Serokkomarê çepgir dest bi wezîfeyê kir

Nûçeyên Cîhan

Duşem 8 Tebax 2022 - 22:36

  • Serokkomarê yekemîn ê çepgir ê dîroka Kolombiyayê, Gûstavo Petro sond xwar û dest bi wezîfeyê kir. 

Serokkomarê yekemîn ê çepgir ê dîroka Kolombiyayê, Gûstavo Petro sond xwar û dest bi wezîfeyê kir. Ji bo peymana aştiyê wî bang li komên çekdar kir û got, ew ê dawî li 'şerê neserketî yê li dijî narkotîkê' bîne.

Gerîlayê berê Gûstavo Petro yê 62 salî, kete şûna Îvan Dûqûe yê rastgiriya tund ku di navbera salên 2018-2022'an de wezîfe kiribû.

Petro li Kongreyê bi piştgiriya pirraniya çepgiran dest bi wezîfeya ji bo çar salan kir. Kolombiya ku salên dûr û dirêj ji aliyê elîteke muhafezekar ve hate birêvebirin, bi vî rengî  bû yek ji wan welatên Latîn Emerîkayê ku berê xwe da çepgiriyê.

Petro di merasîma sondxwarinê de ji bo komên çekdar ên ku hîna li welêt çalak in, soz da ku heger peymana aştiyê îmze bikin, ew ê sûdê ji 'avantajên hiqûqî' wergirin.

Li Kolombiyayê tevî ku sala 2016'an bi koma herî mezin ê çekdar FARC'ê re peyameke dîrokî ya aştiyê hate çêkirin jî şerê çekdarî dewam dike.

Ji ber ku desthilatdariya rastgir bawerî neda û êrişî muxalifan kir, komek ji FARC'ê cihê bû, têkoşîna xwe dewam kir. Komeke din a gerîla ELN jî hîna çalak e. Her wiha qadên ku ji gerîla vala bûn, bi çeteyên narkotîkê tijî bûn. Çeteya Clan del Golfo ji serkêşê van çeteyan e.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.