- Shaghayegh: Tişta herî zehmet razîkirina wan a ji bo vî tiştî bû. Vê yekê ez gelekî westandim. Ji ber ku ez wênegir im, ez mecbûr im wêneyan bigirim. Tenê serpêhatiya wan yan jî çêkirina nûçeyekê bi kêrî min nedihat, ez çîrokan bi wêneyan çêdikim. Min dixwest vê mijarê qeyd bikim û bikim ku li her derê dinyayê were xuyakirin.
ARDÎN DÎREN
Shaghayegh Moradiannejad (Şaqeyeq Moradiyannecad) jineke wênegir e û li Kanadayê dimîne. Ew bi xwe Faris e û ji Îranê koçî Kanadayê kiriye. Ew heta niha li gelek welatan geriyaye û hewl daye bi wêneyan serpêhatiyên xelkê vebêje. Projeya wê ya dawî ya bi navê “Role” jî dîsa yek ji van serpêhatiyan e û behsa jinên Kurd dike, wanên ku xwe şewitandiye. Shaghayegh ji bo karibe projeya xwe “Role” biqedîne li çar parçeyên Kurdistanê geriyaye û wêneyên jinên ku xwe şewitandine, girtiye. Tevî wêneyan serpêhatiya wan jî nîvîsandiye. Paşê jî wê ev wêne û serpêhatî di pirtûkeke bi navê “Roulah (Role)*” de kom kirine û weşandine. Li gel zimanê Ingilîzî bi şêwezarên Kurmancî û Soranî jî cih daye van serpêhatiyan.
Wê navê pirtûka xwe jî ji ber peyva “Role” ya bi Soranî girtiye. Dema li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê bi xebata xwe daketiye, dibîne ku hin dayikên Kurd li ser gorên zarokên xwe peyva “Role, role can...role giyan...” bi kar tînin. Yanî di dema şînê de ev peyv pirr tê bikaranîn. Vê yekê pirr bala Shaghayeghê kişandiye ser xwe û piştî ku hînî maneya peyvê bûye, navê projeya xwe ya wêneyan kiriye “Role”. Wêneyên wê yên di albûma “Role” de behsa serpêhatiyên jinên Kurd dike, wanên ku xwe ji ber sedemên cuda şewitandine. Di nav van sedeman de hin sedemên siyasî, malbatî, olî û civakî hene. Shaghayegh, heta jê hatiye rastî aniye ziman û bi vê xebata xwe belgeyeke baş derxistiye holê. Ji lewma beriya wê kesî xebateke bi vî rengî nemeşandiye û li ser vê meseleyê hûr nebûye.
Di nav wêneyên projeya “Role” de wêneyên Rahşan Demirel û Nesrîn Teke jî hene. Wê bi malbata wan re jî hevdîtin kirine û serpêhatiya wan jî aniye ziman. Nesrîn Teke yek ji xebatkarên kovara “Ozgur Halk”ê bû, di Tîrmeha sala 2000’î de di çarçoveya çalakiya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” de xwe şewitandibû. Rahşan Demirel jî, ku weke sembola Newrozê tê bibîranîn, sala 1992’yan, di Newrozê de li Kadifekaleya Izmîrê agir bera bedana xwe dabû û jiyana xwe ji dest dabû.
‘Nerazîbûna bêdeng’ jê re dibe îlham
Di dawiya sala 2018’an de li Îranê jineke bi navê Perwîn Bextiyarnejad, ku weke parazvana mafê jinan jî tê naskirin, ji ber nexweşiyekê jiyana xwe ji dest dide. Kurê wê ku li Fransayê dimîne, piştî mirina diya xwe pirtûkeke bi navê “Nerazîbûnên Bêdeng” belav dike. Pirtûk ji 35 rûpelan pêk tê û weke online hatiye balavkirin. Shaghayegh dema vê pirtûkê dixwîne, fikra projeya “Role” pê re çêdibe û wiha behsa hingê dike: “Li gorî çavkaniyên vê pirtûkê li dinyayê jinên herî zêde xwe şewitandine û kuştine jinên Kurd in. Shaghayegh dibêje, di wê pirtûkê de behsa jinên Kurdên Rojhilat dihat kirin û her wiha sedemên xwekuştina wan jî di pirtûkê de hatibûn eşkerekirin. Lê ji ber sedemên olî û siyasî, rêjeya jinên Kurd ên ku xweşewitandine yan jî kuştine li Îranê nayê zanîn û belavkirin.”
