Şeva çanda Kurdî li Hanau

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 14 Îlon 2021 - 01:56

Bildungsinitiative Ferhat Unvar (Înîsiyatîfa Perwerdeyê ya Ferhat Unvar) li bajarê Elmanyayê Hanauyê rêzeçalakiyên şevên çandê dane destpêkirin. Şeva Çandê ya diduyê li ser çanda Kurdî bû. Di vê şeva çandê de muzîkjenên Kurd Mikaîl Aslan û Cemîl Qoçgirî bi Mikail Aslan Ensemble pêr êvarê li Ellis Café ya li kevna dêra Johannis bi du beşan stranên bi Kirmanckî û Kurmancî gotin.   

Ji rojnameya me Luqman Guldivê jî li ser çand û muzîka Kurdî û bandorên wê li çandên dinyayê û bandora çandên din li wê, gotarek pêşkêş kir. 

Pereyên ku ji şeva çandê hatin bidestxistin wê ji bo karê Bildungsinitiative Ferhat Unvar ê nijadperestiyê bê bikaranîn ku dixwaze li dibistanan hişyarî beramberî nijadperestiyê zêdetir bibe.

HANAU

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.