Şêwekareke serdema zêrîn

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 24 Adar 2021 - 00:25

  • Piştî mirina wê, hunerê wê ji nû ve hat kişfkirin û Elin Danielson weke yekê ji hunermendên sereke yên "Serdema Zêrîn a hunerê Fînlandî" hat qebûlkirin. Sedem jî ew e ku mijarên hingê kêm di huner de dihatin dîtin, wê didîtin.

REWŞAN DENIZ

Hunermendên jin bi sedsalan piştî hunermendên mêr karîbûn derfetên perwerdeyê û derfetên nîşandana berhemên xwe bibînin; keysa wan dereng li vê meydanê hat. Li Fînlandiyayê ji nifşê pêşî yê şêwekarên perwerdebûyî yên jin re dibêjin xwişkên şêwekar. Yek ji van xwişkan, Elin Danielson-Gambogi ye. Wêneyên wê yên naturalîst û realîst, nexasim jî bi mijarên xwe, piştî mirina wê, ji nû ve hatin kişfkirin û ew bû yek ji hunermendên "serdema zêrîn" a hunerê Fînlandiyayê.

Elin Danielson-Gambogi şêwekareke dawiya sedsaal 19´an û destpêka sedsala 20´an a Fînlandî ye. Ew sala 1861´ê hatiye dinyayê, bi navê xwe yê hingê Elin Kleopatra Danielson e. Wê dê şeva sersalê ya sala 1919´an li Îtalyayê wefat bikira, lê beriya hingê, wê dinyayek bi naturalîzm û realîzma xwe ya şêwekarî afirand.  

Elin Kleopatra Danielson-Gambogi herî zêde bi berhemên xwe yên realîst û portreyên xwe hat nasîn. Ew ji nifşê pêşî yê şêwekarên jin ên Fînlandî bû ku di warê pîşeyî de perwerde bû. Ji vê nifşê re dibêjin, "xwişkên şêwekar". Yek ji wan xwişkan a navdar Helene Schjerfbeck (1862–1946) bû. 

Elin Danielson li gundê bi navê Noormarkku yê nêzî bajarê Pori hat dinê, lê li Ilmajoki mezin bû. Ji ber ku bavê wê hingê li wir xwe li cotkariyê ceribandibû. Xelaya Fînlandayê ya salên 1866–1868´an kir ku ev hewldana wî bişike. Wî ji neçarî gundikê xwe firot û paşê jî bi sîlehê xwe kuşt. Dayika wê Rosa, ji ber vê bûyerê vegeriya gundê xwe Noormarkku û pê re du keçên wê hebûn. 

Wê li dibistan û akademiyan huner xwend

Elin Danielson gava dibe 15 salî, ji gund berê xwe dide paytext Helsînkiyê û li wir li Akademiya Hunerên Bedew dest bi xwendinê dike. Ew li ber destê Carl Eneas Sjöstrand û Hjalmar Munsterhjelm perwerde dibe. Sala 1878´an, Elin Danielson li ber destê Adolf von Becker jî dixwîne. 

Sala 1883´yan Elin Danielson diçe Parîsê û li Académie Colarossi li ber destê Gustave Courtois dixwîne. Heman salê havînê li Ingilistanê wêneyan xêz dike û direngîne. Piştî ku ev pêvajo wê dike hostekar, ew vedigere gundê xwe Noormarkku û bajarê Pori. Li wir bi xizmên xwe re dimîne. Wê sala 1888´an li Noormarkkuyê atolyeya xwe vekir. Wê di salên 1880´yî û 1890´î de li gelek dibistanan jî mamostetiya huner kir li Fînlandayê. 

Bi bursekê berê wê ket Îtalyayê

Wê sala 1895´an bursek wergirt û karî xewna xwe pêk bîne. Wê karî bi vê bursê biçe Îtalyayê û li Floransayê bi cih bibe. Piştî vê yekê bi salekê, ew biryarê dide mala xwe bar bike Îtalyayê. Elin danielson li gundê Antignano yê li Livornoyê bi cih dibe. Li wir ew şêwekarekî Îtalî yê 13 salan jê ciwantir, nas dike. Navê wî Raffaello Gambogi bû. Ew bi hev re dixebitin û sala 1898´an ew bi hev re dizewicin. Wan bi hev re pêşangeh vekirin, li Parîs, Floransa, Mîlano û gelek bajarên Fînlandayê. 
Di saxiya xwe de jî serketî bû

Ji ber berhemên xwe û hunerê xwe yê serketî, ew hat xelatkirin jî. Bajarê Mîlanoyê xelata huner a bajêr da wê. Berhemên wê û hevjînê jî di fuara mezin a cîhanî ya li Parîsê ya sala 1900´î de cihê xwe girtin. Salekê paşê, sala 1901´ê li Fînlandayê di pêşbirka hunerî ya şêwekariyê de wê xelata duyemîniyê wergirt. Ev xelateke dewletê bû û jixwe dewleta Fînlandî pêşbirk organîze dikir. Melikê Îtalyayê Umberto jî berhemeke wê  kirrî. Piştî mirina wê jî berhemên wê di pêşangeha "Jinên li Parîsê ji 1850-1900´ê" de cihê xwe girtin.

Lê gava mêrê wê çav berda hevala wê ya Fînlandî, Dora Wahlroos, ew gelekî êşiya û ji bo demekê vegeriya Fînlandayê. Lê belê sala 1903´yan li Îtalyayê û mala xwe vegeriya. Di dema Şerê Cîhanê yê Yekê de têkiliya wê bi temamî ji malbata wê ya li Fînlandayê qut bû. Sala 1919´an ji ber ku bi bronşîteke giran ket, wê 31´ê Kanûnê wefat kir. 

Hunermenda "Serdema Zêrîn"

Piştî mirina wê, welatê wê Fînlandayê ew ji bîr kir, lê hunerê wê paşê ji nû ve hat kişfkirin, û Elin Danielson weke yekê ji hunermendên sereke yên "Serdema Zêrîn a hunerê Fînlandî" hat qebûlkirin. Gelekî muhtemel e ku sedem jî ew e ku mijarên hingê kêm di huner de dihatin dîtin, wê didîtin. Weke nimûne em dikarin behsa resma wê ya bi navê dayik bikin. Tê de ew jinekê xêz dike ku pitika xwe şîr dide. Ji bo vê resmê xwişka wê poz dide. Ev wêne wê 1893´yan rengandiye. Yan jî ew berhema bi navê piştî taştê: Jineke ciwan piştî taştê ya li ber sifra nedayîhev xwe rehet dike û çixarê dikişîne. Ev berhem 1890´î hatiye xêzkirin. Wekî din jî di berhemên wê de em herî zêde jinan di halên wan ên xwezayî de dibînin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.