Şerm nake xiyanetê dike

Duşem 20 Hezîran 2022 - 21:33

  • ‘’Ez baş dizanim ku wan lawê min kuştiye. Bila ji me re bibêjin, 'Me kuştiye cenaze di destê me de ye'. Qet nebe bila dilê me rehet bibe. Şerm nake, hê jî xiyanetê dike. PDK ji bo Kurdan zalim û bêwijdan e.’’

Gerîlaya HPG´ê Şoreş Colemêrg (Suleyman Kaçar) şeva ku 28´ê Tebaxê diqulibî 29´ê Tebaxa 2021´ê, di kemîna PDK'ê de jiyana xwe ji dest dabû. Dayika wî Gulê Kaçar, nerazîbûn nîşanî êrişên Tirkiyeyê û hevkariya PDK'ê ya ji bo bi dewleta Tirk re da û got, “Heger PDK û Barzanî wiha dewam bikin, wê axa di destê xwe de jî ji dest bidin. Êdî bila rê nedin dijmin û bila dijmin ji axa me bê derxistin."

Artêşa dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK'ê di 17'ê Nîsanê de li dijî herêmên Zê (Zap), Avaşîn û Metînayê yên li nav erdên Başûrê Kurdistanê, dest bi êrişeke mezin a dagirkeriyê kir. Ev êrişa dewleta Tirk hê jî didome û li ser xeta sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê şerekî dijwar diqewime. Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi dayika Şoreş Colemêrg (Suleyman Kaçar) re peyiviye. Şoreş Colemêrg, şeva ku 2´ê Tebaxê diqulibî 29´ê Tebaxa 2021´ê tevî 4 hevalên xwe kete kemîna hêzên PDK'ê û jiyana xwe jidest da. Dayika wî Gulê Kaçar, derbarê êrişên Tirkiyeyê de axivî û nerazîbûn  nîşanî êrişan û hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re da. 
 
Dizane ku PDK´ê kuştiye

Gulê Kaçar, nêzî salekê ye li cenazeyê kurê xwe digere. Ji bo dîtina cenazeyê kurê xwe ew çûye Herêma Kurdistanê. Tevî ku bi rayedarên Herêmê re hevdîtin kiriye jî derbarê cenazeyê kurê xwe de ti agahî bi dest nexistiye: "Ez cenazeyê kurê xwe ji kesên ku kurê min kuştine, dixwazim. Daxwaza min ew e ku cenazeyê kurê min bidin û ez carna karibim biçim ser gora kurê xwe. Dema em ji hêzên PDK'ê dipirsin, dibêjin, wan nekuştiye û nedîtine. Em jî baş dizanin ku wan kuştiye, lê nizanin ka çi ji cenazeyê me kirine. Em cenazeyê xwe ji wan dixwazin. Dibe ku cenazeyê me şewitandibin û avetibin cihekî.” 

Di dewamê de Gulê Kaçar got, xwîna kurê wê bi destê pêşmergeyên Mesûd Barzanî ve ye: "Ez baş dizanim ku wan lawê min kuştiye. Bila ji me re bibêjin, 'Me kuştiye cenaze di destê me de ye'. Qet nebe bila dilê me rehet bibe. Şerm nake, hê jî xiyanetê dike. PDK ji bo Kurdan zalim û bêwijdan e. Bila dev ji wan xeletiyan berde. Bes e êdî bila birayê xwe nekuje. Heya kîngê wê di nav xiyanetê de be? Dewleta Tirk kurê min kuştiba, min ê fêm bikira. Lê mixabin bi destê PDK´ê hat kuştin. Ji ber vê ez pir bihêrs û aciz im."
 
Dijmin ji Kurdistanê derêxin  

Gulê Kaçar, nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK'ê ya ji bo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Zê, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê da û got, "Heq nîne ku PDK tev li  operasyona kuştina birayê xwe bibe. Kuştina Kurdan a bi destê PDK'ê xelet e. Ez bang dikim da ku demlidest ji vê xeletiya xwe vegere. Mesûd Barzanî wê heta kîngê bi Kurdan re şer bike? Bila demildest cenazeyê me bide û em karibin cenazeyê xwe li ser axa xwe veşêrin. Ev der axa Tirkiyeyê nîne, axa gelê Kurd e. Barzanî axa me da destê Tirkan. Heger PDK û Barzanî wiha dewam bikin wê axa di destê xwe de jî ji dest bidin. Êdî bila rê nedin dijmin û bila dijmin ji axa me bê derxistin."  

COLEMÊRG 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.