Serdar Karakoç berdin!

Pêncşem 6 Hezîran 2024 - 00:21

Ji Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê gelek kedkarên çapemeniyê ji bo rojnamevan Serdar Karakoç ê li Hollandayê hate girtin daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê, xwestin tavilê bê berdan û xwestin, hurmet ji mafê azadiya çapemeniyê ya gelê Kurd re bê nîşandan. Daxuyanî bi vî rengî ye:"Skandaleke mezin e ku di 23’yê Gulanê de polêsên Hollandayê li ser daxwaza Almanyayê rojnamevan Serdar Karakoç binçav kirin û piştre ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Rojnamevan Serdar Karakoç 23 sal in li Hollandayê wek sirgûnê siyasî ye û li wir dimîne. Hevalê me yê rojnamevan ku di gelek rojname û kanalên televîzyonê yên Kurdan de xebitiye, di serî de rojnameya Ozgur Gundemê, ev 35 sal in rûbirûyê her cure polîtîkayên zextê yên dewleta Tirk bûye. Serdar Karakoç yek ji wan rojnamevanan e ku di 3'yê Kanûna 1994'an de di dema rojnameya Ozgur Ulkeyê bi talîmata Serokwezîra Tirk a wê demê Tansu Çîller hat bombekirin li wê avahiyê bû. Karakoç rojnamevanek e ku ji bo mafê nûçegirtinê ya kurdan, gelên bindest, civak û baweriyan, berdêlên mezin daye. Ji ber vê sedemê qet nayê qebûlkirin ku rayedarên Hollandayê Karakoç wî bigirin û gefa “radestkirina” Almanyayê li wî bixwin. Em weke rojnamevan, xebatkarên çapemeniyê, nivîskar û rewşenbîr daxwaz dikin ku Serdar Karakoç tavilê bê berdan û dewleta Hollandayê ji polîtîkayên ku Kurdan û çapemeniya Kurd krîmînalîze dike dûr bisekine.

Em bang li çapemeniya Hollandayê, saziyên çapemeniyê, sendîkayên rojnamevan û hevkarên xwe dikin ku ji bo azadiya rojnamevan Serdar Karakoç çalakiyan li dar bixin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.