Serketina rohniyê li dijî tariyê: Newroz

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 20 Adar 2021 - 08:14

  • Efsaneya Newrozê efsaneyeke bi dawîbûna serma û tariya zivistanê û destpêka biharê ye. Hem bi rastî û hem jî mecazî. Di mecazê de Kawayê Hesinkar bi kuştina Dehakê zalim miletan rizgar dike.

Di dem û zemanan de, li welatê Kurdistanê şahekî mezin û adil xwedî hukm bû. Lê bi demê re ew bi ser xwe ve çû, qure bû. Kibra wî zora adilbûna wî bir. Ji ber wê jî rojekê zalimekî bi navê Dehak bi wî karî û ew ji welat kire der. Vî zalimê hanê êdî hukm li Kurdistanê û Îranê kir. Dehaq ewqasî neheq û zalim bû ku ne tenê zilm li xelkê welêt kir, wî kir ku ewrên reş û tarî bigirin ser welêt û roj jî neyê der.

Bi salan, bi deh salan û hinek dibêjin bi sedsalan wî bi vî rengî hukm kir. Ji bo ku hukmê xwe ji dest nede wî hevkariya xirabiya xwerû jî dikir û peyman bi necis bi xwe re jî datanî.

Marên li ser milên Dehakî

Rojekê ji rojan, piştî ku necis ser milên wî bi dek û dolabekê maç kir, di çûna maçên wî de du mar, belkî du ejdeha derketin. Dehakê zalim, ji mar û ejdehayan ne aciz bû, heger wan êşeke nedebire lê peyda nekira. Lê êş û jana wan lê peyda dikir, nedihişt ku hedana wî bê.

Axir wî bang li hekîm û bijîşkên welatê xwe kir da ku çareyekê, dermanekî jê re peyda bikin. Lê kesî ti derman ji derd û êşa wî re nedît. Heta ku rojekê necis bi fiqir û şêla hekîman hat pêşiya wî. Pêşniyaza wî felaketeke nû anî serê welêt. Wî ji Dehak xwest marên ser milên xwe her roj bi mejiyê du ciwanan xwedî bike. Dehakê zalim ji bo ruhê xwe, ji bo hedana êşa xwe ferman da: Her roj du ciwanan serjê kin, û mejiyên wan ji min re bînin. 

Kuştina ciwanan

Dengênî bi welatê Kurdistanê ket. Bû hewara dayik û bavan. Lê leşkerên Dehakî dilê xwe bi kesî neşewitandin. Wan her roj ji nava xelkê du ciwan neqandin û birin ber destê celadên Dehakî. Lê celad ji Dehak jî ji leşkerên wî jî dilteniktir bûn. Ew bi hev şêwirîn. Ew li yekî ji ciwanan wê her roj bihatana rehmê. Wan biryar dan yekî ji ciwanan azad bikin û bişînin serê çiyayan, li şûna wî meijiyê beranekî birin. Bi vî rengî û roj û sal bihurîn. Li çiyayan ji wan ciwanan hêdî hêdî civakeke mezin çêdibû.

Bi navê Kawayê Hesinkar li Kurdistanê, hesinkarek hebûye. Ji ber ku gelek zarokên wî hatibûn serjêkirin, wî biryar dabû serî li hemberî Dehakî rake. Wî hêdî hêdî şûr û mertal çêkirin ji ciwanên li serê çiyê re. Xwe ji roja azadiyê re amade kir.

Wî xeber gihand çiyayiyan. Ew ê li qesra Dehakî, wî bikuje. Heger di vê de bi serkeve jî ew ê agirekî dade li ser dîwarên keleha li dor qesrê. Ev agir nîşana serketinê bû. Bi vî agirî re wê ciwanan xwe berda nav bajêr û hukmê leşkerên Dehakî bi dawî bikira. 

Kawayê Hesinkar zilmê bi dawî dike

Dehak kete hundirê qesra Dehakî, xwe gihande textê wî û bi çakûçê xwe yê hesinkariyê, ew zalim kuşt. Wî paşê agir dada û pêşmala xwe ya çermîn jî ya keskûsorûzer kire alaya serketinê. Ciwanan xwe ji çiyê berda bajêr û hukmê Dehakî bi dawî kir.

Wê rojê ne tenê zalimek hat kuştin, wê rojê ewrên reş û tarî yên li ser welatê Kurdistanê jî belav bûn û rojê da der. Ew roj 21´ê Adarê bû, sersala Kurdan û miletên Îranî hemûyan. Wê rojê bihar li welatan vegeriya. Ji hingê ve Kurd û gelek miletên ji zilma Dehak xilas bûn, weke cejn, weke roja nû, Newrozê pîroz dikin.

Ew roja mezin Newroza we pîroz û bimbarek be.

* Ev adaptasyoneke besîtkirî ya efsaneya Newrozê û Kawayê Hesinkar e ji bo xwendevanên ciwan û zarokan.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.