Serdema dîwana dîjîtal

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 27 Gulan 2021 - 06:41

  • Azad Zal: Daxwazeke me ew e, ew kesên di helbestê de bi pêş ketine û di ber helbestê de xwe êşandine, em ji zanîn û fikrên wan jî sûd wergirin. Vê Komxebatê helbesthezên Kurd yên li welatên cuda anîn ba hev û bû sebeba têkiliyeke xurt di nava wan de. 

EMÎN AKSU

 

Pandemiyê dewra platformên dîjîtal di jiyana me de zêde kir. Qedexe, tevdîr û tirsa ji pandemiya vîrûsa Covid-19´ê di nava Kurdan de jî welê kir ku gelek kar û xebatên civakî, edebî û aborî jî êdî li ser platformên dîjîtal bên kirin. Wêjeya Kurdî jî ev platformên hanê ji xwe re veguherandin meydaneke nû. Bi pêşengiya Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê û Înstîtuya Kurdî ya Stokholmê, “Komxebata Helbestê” jî bernameyeke welê bû. Nivîskar û helbestkar Azad Zal, helbestkar Nûrcan Delîl û serokê Înstîtuya Kurdî ya Stockholmê nivîskar Kamran Simo Hedilî jî di Koordînasyona Rêveber a vê komxebatê de cihê xwe digirin û ji damezrênerên komxebatê ne jî. Gulîstan Kanîreş jî ji moderatorên komxebatê ye. Li ser komxebatê û xebatên Koordînasyona Rêveber, em bi wan re peyivîn re. 


Fikra vê “Komxebata Helbestê” çawa derket holê?

Azad Zal: Fikra vê Komxebatê ne ayîdî min tenê ye, lê piştî fikrek weha derket holê, hem Komeleya Wêjekarên Kurd hem jî Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê piştgirî dan vê xebatê û piştre jî me ev proje di ser Kamran Simo Hedilî re bi Înstîtuya Kurdî ya Stokholmê re jî parve kir û wan jî ev pêşniyaz pejirandin. Di dawiyê de jî bi pêşengiya van her sê saziyan komxebatê dest pê kir. Berî ku komxebat dest pê bike, em wekî koordînasyon, me di nava xwe da ahengek ava kir û karbeşiya xwe kir. Mamoste Kamran Simo Hedilî hem birêvebirina giştî û hem jî ew ê rêzesemîner bidana, Gulîstan Kanîreş û Nurcan Delîl ew ê hêsankarî û moderatorî bikirana, cenabê te û min ê jî, me yê berpirsiyariya birêvebirina teknîkî û ahenga torê bimeşanda. Bi vî awayî me dest bi xebata xwe kir. 

Gelo heta niha her tişt wekî plansaziya we didome yan we bi demê re hin mijarên din dan pêşiya xwe?

Nûrcan Delîl: Belê, dema me biryar da ji bo kargeha komxebatê, me plansazî jî dabû pêşiya xwe. Cara yekê bû ku komxebateke helbestê dihate kirin, ji bo wê jî divê plansaziyeke baş hebûya. Em kela canê me rabûbû û em kêfxweş bûn. Bi vê fikrê hevalên beşdar jî gelekî kêfxweş bûn. Dema me dest bi komxebata kargehê kir, tevlîbûneke baş çêbû. Piştî semînerên komxebatê, di dawiyê de koordinasyona me bo bernemayê dicive û haziriyê dike. Berî destpêkirina semînerê jî em weke koordînasyon, berî komê dicivin û heke hebin pirsgirêkên teknîkî çareser dikin, lewma civînên me serketî û li gorî plansaziya me didomin. 

Mamoste cenabê te jî hem di Koordîna komxebatê de ye û hem jî qisekerê semînerên komê yî; gelo berî niha jî komxebatên wiha hatibûn kirin yan na, û armanca we ya beşdarbûna vê komxebatê çi bû?

Kamran Simo Hedilî: Bi rastî, min bi xwe, di Komxebata bi vî rengî de cih negirtibû û bi qasî dizanim, nehatiye kirin jî. Her çendî berê niha komxebatên bi mijarên din re elaqedar hatibin kirin jî lê belê ne wekî vê bi awayekî sîstematîk û bi rêkûpêk û her hefte semînerek li ser mijareke cuda me nekiribû. Bi rastî hevalên vê Koordînasyona Komxebatê xebateke baş dikin, ev jî herikbariya komxebatê bo min jî hêsantir dike. 

Cenabê te jî gelo wê behsa tevlîbûna beşdaran û danûstandinên xwe neke! Heke hebin zor û zehmetiyan jî bi xêra xwe ji me re bibêje?

