Şengal, piştî peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de careke din bû rojeveke herêmî û navneteweyî. Şengala ku cihekî xwe yê taybet di nava Kurdan de heye, ji serdema Osmaniyan ve, dijminên Kurdan her dixwest wê herêmê bi dest bixin. Di vê çarçoveyê de, dijminên hov 74 ferman pêk anîn; û herî dawî jî civaka Êzîdî peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de wek ferman bi nav kir.
Beriya 9'ê Cotmehê ku hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê, peymanek der barê Şengalê de îmze kir, gelek komplo û pîlan li dijî Şengalê hatibûn amadekirin. Min berê jî behsa Şengalê û detayên komployê kiribû. Lê bi ragihandina peymana 9'ê Cotmehê re êdî li dijî Şengalê û nexasim civaka Êzîdî komployeke din hate amadekirin. Ev peyman anku mirov bibêje komplo wê cihê xwe bêhtir bigire, ji ber ku îradeya pêkhateyên Şengalê û Rêveberiya Xweser ku nûnertiya wan dike, esas nehatin girtin, helbet ji komployên din ên li dijî Şengalê ne dûr e. Komploya 9'ê Cotmehê jî wekî xelekeke ji zincîrên komployên li dijî Şengalê di sedsala 21'an de ye.
Di peymana dualî de, qet behsa hebûna Rêveberiya Xweser yan jî ya hêzên YBŞ`ê ku cangorî bûn ji bo rizgarkirina Şengalê, nehate kirin. Şengalî rabûn û wan got "Yên ku em ji DAIŞ`ê re hiştin û reviyan, ne ji mafê wan e ku peymanan li ser me îmze bikin". Êdî li vir her tişt zelal bû. Şengalî ne wekî berê ne ku hema kîjan hêz were li ser serê wan xwe bike rêveberî. Êdî şengalî gelekî birêxsitinkirî ne, hêza xwe ya leşkerî heye û ne hewceyî PDK`ê ye ku parastina wan bike ne jî hikûmeta navendî.
Lê dema mirov li xalên hevpeymanê dinihêre, qeyî tu dibêjî tu li daxuyaniya Erdoganî guhdarî dikî. Jixwe, piştî peyman hate îlankirin balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê, Fatih Yildiz axivî û got, armanc ji vê peymanê qaşo "derxistina hêzên terrorist e". Bi vê yekê Yildiz bal bire ser YBŞ`ê. Bi vê helwêsta xwe Fatih da xuyakirin ku dewleta Tirk beşeke giring ji vê peymanê ye.
PDK, Iraq û dewleta Tirk armanceke wan a hevpar ji vê peymanê heye, ew jî dixwazin sûcdarên Fermana 74’an ya bi destê DAIŞ’ê li Şengalê pêk hatiye, neyên eşkerekirin û sûcdar neyên dadgehkirin. Ew baş dizanin, eger rewşa şer li tevahiya herêmê hate rawestandin, bêguman şengalî wê behsa sedema pêkanîna fermanê bikin û bibêjin çima PDK û artêşa Iraqê parastina me nekir?! Lewra piştî serdana Nêçîrvan Barzanî li Tirkiyê û hatina serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Başûrê Kurdistanê, her sê aliyan lez da vê peymanê.
Lê armancên dewleta Tirk hîna bêhtir in û tenê bi têkbirina Rêveberiya Xweser a Şengalê sînordar nînin. Dewleta Tirk, kurtkurmancî, armanca xwe ya sereke dagirkirina Şengalê ye. Dewleta Tirk ku Şengalê mîna herêmeke girêdayî Mîsaqî Millî dibîne, wê wekî deriyekî gihandina Mûsilê û Kerkûkê ji xwe re esas digire. Dewleta Tirk bi dagirkirina Şengalê dixwaze herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixe dorpêça aborî û siyasî, û peywendiyê di navbera Başûr û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re qut bike. Di heman demê de, bi dagirkirina Şengalê re, dewleta Tirk ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixe dorpêçê, lê belê Başûrê Kurdistanê jî dixe dorpêça siyasî, aborî û leşkerî û êdî bi awayekî fermî bi hikûmeta Başûr re nade û nastîne.
Dewleta Tirk berê jî dixwest bi vekirina deriyê Ovakoyî di sala 2017ʼan de, li şûna deriyê Îbrahîm Xelîl ê li Zaxoyê Şengalê dorpêç bikira. Dewleta Tirk dixwest ji Ibrahîm Xelîl heta Tileferê ya nêzî Şengalê, derî vekira. Bi vî rengî dorpêçkirina Şengalê, Başûr û Rojavayê Kurdistanê êdî ji bo dewleta Tirk hêsantir dibe.
Matmayî nemînin; eger komploya 9`ê Cotmehê çû serî, dewleta Tirk bi hincetên parastina ewlehiyê, wê bargehên xwe li Şengalê jî ava bike.
Ji bo fermaneke din li dijî Şengalê pêk neyê, şertê esasî û sereke pêkhateyên Şengalê bi hev re li dora Rêveberiya Xweser û hêza xwe ya leşkerî YBŞ û Asayîşa Êzîdxanê xwe bikin xelekek ji agir. Her wiha herêma Şengalê wekî cografî û manewî ji bo Kurdan cihekî xwe yê taybet heye. Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bê parastina Şengalê û mayîndekirina Rêveberiya Xweser li wir, nikarin statuya xwe biparêzin. Bêyî Şengalê ne mimkun e ku Kurd hebûna xwe di sedsala 21`an de biparêzin. Êdî ev rastiyek e ku divê her hêzeke Kurdan xwe jê re amade bike.
parvê bike
Nivîsên Kendal CÛDÎ
Li ser serdana şandeyên DYE`yê
25 gulanê
Polîtîka DYE’yê ya Rojhilata Navîn
18 gulanê
Mikurhatin û gotin a gelê Başûr e
11 gulanê
Taxa Teyî û dersek
4 gulanê
Vebijêrkên Rûsyayê li Sûriyê
27 nîsanê
Durûtiya WHO’yê li dijî gelan
20 nîsanê