zorê dide qalibên heyî yên sînemayê. Film demeke dirêj ji hêla dewleta Sovyetê ve tê sansurkirin û nahêlin film were nîşandan. Lijneya sansurê Sergeî Parajanov sûcdar dike û dibêje, wî bi awayekî stîlîst jiyana Sayat Nova şirove kiriye û şêwaza wî ya helbestî qebûl nekirin. Herî dawî film bi pevxistinên li gorî dilê Sovyetê li Ermenistanê hate nîşandan. Film di sala 2014’an de jî bi awayekî restorekirî û nêzî halê resen li Festîvala Filman a Cannesê hate nîşandan. 

 

 

 

 

Xerîb bilbil

 

Tu ji ku têy xerîb bilbil,

Were megrî, w´ez ê bigrîm,

Gulê tu biger, w´ez gulazer,

Were megrî, w´ez ê bigrîm.

Xerîb bilbil, qe nebêje,

Çiyayê te li bira şên be,

Gulê te sor, w´ez gulazer,

Were megrî, w´ez ê bigrîm.

Xerîb bilbil, qe nebêje,

W´ez tu bişewitin, hale kê da,

Seyad Nova, we gozal im,

Were megrî, w´ez ê bigrîm.

 

Çavkanî

* Frîda Hecî Cewarî-Ji rûpelên jiyana Fêrîkê Ûsiv-https://www.amidakurd.net//ku/nuce/ji_rûpelên_jiyana_fêrîkê_ûsif

* Kamyar Jarahzadeh-The Bard of the Caucasus: Armenian, Azeri, and Georgian Legacies of Sayat Nova

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.