RONÎDA HACÎ / NÛJÎNHA / HESEKÊ
Armanca performansa bi navê 'reqsa şirovekar', 'reqsa lîrîk', 'reqsa azad', 'reqsa jixweberî’ ew e ku hest, raman û bûyerên mirovan bi muzîk an bê muzîk vebêje. Niha, ev fîgurên dansê bi motîfên rêûresman têne xemilandin. Performans, ku jê re reqsa nûjen jî tê gotin, di heman demê de zimanek hevbeş, bi taybetî ji bo jinan, diafirîne.
Îzdihar Tahir a 18 salî ku li kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijî, yek ji wan kesan e ku bi reqs û şanoyê behsa serkeftin, êş û çanda civaka xwe dike.
Îzdihar Tahir a ku di sala 2019’an de piştî ku dewleta Tirk Serêkaniyê dagir kir koçî Hesekê kir, diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe ve ji reqsa lîrîk û şanoyê hez kiriye û got, “Reqsa lîrîk beşeke girîng a şanoyê ye. Şoreşa Rojava ji bo min şansek bû ku ez xwe bi pêş bixim û bibim pisporê dansê. Ji destpêka şoreşê ve ez tevlî koma şanoya zarokan bûm. Di koma Şehîd Yekta de min gelek şano pêşkêş kirin. Piştî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li Serêkaniyê min dest ji karê xwe berneda. Me bi heval û mamosteyên xwe re li Kampa Waşokanî ya ku em lê diman, xebat kir ku komekê ava bikin. Me di sala 2021’an de koma Darsî ava kir.”
Şoreş ji bo min fersendek bû
Yekemîn hunermendê şanoyê yê pîşeyî yê Festîvala Şehîd Yekta li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îzdihar Tahir niha mamostetiya komeke zarokan dike. Îzdihar Tahir, diyar kir ku ew êş, şîdet, hest û ruhê jinan bi govendê radixe pêş çavan û got: "Ez di beşa şanoyê de dixebitim, di nav de jî reqs. Min ji zarokatiya xwe ve ji xebata di vê beşê de hez dikir, beriya şoreşê derfet tine bû, lê bi Şoreş ji bo min bû firsendeke mezin. Sedema ku min ev hilbijart ji ber ku ez di vî warî de xwe azad hîs dikim. Niha jî em xwe ji bo 8'ê Adarê amade dikin. Rast e govenda me bêdeng e, lê di her tevgerekê de gelek tişt hene. Niha jî ez komek zarokan perwerde dikim da ku em bi awayekî profesyonel karê xwe bimeşînin."
Xwe ji bo 8'ê Adarê amade dikin
Mamosteya Îzdihar Tahir Fatma Ehmed da zanîn ku reqsa lîrîk ji aliyê jinan ve hatiye çêkirin û got, "Koma Darsî ji 8 jinan pêk tê, em niha li ser reqsa lîrîk dixebitin, bi taybetî ji bo 8'ê Adarê em karekî baş dikin. Ev dîlan de bi ked û hestên jinan hatiye pêşxistin. Hê jî ji aliyê jinan ve tê kirin. Jinan ji ber ku nekarîn bi azadî raman û hestên xwe bînin ziman van govendan hildibijêrin. Her kes nikare vê dansê bigire. hestên xurt û yên ku zimanê laş fêm dikin û bikar tînin dikarin wê bikin.”
Bi tevgerê xwe didin famkirin
Fatma Ehmed anî ziman ku ew çîrokan dinivîse û bi amadekirina koreografiya li ser van çîrokan perwerdeyê dide û got, “Hemû çîrokên min li ser civakê ne. Ev mijar bêyî peyvan têne fêm kirin. Piraniya pirsgirêkan bi jinan ve girêdayî ne. Ji ber ku jin bingeha avakirina civakek azad û wekhev e. Lewma em dixwazin civaka xwe bi pirsgirêkên xwe şiyar bikin û ji zîhniyeta baviksalarî rizgar bikin. Carinan tişta ku bi sed peyvan nayê famkirin, bi hevokekê tê fêmkirin. Ger mirov li rûyê mirovan binêre gelek tiştan fam dike. Ji ber vê sedemê çîrokek bi tevger tê vegotin.”