Senaryoyan bi Kurmancî bixwînin

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 4 Mijdar 2023 - 00:06

  • Banos Film li Rojavayê Kurdistanê xebatên sînemayê dike; wê bi pêşengiya Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pirtûkeke li ser senaryoyê û du pirtûkên senaryoyê wergerandin Kurmanciyê û ev pirtûk bi alîkariya Weşanxaneya Şilêr çap kirin. Ev senaryoyên bi Kurmancî, pirtûkên girîng in ku li gelek zimanên din ên cîhanê jî hatine wergerandin.

ARDÎN DÎREN

Tevî ku her roj pirtûkên Kurdî tên çapkirin jî di nav van pirtûkan de pirtûkên sînemayê yan jî wergerên bi Kurmancî yên pirtûkên hunerî, gelek kêm in. Banos Film a ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye damezirandin û xebatên sînemayî bi rê ve dibe, hewl dide di warê sînemayê de çalakiyan bike. Banos Film her sal kargehên sînemayê jî li dar dixe û piştî van kargehan bi şagirtan re filmên piçûk çêdike. Yanî Banos Film hem di warê teorî û hem jî di warê pratîkî de li Rojava di warê sînemayê de dixebite.

Banos Film par (2022) bi hevkariya Şaredariya Bolzano ya Bakurê Îtalyayê, Kongra Star ya Kobanê û Tor Filmê, li Kobanê kargehên sînemayê çêkiribûn û serketî biribûn serî. Di van kargehan de perwerdeya bingehê lêkirina çîrokê, bingehên sazkirina wêneyê, kamera, montaj, make up, ranohî, reng, deng û dîroka sînemayê hate dayîn.

Banos Film di van rojan de ragihand ku wan bi pêşengiya Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriye, û Weşanxeneya Şilêr 3 pirtûkên nû yên sînemayê çap kirine. Pirtûkên ku hatine çapkirin derbarê sanaryoyê de ne û navên wan ev in; “Made, Binyad, Şêwaz û Rêgezên Nivîsandina Senaryo” ya Robert Mckee, “Dilêr” ya Randoll Wallace û “Banê Xanî” ya Cesare Zavattînî.

Ji bo filmên Kurdî berhemeke girîng e

Welîd Bekir pirtûka bi navê “Made, Binyad, Şêwaz û Rêgezên Nivîsandina Senaryo” wergerandiye Kurmancî û Banos Film girîngiya vê pirtûkê ji bo senaryoyên filman wiha rave dike; “Giringiya vê pirtûkê Made, Binyad, Şêwaz, û Rêgezên Nivîsandina Senaryo ji du alîyan ve heye, ya yekem ew e ku pêwîstiyeke mezin ji aliyê çêkerên filman ên Kurd bi têgihişteneke zanistî û pratîkê bi şêweyên çêkirina çîrok û senaryoyê heye. Duyem jî girêdayî mijarê ye; kesên ku weke nivîskarê vê pirtûkê, nivîskar û teorîsyenê Emrîkî Robert MCKEE ewqasî ev têgihiştin rehet û encamdar kirine, kêm in.

Robert MCKEE nivîskar, mamoste û şêwirmendê warê hûnandina çîrokê yê navdar, ji bilî rêbazên naskirî û mekanîkên ku li zanîngeh û dibistanên çêkirina filman weke ders têne dayîn, bexçika wî mist e bi hewildanên nenimûneyî û çareseriyên afrîner ku li ber me ne, lê em nikarin xwe ji nimûne û qaliban dûr bixin û wan bibînin. Ev pirtûk hema hema bêje, wergerî zimanên cîhanê hemûyan bûye, em jî hem ji ber pêwîstiya wê ya zanistî û hem jî ji bo dewlemendkirina pitûkxaneya Kurdî vê pirtûkê ji xwendekar û hezkiriyên warê çêkirina filman û hûnandina çîrokê re pêşkêş dikin.”

Peywendiyeke nêzîk bi Kurdistanê re heye

Zozan Birko jî senaryoya filmê “Dilêr” yê ku derhêneriya wî Mel Gibson kiriye, wergerandiye Kurmanciyê û dide zanîn ku peywendiyeke vî filmî bi Kurdistanê re heye; “ Filmê ku li dinyayê hemûyî belav bûye û hema bibêje ku hezkiriyekî filman tine ye ku li vî filmî temaşe nekiriye, em ji bo xwendekaran rûyê vî filmî yê wêjeyî nîşan didin. Filmekî wekî ‘Dilêr’ navdar pêwîstî pê heye ku xwendekar û şagirtên beşa sînemayê têbigihîjin çawa wêje û senaryo dibe dîmen, nemaze ev filmekî li ser şoreşê ye. Derhêner û lîstikvanê Emrîkayî yê navdar Mel Gibson, di vî berhemî de têkoşîna azadiya gelê Skoçyayê li hemberî dagirkeriya Ingilîzan bi awayekî pirr rasteqîn û bêqisûr derxistiye holê. Ev berhem ji aliyê ramanî û pratîkî ve pêwendiyeke pirr nêzîk bi rewşa welatê me re li her çar aliyan heye, nemaze ku sînemaya kurdî hîn bi tevahiya giraniya xwe -weke huner- bi şêweyekî berpirsyar girêdayî doza Kurdî ye.”

Ji şagirtên sînemayê re nimûneyek bêhempa

Rojnemavan û nivîskar Rizoyê Xerzî jî senaryoya filmê “Banê Xanî” ya ku derhênerê Îtalyayî Vîttorîo De Sîca derhêneriya wî kiriye, wergerandiye Kurmanciyê. Senaryo ji hêla senarîstê navdar ê Îtalyayî Cesare Zavattînî ve hatiye nivîsandin.

Banos Film girîngiya vê pirtûkê jî wiha tîne ziman; “Dî dîroka sînamayê de ew pêla li Îtaliyayê ku ji sala 1945’an heta 1960’î bi navê ‘Neo Realîsmo’ (Rastîbîniya Nû) derketiye û bandoreke mezin li warê çêkirina filman li seranserî dinyayê kiriye, ev her du zilam bi roleke mezin rabûne di wê tevgerê de. Cesare Zavattînî wekî senarîst û teorîsiyenê tevgera Neo Realîsmo tê zanîn û Vîttorîo De Sîca jî yek ji derhênerên vê pêlê yê navdar e. Her çiqas hingê wekî film, filmê “Dizê Bisqilêtan” (Vîttorîo De Sîca) li dinyayê belav bûye û weke filmê herî girîng ê vê pêlê were zanîn jî ev senaryoya ku em ji we re hildibijêrin jî, her gavê ji hezkiriyên xwendinê û ji şagirtên sînemayê re bûye nimûneyeke bêhempa. Bi çav û kamereyeke çavdêr û bi bikaranîna kesayetên ku esas ne lîstikvan in, tevî cih û warên xwezayî ku girêdayî mijarê ne, Rastîbîniya Nû ya Îtalî ya nûjen şopandin û derxistina derdê hejar, perîşan û feqîrên piştî şerê cîhanê yê duyem ji xwe re xiste hedef û mebest.

Cesare Zavattînî di vê berhemê de regezên tevgera Rastîbîniya Nû ya Îtalyayî bi awayekî zelal û berbiçav aniye ziman.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.