Şewitandina cenazeyan hovîtî ye

În 18 Mijdar 2022 - 03:23

BIRWA ESHED/ROJNEWS/SILÊMANÎ

 

Li gorî dîmenên hatine belavkirin, Artêşa Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Girê Cûda ji bo ku rastiyê ji raya giştî veşêre, cenazeyên leşkerên xwe dişewitîne. Endamê Lijneya Fetwayê ya Silêmaniyê, Mamoste Eta Pênciwînî got, di warê olî de şewitandina cenazeyan nayê qebûlkirin.

Mamoste Eta Pênciwînî li ser mijarê axivî: “Xwedayê mezin jiyan ji bo hemû gel, mirov û neteweyan bexşandiye. Di ola pîroz a Îslamê de dijîkirina her neteweyê karekî qirêj e. Bi giştî mirovatî di bin çi navî de be, çi Misilman be çi jî kafir be rêz lê hatiye girtin. Xwedayê mezin rêz li her gel û neteweyî girtiye.”

Mamoste Eta Pênciwînî li ser miajrê wiha dewam kir: “Xwedayê mezin ferman dide ku kî kesekî/ê bi awayekî nerawa bikuje, weke ku hemû mirovatî kuştibe. Heger jiyana kesekê/î rizgar bike, weke ku jiyana mirovahiyê hemûyî rizgar kiribe. Heger bijî yan jî mirî be, divê rêz li mirov were girtin. Di dîroka pêxemberê Îslamê de qet pêxember goristana kafiran yan jî cenazeyê kafiran neşewitandiye. Pêxemberê Îslamê heta nefret li wan kesan kiriye, heger cenaze parçe kiribin û şewitandibin.”

Endamê Lijneya Fetwayê ya Silêmaniyê Mamoste Eta Pênciwînî diyar kir ku şewitandin û parçekirina cenaze karekî qirêj e, heger yên leşkerê wan bi xwe jî yan jî yên neteweyeke din a li beramber be jî: “Di şerê Bedir de Pêxember cenazeyê kafiran dipêça û dispart xakê jî.”

 

Em dagirkeriyê naxwazin 

 

Fermandarekî Hêzên Heşdî Şebî ku ji bo ewlekariyê naxwaze navê xwe eşkere bike, destnîşan dike ku ew amade ne xaka Iraqê ji êrişên Tirkiyê biparêzin û hêzên Tirk ji axa Iraqê derxînin. Fermandar diyar dike ku ji bo vê yekê jî divê hikûmeta Iraqê vê yekê erê bike, ew ê hesab ji dagirkeran bixwazin. 

Parlementerê Iraqî Tayir Mexeyf jî qala dagirkeriya Tirk dike û destnîşan dike ku ji bo ewlehiya herêmê dagirkeriya Tirk gef e. Ew dibêje, dewleta Tirk çend sal in li nava xaka Iraqê êrişan dike, ev yek jî dibe sedema koçberbûna xelkê herêmê, ziyanên mezin digihîjin bax û baxçeyên herêmê.

 

 

Lêpirsîna çêkên kîmyeyî 

 

Parlamenterê Hevpeymana Fetih, Refîq Salihî  diyar dike ku parlamena Iraqê ji bo lêkolîna bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li dijî gerîlayên azadiyê, lijneyeke taybet ava kiriye û lijne wê biçe cihên operasyonê û belgeyan kom bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.