Serpêhatiya Ekrem Cemîl Paşa

Nûçeyên Dosye

Duşem 30 Çile 2023 - 16:45

Ekrem Cemîl Paşa 31´ê Çileya 1974´an gava li Şamê wefat kir 83 salî bû. Ew jî yek ji wan rewşenbîr û têkoşerên Kurd bû ku ji ber zextên Komara Tirkiyeyê binxet bûbû. Ew di heman demê de ji binemaleke arîstokrat a Kurd bû, yanî ew neviyê Ehmed Cemîl Paşa û kurê Qasim Begê Amedî bû. Di zaroktiya xwe de di nava zengîniyê de bi derfetên zêde perwerde bû. Li Stenbolê zanîngeh xwend. Li wir ew rewşenbîr û têkoşerên Kurd ên wî çaxî nas dike. Bi piştgiriya Xelîl Xeyalî Begê Motkî dikeve nava Komeleya Xwendakarên Kurd (Kürd Talebe Cemiyeti) û di derxistina kovara Hêvî de cih digire.

Ekrem Cemîl Paşa tevî kurmamên xwe ji bo xwendina endazyariyê, diçe bajarê Swîsreyê Lozanê. Bi destpêkirina Şerê cîhanê yê yekem re, Împeratoriya Osmanî sedî sed têk diçû û heger Kurdan xwe birêxistin bikirana, wê hin destketiyên wan jî hebana. Lê axir Ekrem Cemîl Paşa di nava refên Osmaniyan de li bereyên Çanakkale, Mûş û Erziromê şer dike.

Paşê Ekrem Cemîl Paşa bi awayeke tarî tê birîndarkirin. Kurd şikê ji Mustafa Kemal dibin, lê ew bêsûcbûna xwe bilêv dike û Kurda qaneh dike. Ew, Ekrem Cemîl Paşa wekî alîkarê xwe yê sereke destnîşan dike û bi nivîskî hin peymanan bi wî re mohr dike. 

Komeleya Kurdistanê

Ekrem Cemîl Paşa li Amedê şaxa Komeleya Kurdistanê (Kürdistan Cemiyeti) vedike û dest bi avakirina sazûmaniya hevpar a dewleta Kurdan dike. Piştî hewldanên kuştinê yên li dijî mezinên Kurdan, Ekrem Cemîl Paşa mecbûr dimîne ku sala 1921´ê Amedê biterikîne û avakirina sazûmaniya dewleta kurd bi paşve bihêle. Bi navê Evdilkerîm Axa, kesekî ji eşîra Heverka, bi 50 zêrî wî dîl digire û teslîmê Tirkan dike. Salekê li Enqereyê di zîndanê de dimîne û li ser nerazîbûnên mezin ên Kurdan tê berdan lê cezayê mecbûrmayîna li Enqereyê lê tê birrîn. Ew dîsa xwe bi dizî digihîne Kurdistanê. Bi destpêka serhildana Şêx Seîd re tevlî serhildanê dibe. Lê Mustafa Kemal bi fermaneke bilez hêj di destpêka serhildanê de wî û endamên malbata wî dide girtin. Bêyî dadgeh bi 10 salan tê cezakirin. Li girtîgeha Kastamonuyê de 3 salan tê ragirtin û bi bertîleke mezin xwe dide berdan.

Di 29ê Adarê 1929´an de li ser pêkutî û casûsên Mustafa Kemal mecbûr dimîne binxet bibe, yanî biçe Sûriyê. Li wir tevlî hemû karên kurdewariyê dibe. Fransî Ekrem Cemîl Paşa dişînin sirgûnê. Heft sal li sirgûnê dimîne. Li gundê Talîkê erdê ku kirîbû, şên û abad dike. Traktor û makineyên çandiniyê bi kar tîne û raveyî Kurdan dike. Zarokên Kurdan fêrî xwendin û nivîsandinê dike. Li ser daxwaza Tirkan dewleta Sûrî dest datîne ser erd û dewlemendiyên wî.

Wî her wiha kitêbên “Dîroka Kurdistanê bi kurtebirî” û “Rêzimana Kurdî” jî nivîsandine.

Wêne: Haco Axa rûniştiye, li paşê li aliyê çepê Qedrî Cemîl Paşa, li nivî Hemzeyê Miksî û li aliyê çepê Ekrem Cemîl Paşa hene.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.