Şer li eniyan e hêz li kuçeyan e
Sêşem 14 Kanûn 2021 - 22:15
- Hikûmet, çekên ji Koalîsyona Navneteweyî wergirtine li dijî xwepêşandêr û sivîlan bi kar tîne. Ev jî nîşan dide ku desthilatdariya malbatên Barzanî û Talebanî xwepêşandan û nerazîbûnên xelkê weke metirsî li ser xwe dibîne, DAIŞ’ê weke metirsî nabîne.
Şaswar Mame
Di çend hefteyên dawîn de çeteyên DAIŞ'ê li herêmên Germiyan, Mexmûr û Kerkûkê
gelek caran êriş kirin û di van êrişan de bi dehan welatî û pêşmerge şehîd bûn. Piştî ku li herêmê tevger û êrişên çeteyan zêde bûn, gelek pirsyar li ser şertûmercên eniyên şer ketin rojevê û Hikûmeta
Herêmê ji ber negirtina tedbîrên pêwîst, rastî rexneyên ciddî hat.
Li gorî madeya 140’ê ya destûra Iraqê, gelek deverên ser bi Kerkûk, Mûsil, Diyale û Selaheddînê weke herêmên bi nakok ên di navbera Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de tên pênasekirin. Pirraniya niştecihên van herêman Kurd in, tê de Ereb û Tirkmen jî hene. Ji ber cihê wê yê stratejîk û dewlemendiya petrolê, her tim di xeleka berjewendiyên herêmê û navneteweyî de ne.
Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê, bi salan e îstiqrar li wan tine ye. Ji ber nakokiyên di navbera Hikûmeta Hewlêr û Hikûmeta Bexdayê de, derfet ji rêxistinên terorîstî re çêbûye ku êriş bikin. Bi taybetî piştî referandumê, valahiyeke ewlekariyê li van navçeyan çêbû. Tevî ku danûstandin di navbera herdu aliyan de heye û li hinek cihan fermandariyên hevpar ava kirine, lê heta niha ti lihevkirineke ji bo vegera pêşmerge ji bo van herêman tine ye. Ev yek daxwazeke PDK’ê û YNK’ê ye ku hêzên xwe vegerînin van navçeyan.
Li Iraqê artêşeke yekbûyî tine ye. Li kêleka artêşa Iraqê hêzên wekî Heşdî Şabî, milîsên ji derveyî hikûmetê hene. Li Herêma Kurdistanê jî hêzek an artêşeke hevpar a hikûmetê tine ye. Hêzên PDK’ê li aliyekî û yên YNK’ê jî li aliyekî din bi serê xwe tevdigerin. Li gorî qanûnê, hêzên pêşmerge di bin sîwana Wezareta Pêşmergeyan de ne. Û serokê Herêmê fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Herêmê ye, lê di rastiyê de ev hêz di bin fermana YNK û PDK’ê de ne. Ev rewşa leşkerî ji sedemên herî girîng ên bêistiqrariyê ye li van herêman.
Bê destûr û bê sîleh in
Rast e, di salên bihurî de car caran liv û tevgerên çeteyên DAIŞ’ê hebûn, lê hêza wan ne mîna ya 2014’an e. Hejmara wan kêm e û bêyî piştevaniya derve, nikarin herêmekê kontrol bikin. Lê pirsgirêk di navbera wan hêzan de ye ku wan herêman diparêzin. Bi salan e hinek komên DAIŞ’ê li van herêman tevdigerin û cihê wan diyar e, lê ne hêzên girêdayî herêma Kurdistanê û ne jî yên Iraqê êrişî wan nakin. Lê li kêleka eniyên pêşmerge, eniyên DAIŞ’ê hene. Pêşmergeyên eniyê dibêjin, destûra me nehatiye dayîn em şer bikin. Herwiha derfetên pêşmergeyên eniyan ne baş in, pêşmerge bi çekên sivik û wesayitên sivîl li eniyan in. Ev jî gelek gumanan çêdike.
Sîleh ketin destê malbatan
Piştî derketina çeteyên DAIŞ’ê Koalîsyona Navneteweyî gelek çek û cebilxane li ser navê "piştgiriya şerê li dijî terorê" dane hikûmeta Herêma Kurdistanê. Lê meriv van çekan li eniyan û di destê pêşmergeyên li eniyan de nabîne. Zelal e ku ev çek ketin destê herdu partî û malbatên desthilatdar. Lê ne li hember DAIŞ’ê, ji bo tepisandina nerazîbûnên li herêmê wan bi kar tînin. Beşekî ji van sîlehan jî rayedarên wan li bazarên reş firotin.
Ev çend sal e hêzên pêşmerge desteka lojîstîk û çekên pêşketî ji Koalîsyona Navneteweyî werdigirin û perwerdeyên leşkerî dibînin. Koalîsyona Navneteweyî mûçeyê bi dehan hezar pêşmergeyan dide. Lê PDK û YNK wan tenê ji bo parastina berjewendiyên xwe yên malbatî û partîtiyê bi kar tînin. Hema van çend rojên bihurî di dema xwepêşandana xwendekaran de hejmarek zêde ji hêzên leşkerî tevî çekên giran û zirxî, daketin bajaran û li dijî xwendekaran hatin bikaranîn.
Her sal li Başûrê Kurdistanê gel ji bo bidestxistina mafên xwe, xwepêşandanan li dar dixe. Lê hikûmet, li şûna ku çekên ji Koalîsyona Navneteweyî wergirtine ji bo parastina xaka Kurdistanê bi kar bîne, li dijî xwepêşandêr û sivîlan bi kar tîne.
Ev jî nîşan dide ku desthilatdariya malbatên Barzanî û Talebanî ewqasî ji xwepêşandan û nerazîbûnên xelkê ditirse û weke metirsî li ser xwe dibîne, ewqasî ji DAIŞ’ê natirse û weke metirsî nabîne.