Di çend rojên derbasbûyî de li Stenbolê çalakiyeke malbatên girtiyan û ya HDP'yiyan hebû. Polîsên dewleta Tirk xwe li vê çalakiyê ranegirtin û êriş kirin. Êrişeke ew çend giran û hov bû. Tenê komek dayik bûn û daxwaza rakirina tecrîdê dikirin. Daxwaza wan ew bû ku faşîzma li zindanan bi dawî bibe û tecrîd were rakirin. Lê polîsên barbar ên dewleta Tirk ew çalakger jî tecrîd kirin û êriş pêk anîn. Ev êriş û êşkenceya polîsan li pêş kamerayan pêk hat. Polîsekî dewleta Tirk jî şeqamek li hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu xist.
Ferhat Encu dema ku li dijî polîsan nerazîbûn nîşan da ev yek pêk hat. Ferhat Encu ji malbata qurbaniyên komkujiya Roboskê ye. Di dema derbasbûyî de parlementerê HDP'ê bû û dema ku parlementer bû hate girtin. Bi salan di zindanê de hate hiştin. Ji bo ku doza komkujiya Roboskê bi edaletê encam bibe salan têkoşiya. Lê ew edalet ti carî pêk nehat. Dewleta ku 34 kes ji malbata Ferhat Encu qetil kirin, ev yek têr nedît û niha jî bi şeqaman diçe ser wê malbatê. Dewlet dibêje em ê we qir bikin û dengê xwe nekin. Dema hun dengê xwe bikin, em ê li we bidin. Siyaseta giştî ya dewleta Tirk jî ev e.
Ferhat Encu piştî vê bûyerê axivî û got; ew şeqam li Kurdan hatiye xistin. Rayedarên HDP'ê û nûnerên partiyên Kurdan jî heman tişt gotin. Ew kesê ku destê xwe li Ferhat Encu rakir polîsekî dewletê ye. Ango bi fermana Suleyman Soylû vê yekê dike. Suleyman Soylû çeteyek ava kiriye û xwe jî kiriye serokê wê çeteyê. Ew bi xwe jî her rojê bi daxuyaniyan kuştina Kurdan wekî mizgînî radigihîne. Eger serokê wan ew kes be, wê çeteyên wî çi bikin. Çeteyên wî jî lê dinêrin û li pey wî dimeşin.
Dewleta Tirk ti carî ewqasî nebibû çete û mafya. Her demê çete û mafya di nava dewletê de hebûn. Lê ne bi vê ecêbê. Bi zanebûn êrişên xwe venaşêrin. Ji bo tirsandina civakê her tiştî eşkere dikin. Li aliyekî lingê parlementerên HDP'ê dişkînin, li aliyê din şeqaman li hevserokên HDP'ê dixin. Avahiyên HDP'ê dişewitînin. Li Îzmîrê endama HDP'ê Denîz Poyraz gulebaran kirin û qetil kirin. Dewleta Tirk fermana têkbirina HDP'yiyan daye polîsên xwe. Dibêje netirsin û bikin.
Ev dewlet ji Kurdan re dibêje ezê we tecrîd bikim û dengê xwe nekin. Nerazîbûna gel jî li dijî tecrîdê bû. Îro vê dewletê her der tecrîd kiriye. Eger tecrîd nebûya wê polîsan ew çend barbarî nekiribana. Tiştên diqewimin ji tirsa wan tê. Eger netirsiyabana ewqas hov nedibûn. Ew dizanin ku navberekê bidin faşîzmê wê bikevin. Lewma jî bi şev û roj êriş dikin. Suleyman Soylû her rojê bi daxuyaniyan bîlançoyan eşkere dike. Karê wî bûye qedandina PKK û HDP'ê. Ji bilî wê tiştekî din nake. Li Tirkiyê ewqas derd û azar hene, lê qet napirse. Çeteyên xwe ango polîsên xwe jî bi vî rengî perwerde dike. Dewleta Tirk tam veguherandine dewleteke polîsan.
Ew şeqama ku li Ferhat Encu hat xistin şeqamek faşîzmê bû. Ev yek têkçûna faşîzmê nîşan dide. Eger li Zapê têk neçûna ew şeqam nedavêtin. Gerîlayên serdemê bêhn li wan dagirkeran çikandine. Lehengên Kurdistanê bi berxwedana xwe destanan dinivîsin. Ji ber vê yekê ye desthilatdariya faşîst ew çend dîn û har bûye. PKK jî HDP jî bûye girêkek li ser dilê faşîzmê. Eger ne ji wan bûya wê îro Tirkiye bibûya welatekî faşîzmê. Lê bi saya wan berxwedanek heye, bi saya wan rabûnek heye. Ji ber vê serhildanê faşîzm nikare bighêje armanca xwe. Hesabê wê şeqamê her roj li Zapê tê pirsîn. Çeteyên Erdogan û yên Soylû her rojê derbê ji gerîla dixwin. Pêşengê vê têkoşînê Rêber Apo li Îmraliyê li ber xwe dide. Şervan û şopdarên wî jî li deşt û çiyan li ber xwe didin. Canê xwe didin, lê serê xwe natewînin. Bila ew bi şeqama xwe, em jî bi berxwedana xwe bimînin. Bila ev jî ji wan re derd be.
parvê bike
Nivîsên Aslan ASLAN
Divê Elmanya gava pêşî bavêje
23 teşrînê
Navê xwe li me dikin
16 teşrînê
Sonda bi Kurdî Jiyana bi Tirkî
9 teşrînê
Bi berxwedanê tecrîd wê bişike
2 teşrînê
Di salvegerê de komployeke din
26 cotmeh
Dewleta Tirk û Însanetî
19 cotmeh
Encama Komploya 9'ê Cotmehê
12 cotmeh
Erdheja li Enqerê
5 cotmeh