Gulistan Kanîreş: Vê komxebatê hem wekî jineke Kurd û hem jî wekî helbesthezekê kêfxweşiyeke mezin da min. Piştî ku semînerên me dest pê kirin û hinekî jî berbelav bû, carinan rojê bi dehan kesan re me têkilî danîn. Ev yek, her çend zehmet be jî, lê şanazî bû jî bo me. Hevdîtina xwe ya ewil me ji hevnasînê re veqatand. Lê piştî ku semîneran des pê kir û babetên bi helbestê ve têkildar hatin nîqaşkirin. Me dît jina Kurd di meydana edebiyatê de jî xwedî vîn û hêzeke girîng e. Ev jî cihê şanaziyê ye bo me.

Ev du meh in karê komxebatê didome; gelo bi komxebatê armanc û hedefa we çi bû?

Azad Zal: Roja me ya îro, bipêşketina teknîkê û teknolojiyê dinya bi qasî tikandinekê piçûk kiriye. Ango berovajî demên bihorî, teknolojiyê ew mesafe di navbera me de nehiştiye. Me jî xwest em van derfetan bi kar bînin û bi vê yekê hem helbestvanên ku bi Kurdî dinivîsin, bi Kurdî difikirin hem bêhtir hevudin nas bikin û hem jî bi hev re hem helbesta Kurdî hem jî ya dinyayê bêhtir nas bikin û bi hev re wî cewherê helbest û helbestvaniyê keşf bikin.Yek jî, daxwaza me ew e, ew kesên di helbestê de bi pêş ketine û di ber helbestê de xwe êşandine, em ji zanîn û fikrên wan jî sûd wergirin. Vê Komxebatê helbesthezên Kurd yên li welatên cuda anîn ba hev û bû sebeba têkiliyeke xurt di nava wan de. 
 
Mîsyona vê komxebatê çi ye?

Nûrcan Delîl: Mîsyon bi taybetî di afirandina nasnameyan de xwedî cihekî girîng e. Mîsyona me ya derketiye holê ya herî giring teqiyaye ku emê bikaribin xwe bigêhêjînin hemû nivîskarên xizmetkarên zimanê xwe dikin û em ê hewl bibin pirek wan bigêhêjînin ba hev û fikir û ramanên nivîskaran diroka kurdan û çanda zimanê kurdî vejînîn û bi pênûsa wan mîrasek kurdwar bihêlin ji nifşên nû re. Ji bo wê jî em ê hewl bidin kar û xebatên weha bidomînin. Bi hevrebûn serxwebûn û xwirtbûnê tîne. 

Babetên helbestê yên ku hûn di semîneran de li ser dişêwirin çi ne? 

Kamran Simo Hedilî: Em li gorî plansaziya xwe her heftê mijareke diyar dikin û li ser wê mijarê semînera xwe didin. Bingehê mijaran jî em ji pirtûka bi sernav “Helbest çi ye” hildibijêrin. Wê pirtûkê deh-dozdeh hêmanên helbestê esas girtine û bi hurgilî bi wan daketiye. Heta niha mijarên wekî; helbest û rola wê di bipêşxistina civakê de, helbest û ziman, helbest û îlham, helbest û hişyariya hevpar û hestên azadiyê, di helbestê de sembol, sembolîzm û helbest û felsefe me di semînerên xwe de pêşkeş kirine. Elaqeyeke baş jî heye. Ji ber wê em gelek caran dema semîneran ji mecbûrî dirêj dikin. 

Erênî û neerênî çi rexne li we hatin kirin?

Gulistan Kanîreş: Ji rexneyan bêhtir, ji bo herikbariya komê pêşniyaz û nihêrînên cuda tên û em jî wekî Koordînasyona Komxebatê van pêşniyazan dinirxînin pirrî caran em li gorî mijara civînê jî van pêşniyazan bi kar tînin. 

Ev komxebat yan jî komxebatên wiha, rêyeke çawa li ber hûnerhez yan jî edebiyathezan vedike?

Azad Zal: Kesên ku xwe li helbestê qewimandine, xwestine helbestê binivîsînin û yan jî dinivîsin û dixwazin helbesta xwe xurt bikin, ev Komxebata hanê wê çiqasî derî li ber wan veke, yê çiqasî pêşengiya vê yekê bike, ev girîng e. Heta niha li gor fikra min ev Komxebat di vî warî de baş tê meşandin. Lewma ev komxebat bi awayekî civakî bû qada perwerdehiyê. Wekî din jî wateya esas a komxebatê ew e hemû beşdarên komê bi fikr û ramanên xwe aktîf beşdarî gotin û vegotinê bibin, em jî bi vî mentiqê dixebitin. Bi kurtî bêjim, me mentalîteya komxebatê di civînên xwe de da rûniştandin û li gorî vê mentiqê jî em ê bidomînin. 

