Serdêr li bûmê bronz terpilî!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 10 Gulan 2023 - 02:56

Ev tasa şerabê ku weke teswîreke bûmekî hatiye çêkirin, berhemeke bronz e ku ji demên kevnar ên rîtûelên Çînê maye. Di Sedsala 12’an de hatiye çekirin û niha li “Înstîtûya Mînneapolîs a Huner” ango li Minnesotaya Emerîka tê nîşandan. Lê meha çûyî serdêrek, li bûmê bronzî terpilî û berhem zirarê dît. Berpirsyaran got, ne diyar e dê ev berhemê antîk bi çi awayî were tamîrkirin û ji nû ve li înstûtûyê bê bicihkirin.

Tasa şerabê ku dişibe bûmekî di dema Xanedaniya Shang de (Beriya 1600 salî) ji hêla arîstokratan ve dihat bikaranîn. Ev tasên şerabê ji bo pêşiyên xwe bi bîr bînin di ayînan de dihatin bikaranîn. 

MINEAPOLÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.