Serbilindiya Şengalê ye
Yekşem 12 Hezîran 2022 - 21:15
- Ziyad Şengalî: Li nav wargehê azadî heye, gel bi hev re ye, tevahiya saziyên xwe dane avakirin û xwe diparêzin. Ev ji bo me cihê serbilindiyê ye ku gelê me kariye bibe xwedî xweserî.
ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS / ŞENGAL
Di fermana 2014’an de civaka Êzîdî gava yekemîn a pergala xwe ya nû li Serdeştê avêt, bi fikr û ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji tirs û koçberiyê ber bi azadiyê ve beziya. Di nav 8 salan de pergala rêveberiya xweser bi Serdeştê re sînordar nema û li tevahiya Şengalê belav bû.
Di fermana 3´yê Tebaxa 2014’an de beşek ji Êzîdiyan li Serdeşta Çiyayê Şengalê, li herêma Çilmêra, Kolika, Kersê û Simê Hêstir xwe bi cih kirin. Tevî êrîşên qirkirinê hemûyan jî, wê demê bi qasî 12 hezar kesî dev ji Çiyayê Şengalê berneda û li ber xwe da. Bêyî ku alîkariya mirovî bigihe ber destê wan, bi derfetên xwe, cih ji xwe re çêkirin û ev herêm kirin wargehên jiyan û berxwedanê.
Ev wargeh, ne wek wargehên koçber û penaberan ên li herêm û Iraqê bûn. Esas ew wargehên berxwedanê bûn ku Êzîdiyên dest ji axa xwe ya pîroz bernedabûn ji xwe re kiribûn warê jiyanê. Dema gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) xwe gihandin çiyayê Şengalê, bi wan malbatan re berxwedan birêxistin kirin. Ji van malbatên ku xwe spartin Çiyayê Şengalê, YBŞ, YJŞ sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê jî hatin avakirin. Wan wargeh veguherand navenda birêxistinkirina civakê.
Malzaroka birêxistinkirina civaka Êzîdî
Piştî ku di destpêka fermanê de hêzên parastinê hatin avakirin, êdî Êzîdiyên li Serdeştê dest bi avakirina saziyên xwe kirin. Di serî de Meclisa Gel a Serdeştê hate avakirin û di bin sîwana meclisê de, saziyên wekî; Şaredarî, Navenda Çand û Huner, Meclisa Ciwanan, PADÊ, Saziya Perwerdeya Ziman, Tenduristî û Navenda Ciwanan hatin avakirin. Her wiha ji bo cara yekê, jinên Êzîdî xwe bi rêxistin kirin û Meclisa Jinên Êzîdî li Serdeştê ava kirin.
Piştî herêmên dagîrkirî ji çeteyên DAIŞ’ê hatin paqijkirin, beşek ji gel vegeriya malên xwe, her wiha Êzîdiyên koçberî Başûrê Kuridistanê bûbûn jî li malên xwe vegeriyan. Piştî vegera gel, êdî ev sazî tenê li Serdeştê neman û li tevahiya Şengalê vê pergalê şaxên xwe vedan.
Wargeha azadî û xweseriyê
Di dema fermanê de li Serdeştê bi qasî 3 hezar û 500 malbat man û heta niha beşekî mezin ji van malbatan li Serdeştê ne. Ew malbatên li Şengalê xwe wek koçber nabînin, di her warî de bi îrade xwe bi rê ve dibin. Ne tenê di aliyê avakirina saziyan de, belkî Serdeşt yek ji van cihan e ku ji her derê Şengalê û ji her eşîra Êzdiyan li derdora hev kom bûne û jiyaneke hevpar didomînin.
Di warê aborî de her malbatekê li gorî derfetên xwe, karê çandiniyê bi pêş xistiye û debara xwe dike. Ji ber ku ev wargeh, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve wek wargeheke koçberan nehatiye hejmartin û wek tê xwestin bi gel re nebûye alîkar, gel bi keda debar û îdaa xwe dike. Ev wargeh ne tenê ji bo kesên li Şengalê ye. Ji ber azadî û xweseriya di wargehê de, Êzîdiyên li wargehên Başûrê Kurdistanê jî berê xwe didin Serdeştê û xwe di hembêza çiyayê xwe de bi cih dikin.
‘Li Serdeştê ax jî berhem jî yên me ne’
Emer Îbrahîm di fermana 2014’an koçberê Başûrê Kuridistanê bûbû û êdî tevî malbata xwe vegeriyaye Şengalê. Emer Îbrahîm, ne li xaniyê xwe lê li Serdeştê di bin konan de dimîne. Derdora xwe bi çandiyê heşîn kiriye û ew kêfxweş e ku li ser axa xwe ye. Îbrahîm dibêje, “Gelê Başûrê Kuridistanê ji bo me baş bû, lê ew der ne cihê me bû. Ji ber ku em dikarin li ser axa xwe bijîn û li Serdeştê jiyan xweştir e. Niha em karê çandiyê dikin, zeviyên me ne û her tişta em bifiroşin berhemê wan ji bo me ye.’’
Emer Îbrahîm di dema fermanê de koçber bûye û dibêje, “Heger em li ser axa xelkê bin ji bilî ku em koçber bibin, berhemên derdikevin jî bi giştî ne ji bo me ne. Em dixwazin her kes vegere ser axa xwe û bila çavê Êzîdiyan ne li destê alemê be.”
´Zehmet e lê ya me ye´
Berekat Silêman jî bi karê çandiyê re mijûl dibe, ew li ser Serdeştê dibêje, “Ev jî wargeh e û xelk di konan de dimîne, lê ne wekî wargehên din e. Li vir, em li ser axa xwe ne, li ber derê malên xwe karê çandiyê dikin. Bila gelê me vegere ser axa xwe. Bi keda destê xwe debara xwe bike. Rast e, em diwestin, karê çandiniyê zehmet e, lê ji ber ku em li ser axa bav û kalên xwe ne em kêfxweş in.”
´Gelê me bûye xwedî xweserî´
Ziyad Şengalî jî berpirsê Şaredariya Serdeştê ya ser bi Rêveberiya Xweser a Şengalê ye. Ew li ser rewşa wargehê dibêje, “Destpêkê tevahiya van malbatan di nava konan de diman, lê niha gelek ji wan kesan xanî çêkirine, ji ber baweriya wan bi axa wan heye û Serdeşt axa wan e. Li nav wargehê azadî heye, gel bi hev re ye, tevahiya saziyên xwe dane avakirin û xwe diparêzin. Ev ji bo me cihê serbilindiyê ye ku gelê me kariye bibe xwedî xweserî.’’