Komxebat kengî û bi çi awayî wê biqede?

Nûrcan Delîl: Komxebata helbestê ew ê bi şevbihêrkeke şahiyê biqede. Di vê şevê de helbest wê bên xwendin û wekî mêhvan çend stranbêj jî wê bi stranên xwe tevlî şahiya me bibin. Di heman demê de me di nava koma xwe de pêşbirkeke helbestê jî organîze kiriye û di dawiyê de encama vê pêşbirkê jî wê bê eşkerekirin. Bi dawîkirinê re jî em ê sertîfîkayên beşdaran bidin û ji helbestên ji bo pêşbirkê hatine jî em ê dosyeke helbestên komxebatê hazir bikin.

Komxebatên bi vî rengî wê bandoreke çawa li helbesta Kurdî bike?

Kamran Simo Hedilî: Heke wekî axaftvan û koordînasyonê, bandorê li me dike, ez bawer dikim li hevalên beşdar jî dike. Herçendî helbestvaniya me ya takekesî kevin be jî lê helbestvaniya kolektîf hîn nû ye. Di nav koma helbestvanan de helbestxwendin û nirxandin hîn nû bi pêş dikeve di nava me de. Em her hefte 40-50 kesên bi helbestê dadikevin, em tên cem hev û li ser mijareke helbestê bi hev re minaqeşe dikin. Wekî mînak, civîna me ya borî, mijara me helbest û felsefe bû. Di wê civînê de me behsa ferqa di navbera feylesof û helbestvan de kir, me behsa ferqa di navbera zimanê helbestê û zimanê felsefê de kir, me behsa rola helbestê ya di felsefê de, ya felsefê di helbestê de kir. Vêca dema 40-50 kes serê xwe bi mijarê biêşînin, ne mumkune mirov jê sûdê wernegirin. 

Ji çend welatan beşdarên komê hene?

Gulistan Kanîreş: Hema bêje ji her welatê Ewrûpayê û ji her çar beşên welêt û her wiha ji gelek metropolên Tirkiyê beşdar hebûn. Lê ji bo min a girîng rengê jinê yê di hûnerî de bû. Jina kurd di vê komxebatê bi hest û ramanên xwe rengekî din li komê zêde kir. Me cewherê jinê bi vê komxebatê bêhtir jî nas kir. Vê komxebatê aliyê min ê lawaz û kêmmayî bi min da zanîn, helbet ev alî, aliyê edebî ye. 

Kar û xebatên Înstîtuya Kurdî ya Stockholmê 

Înstituya Kurdî ya Stockholmê bi saziyên Swedê re dixebite û dersên “Zimanê Kurdî” û “Dersên Kompûtirê yên Teknîkî” dide. Her wiha ew bi gelek saziyên Kurdî re jî hevpar dixebite û kampanya li Kurdistanê bila perwerdehî bi zaravayên Kurdî bê kirin jî bi rê ve dibe. Înstituya Kurdî ya Stockholmê pêşengî û piştgiriya pêşniyaz, kampanya, daxuyaniyên li ser ziman, edebiyat siyaseta li ser Kurdistanê jî dike û dimeşîne. 
Karên wê yên niha weke bername bi rê ve diçin jî ev in:

Koma helbestê

Ji çar aliyên dinyayê beşder tevlî bernameyên koma helbestê dibin û 120 endamê koma helbestê hene. Koma helbestê hem li ser teoriya helbestê semîner û atolyeyên helbestê li dar dixe û hem jî şevên helbest xwendinê û nirxandina pirtûkên helbestan dike. Û di rojên taybet de bernameyên taybet bi stran muzîk û helbestan li dar dixe. Koma helbestê herî kêm mehê 3 bernameyan (panel- komxebat-rojên taybet) li dar dixe.

Koma Xwendin û Nirxandina Romanan

Ev kom mehê carekê dicive, edebiyata dinyayê û ya Kurdan dide ber hev, taybetî jî romanên Kurdî dixwînin û nirxandina wêjeya romanê tê kirin. Ev kom ji qederê 30 kesan pêk tê.

Xebata Atolyeyî ya Helbestê

Ev xebata xebateke taybet e, bi pêşengiya Înstîtuya Kurdî ya Stockholmê û bi hevkariya Komelaya Wêjekarên Kurd, Komelaya Nivîskarên Mezopotamyayê tê li darxistin. Ev atolye wek ders/panel tên lidarxistin. 70 kesên ku dixwazin helbesta cihanî baş fêm bikin yan jî helbestan binivîsin, tevlî vê komxebatê dibin. Ev komxebat hefteyê rojekê û 2 saetan didome. Saeta ewil ders e, saeta diduyê jî li ser mijarê pirs û bersiv in. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.