Şengal: Hêza Jinan

Nûçeyên Çand/Huner

în 16 Çiriyê 2020 - 23:29

  • Die Kraft der Frauen (Şengal: Hêza Jinan) li bajarê Swîsreyê Baselê jî tê nîşandan.

Lîstika Şanoyê ya bi navê Jin Jiyan der Aufbruch a li ser berxwedana jinan li dijî fermana li dijî Şengalê, vê carê bi navê Şengal: Die Kraft der Frauen (Şengal: Hêza Jinan) li bajarê Swîsreyê Baselê jî tê nîşandan. Vê şanoyê Adara 2019ʼan promiyera xwe li şanoya bajarê Elmanyayê Krefeldê kiribû. Rejîsora lîstikê Anina Jendreyko ji bo amadekirina projeyê, tevî lîstikvanên şanoyê çûbû Şengalê û li cihê cih lêkolîn kiribûn.
Pêr jî lîstik li Volksbuhne ya li Baselê hat nîşandan. Lîstikvan û hunermend Carmen Dalfogo, Ivan Anderson, Esra Ugurlu, Ferhat Fegi, Süleyman Çernawa, Sosin Sewsen, Metîn Yilmaz di şanoyê de hazir bûn. Bi sedan kesî li performansê temaşe kir. Di şanoyê de jinên ku li Şengalê li berxwedayî tên nîşandan. Performansa muzîkal a Hozan Sosin û Suleyman Çernawa jî li ser dikê di nava performansa teatral de cihê xwe girtin. Di heman demê de deng û dîmenên jinên berxwedêr ên ji Şengalê jî bi projetoran li ser dikê hat nîşandan. Lîstik wê heta 24ʼê Cotmehê li heman salona şanoyê bê nîşandan.
Derhêner û senarîsta lîstikê Anîna Jendreyko piştî lîstikê ji rojnameya me re got, “Min li Şengalê û Kobanê şahidî li hêza jinan kir.” Wê got, heger daxwaz hebe, ew dixwazin lîstikê li her devera Ewrûpayê nîşan bidin.

POLÎTÎKAZAD/BASEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.