Şerê li dijî Kurdan e

Pêncşem 28 Nîsan 2022 - 22:24

  • Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bal bire ser êrişên dagirkeriyê û got, "Ev şerê desthilatdariya AKP-MHP'ê yê li dijî Kurdan e."

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bal bire ser êrişên dagirkeriyê û got, "Ev şerê desthilatdariya AKP-MHP'ê yê li dijî Kurdan e."

Ebrû Gunay li navenda giştî ya HDP´ê civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist.

Ebrû Gunay got, rojeva AKP-MHP’ê, beriya cejnê şer, kuştin û dijminatiya li Kurdan û muxalefetê ye.

Ebrû Gunay wiha peyivî: "Gelên Rojhilata Navîn û Kurd baş zanin ku bi polîtîkayên şer, bi tank, topan demokrasî aramî nayê. Vê desthilatdariya ku hebûna xwe spartiye şer, ji bilî mirin, hilweşandin û wêrankirinê tiştekî nade gelan. Ji ber polîtîkayên şer ên desthilatdariyê, her roj mirov jiyana xwe ji dest didin."

Gunay got, desthilatdariya AKP-MHP'ê ya dewleta Tirk, bi binpêkirina exlaq, bawerî û wijdanî, dijminatiyê li destketiyên gelê Kurd dike: “Ev şerê desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li dijî Kurdan e, û ev şerê neteweperestiyê ye. Bi milyonan kesî di Newrozê de bersiva pêwîst da van polîtîkayên şer."

Êdî divê mirov li ber êrişan rabin

Ebru gunay got, ji bo paşeroja gelên Tirkiyeyê, êdî wext e ku li her derê li ber polîtîkayên êriş û şer mirov rabin: "Desthilatdariya AKP'ê gefê li paşeroja demokratîk dixwe, parastina vê yekê jî berpirsyariya her kesî ye. Yekane rêya destberdana ji polîtîkayên şer, danûstandin û diyalog e.

Yên ku di şerê Rûsya û Ûkraynayê de dîplomasiya sexte ya aştiyê dikin û li dijî Kurdan û destketiyên Kurdan bi qareqarê li defa şerî dixin, ji bo tevahiya gelan metirsiyeke mezin in." 

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.