Şerê gel ê şoreşgerî wê bi ser bixe

Sêşem 19 Tîrmeh 2022 - 21:15

  • Karayilan: Rêveberiya Xweser, seferberî îlan kiriye. Diyar e xwe li gorî çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî amade dikin. Ez bawer dikim ku vê çarçoveyê ji xwe re bikin esas, wê teqez bi ser bikevin. 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di beşa diduyê ya hevpeyvîna xwe ya bi ANF´ê re got, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava 10 salên şoreşê de hem DAIŞ û çeteyên mîna wê têk birin, hem jî bi pêkhateyên xwe sîstemeke neteweya demokratîk ava kir. Wî got, bi şerê gel ê şoreşgerî, Şoreşa Rojava wê bi serkeve. 

Li ser pirsa elaqedarî endametiya NATO´yê ya Swêd û Fînlandiyayê û helwêsta welatên rojavayî, Karayilan got, “Niha bi esasî gelê Kurd, hebûna Kurd, rêxistinên azadiya gelê Kurd li ser dewleta Tirkiyê ne xeter in. [Endamên NATO´yê] Karîbû ji Tirkiyê re bigotana, ev kesên ku tu ji wan re dibêje terorîst, Kurd in, gelê Kurd e û gelê Kurd rastiyek e, mafên wan bide, çareseriyeke siyasî çêke. Çima negotin? Diyar e ne li gorî berjewendiyên wan e.

Hesabên xwe hene. Halbûkî gelê Kurd di şerê li dijî DAIŞ'ê de, bi giştî li Rojhilata Navîn di temsîlkirina ala demokrasiyê de bi rola xwe radibe. Nankor in. Careke din gotin divê em fikarên Tirkiyê fêhm bikin. Fikarên Tirkiyê çi ne? Tiştekî welê nîne. Ew dixwaze Kurdan bikuje, terorê li ser Kurdan bimeşîne. Mînak niha Rojavayê Kurdistanê li ser dewleta Tirkiyê ne xeter e. Berovajî, Tirkiye li ser wan xeter e. Bi giştî Kurd; em li ser Tirkiyê ne xeter in, berovajî ye, Tirkiye li ser me xeter e. Her roj bombardûman heye li Rojava, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Her roj êrişî Başûr dike. Ev çi ye, vê şidetê çima dimeşîne? Niha yê ku dixwaze meseleya Kurd bi kuştinê çareser bike, ne em in, lê dewleta Tirk e. NATO´yê ev siyaseta xwînrij, a ku ji bo Kurdan xetereke mezin e, erê kir. Ev ji bo NATO cihê şermê ye û bêwijdanî, bêmerhametî ye, li ser gelê Kurd neheqî ye.

Banga me ev e;  bes e êdî NATO, dewletên Ewrûpa, Emerîka bi vê siyaseta dewleta Tirkiyê ya qirkirinê re nebin piştevan, nebin şirîkê wê. Hêviya me ev e.”

Wê ne li gorî dilê dewleta Tirk be

Karayilan li ser civîna doh a sêalî ya li Tehranê jî beriya civîn pêk bê fikrên xwe îafade kirin: “Dewleta Tirk hebûna xwe, rejîma AKP-MHP'ê, berdewamkirina sîstema xwe li ser hîmê tinekirina têkoşîna azadiyê û tinekirina gelê Kurd dibîne. Ji bo wê bêguman Tayyîp Erdogan wê piştevaniyê bixwaze da ku rê jê re vekin, ji bo ku êrişî Rojava bike. Ji bo êrişên wê li dijî Başûr û deverên din wê piştevaniyê bixwaze. Divê her kes bi vê zanibe. Ev ne dijminekî ji rêzê ye. Ji bo wê hemû dîplomasiya wan li ser dijberiya li Kurdan e.

Dewleta Tirk her di navbera Rûsya û Ewropayê de lîstiye, ji herdu aliyan jî piştevanî girtiye, wisa têk biriye. Ev di destpêka komarê de jî wisa ye. Sovyet çêbû, hem ji wan piştevanî girt hem jî ji hêzên rojavayî girt. Di dema Osmanî de jî wisa bû, niha jî wisa ye. Heman tişt e, rewşa jeopolîtîk a Tirkiyê bi kar tîne û dixwaze ji herdu aliyan jî sûdê wergire û li dijî Kurdan xwe serwer bike.

Wê her tişt li gorî wan nemeşe, tiştin ji NATO'yê girtine, lê belê di astekê de. Wê niha jî were ji Rûsyayê û Îranê jî bigire. Lê belê ez bawer nakim ku heman tiştî ji wir bigire. Ji ber ku dewleta Tirkiyê hesabên xwe hene. Li ser Sûriyê hesabên xwe hene. Dixwaze Sûriyê, Iraqê dagir bike. Îran zû bi zû vê erê nake, ji ber ku ew jî dixwaze li herêmê bibe dewleteke serwer a mezin. Tirkiye jî dixwaze. Rakêşî di navbera wan de heye. Wekî din, ew dihesibîne Til Rifet bigire, Minbicê bigire. Ku van deveran bigire, Dor li Helebê tê girtin. Rûsya jî wê vê nexwaze.

Dibe ku Rûsya bi wan re hinek bazarê bike, lê belê ez dibêjim, tiştên ku ew hêvî dikin, nikarin li wir bi dest bixin.

Lê belê divê em weke miletê Kurd pişta xwe nedin tiştekî, em li ser hêza xwe bin. Bi her cûreyê bûyeran re jî em amade bin.” 

Neteweyeke nû ava kirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK´ê Murat Karayilan ji bo deh saliya Şoreşa Rojava jî got destketiyên wê yên mezin hene, “Beriya her tiştî wan îmzeya xwe li binê xistina wê dewleta DAIŞ´ê danî ya ku dixwest bibe împaratorî.

Heta niha em dibînin gelên Kurd, Ereb, Asûrî, Suryan, Ermen, Çerkes, Tirkmen hemû bi hev re neteweyekê ava dikin, neteweya demokratîk ava dikin. Xuya ye ew ê hîn bêhtir hev du bigirin. Ev neteweyeke nû ye, ji bo hemû cîhanê nimûneyek e. 

Di hundirê şer de ev tişt ava kirin. Yanî ne di nava şert û mercên asayî de. Dewleta Tirkiyê gefan li ser dixwe û dibe ku di civîna li Tehranê de jî bîne rojevê. Lê belê ez dikarim vê bêjim; niha li gorî ez dibihîzim, Rêveberiya Xweser, seferberî îlan kiriye. Ev tiştekî pirr girîng e, diyar e xwe li gorî çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî amade dikin. Ez bawer dikim ku vê çarçoveyê ji xwe re bikin esas wê teqez bi ser bikevin. Gel û şervan hev du bigirin, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hev du bigirin, ti hêz wê nikaribe wan têk bibe.”

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.