Şengalê Mam Beşîr bi bîr anî
Duşem 15 Mijdar 2021 - 23:10
- Li Şengalê ji bo Hesen Dûtar (Mam Beşîr) merasîmek hate lidarxsitin. Di merasimê de sazî û rêxistnên civaka Êzîdî soz da ku xewn û xeyalên şehîdan pêk bînin.
ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS/ŞENGAL
Li Şengalê ji bo Hesen Dûtar (Mam Beşîr) merasîmek hate lidarxsitin. Di merasimê de sazî û rêxistnên civaka Êzîdî soz da ku xewn û xeyalên şehîdan pêk bînin.
Endamê kordînasyona Civaka Êzîdî, Mam Beşîr 14’ê Kanûna 2020’an ji ber ku dilê wî sekinî, canê xwe ji dest dabû û şehîd bûbû. Li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan doh bi amedebûna bi sedan welatiyên Şengalê, Serokeşîr, Oldar, tevî malbata şehîdî, bi merasimekê Mam Beşîr hate bibîranîn.
Birayê Mam Beşîr, Ehmet Dûtar sersaxî ji tevahiya gelê Êzîdî re xwest û got, “Tevlî ev qas êş û azarên ku gelê Şengalê kişandine, bê navber li ber xwe dide û li ser piyan e û em vî gelî silav dikin. Civaka ku karîbû çand û zimanê me biparêze, gelê me yê Şengalê bû, lewma xwedî derketina li Şengalê erka her kesî ye.”
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê jî Hemed Bişar got, li her çar parçeyên Kurdistanê şerekî giran tê meşandin: “Li her derê pêşengên me hedef digirin. Pêwîst e em wek malbatên şehîdan yekîtiya xwe çêkin li herçar parçeyên Kuridistanê.”
Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî TAJÊ, Kinê Xidir jî got “Mam Beşîr dewamî ji bo yekîtiya Êzîdiyan kar dikir. Bi rêxistinbûna xwe, em ê bigihin armancên xwe.”
Herî dawî ji Fermandarê YBŞ’ê, Tîrêj Şengalî got: “Em wek YBŞ û YJŞ’ê beriya her tiştî xwe wek şagirtên Beşîr, Zekî, Seîd, Şîlan û Nûjiyanan dibînin. Mam Beşîr 40 salan têkoşiya û salên xwe yên têkoşînê li Şengalê ji bo civaka xwe ya Êzîdî meşandin. Mam Beşîr li Şengalê di demên herî zehmet de, seknekî bi hêz û moral raber dikir. Em wek şagirtên Mam Beşîr li xewn û xeyalên wan xwedî derkevin.”