Ji dil, dixwaze serpêhatiyan hîn bibe
Piştî xwendina vê pirtûkê, Shaghayegh dixwaze li ser vê mijarê kûr bibe û hin lêkolînan bike. Ji lewma li ku derê dibe bila bibe, dema jin jiyana xwe ji dest didin bi awayekî fermî sedemên dîtir nîşan didin û nabêjin ka wê xwe şewitandiye yan na. Di dawiya xwendin û lêkolînên xwe de Shaghayegh dibîne ku rastî ne wisa ye û sedemên dîtir hene li pey van xweşewitandinan. Ew biryarê dide ku li Rojhilat dest bi lêkolînên xwe bike û here wêneyên van kesan bigire. Her wiha dixwaze serpêhatiya wan a bi rastî jî hîn bibe.
Li çar perçeyên Kurdistanê digere
Shaghayegh beriya dest bi vê projeya xwe bike, li bajarê Herad ê Efxanistanê bi wêneyan şahidiyê li jinên xwe şewitandine re kiriye lê dibêje, derbarê jinên Kurd ên ku xwe dişewitandin, zêde leqayî nûçeyan nehatiye û ti kesî bi awayekî fermî tiştek ranagihandiye raya giştî. Pêşî ew diçe Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê. Li wir dibe şahid ku gelek jinên Kurd xwe şewitandine. Ev yek meraqa wê zêdetir dike û dixwaze derbarê parçeyên din ên Kurdistanê de jî lêkolînê bike û hîn bibe bê ka li wir jî jinên Kurd xwe şewitandine yan na? Ji lewma jî ew projeya xwe li çar parçeyên Kurdistanê belav dike û li çar parçeyan digere. Bi wêneyan bi pey serpêhatiya wan dikeve, ji lewma hinek ji wan hîna jî dijîn, lê hin ji wan jî piştî agir bera bedena xwe dana, jiyana xwe ji dest dane. Shaghayegh, bi her wêneyekî xwe êş û azara jinên xwe şewitandine û her wiha yên malbata wan vedibêje.
‘Razîkirna wan zehmet bû’
Shaghayegh behsa zehmetiya vî karî jî dike û dibêje, her parçeyekî Kurdistanê rengekî cuda bû ji bo wê. Nexasim behsa Îranê dike û dibêje, zehmetiya herî dijwar li wir bû. Ji ber ku dewleta Îranê naxwaze ew xebateke bi vî rengî bike û ev mijar ji bo wan xeteke sor e. Lê Shaghayegh bi xêra çend Kurdên Rojhilat ên ku gelekî alîkariya wê kirine, ev projeya xwe li wir biriye serî û wêneyên jinên ku xwe şewitandine girtine û tevî serpêhatiya wan, kirine belge. Wê li Rojava û Başûrê Kurdistanê hêsantir xwe gihandiye van kesan, lê bi bîr dixe û dibêje, li Tirkiyê jî di vî warî de weke Îranê zehmetî kişandine. Li gel zehmetiya dewletan, behsa malbatan jî dike, ji lewma hin malbatan nexwestiye êşa xwe parve bikin û birînên xwe jê veşartine. Shaghayegh ji bo vê rewşê jî dibêje, “Tişta herî zehmet razîkirina wan a ji bo vî tiştî bû. Vê yekê ez gelekî westandim.
Ji ber ku ez wênegir im, ez mecbûr im wêneyan bigirim. Tenê serpêhatiya wan yan jî çêkirina nûçeyekê bi kêrî min nedihat, ez çîrokan bi wêneyan çêdikim. Min dixwest vê mijarê qeyd bikim û bikim ku li her derê dinyayê were xuyakirin.”
Projeya ‘Role’ dewam dike
Shaghayegh, ji bo vê projeya xwe ji ti deverê alîkarî wernegirtiye û tenê ji ber ku wê serpêhtiya jinên Kurd meraq kiriye, xwestiye vê projeyê pêk bîne. Ji ber ku xebateke bi vî rengî berê nehatiye kirin, wê daye pey vê yekê û xwestiye vê rastiya li welatekî çar parçe qewimiye, bike belge û nîşanî xelkê bide. Shaghayegh difikire ku vê projeya xwe bidomîne, ji lewma hîna jî ev rewş dewam dike û bi sedemên cuda jinên Kurd agir bera bedana xwe didin û xwe dişewitînin.
* Role; bangeke dê û bavan li zarokan e, maneya wê dikare zarok, ciwan, kur, law be.