- Diem Chau bi berhemên xwe hestiyariya egalîter û sînordarkirina mînîmalîst tîne cem hev.
Diem Chau hunermendeke Vîetnamî ye; tevî malbata xwe ji sala 1986´an ve li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê dimîne. Ew hunermendeke xelatgir e û li New York, Miami, Seattle û Los Angelesê pêşangehê hatine vekirin.
Diem Chau navgînên amî û tiştên jiyana rojane tîne cem hev da ku xemlên nazik çêke; ew xemlên nazik jî bîranînên kêliyeke kurt, form û jestekê nîşan didin. Encam berhemên wisa ne ku hestiyariya egalîter û sînordarkirina mînîmalîst tîne cem hev. Hunerê wê xasma qîmet dide çîrokbêjiyê, efsaneyan û anîna cem hev a "yên din" bi rêya şibihîna çandî û insanî. Peykerên wê yên li serê qelemzirêçan xweşik van xisletên hunerê wê nîşan didin.
NEW YORK