Seroka parlamenê hêvî dike

Sêşem 14 Adar 2023 - 02:08

Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Rêwaz Fayeq beriya civîna Desteya Serokatiya Parlamentoyê ya bi serokên fraksiyon û nûnerên pêkhateyan re axivî.

Rêwaz Fayeq got ku ewê bi hemû pêkhateyên di nav parlamento û derveyî parlamentoyê de bicivin, guh bidin wan û bizanîn bê ka ew çi dixwazin. Fayeq got; “Eger bi hewara hev herin, em ê jî piştgiriyê bidin wan û hewl bidîn wana nêzî hev bikin. Bê guman destpêk yan jî dawiya hefteyê emê dest bi pêngavên ji bo sererastkirina yasaya hilbijartin û aktîfkirina komîsyonê bikin.”

Seroka Parlamentoyê di dawiyê de jî got; “Hêvîdarim îsal hilbijartin pêk bên, parlamento girêdanbûna xwe ya bi yasaya dirêjkirina parlamentoyê re radigihîne. Ev jî ji ber amadekariya hilbijartinê ye, li gel me tiştek pêşiya mijara hilbijartinê nîne.”

Hêjayî gotinê ye di 11’ê Adarê de piştî PDK û YNK civiyan, li ser hilbijartin û aktîvkirina Komîsyona Bilind ya Hilbijartinan, li Silêmaniyê bi komîteyên hilbijartinê yên Komeleya Dadgerî, Yekgirtûya Îslamî, Partiya Rencdarên Kurdistan û Hizba Komunîst re civiyabûn. Piştre li ser 5 xalan lihevkirinek çêbibû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.