Şehîdên heqîqetê: Cîhan û Nazim
Şemî 21 Kanûn 2024 - 03:15
- Dewleta Tirk a dagirker careke din rojnamevan kirin hedef. Di êrişa balafira bê mirov û biçek a dagirkeran de nûçegihana ajansa ANHA’yê Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan şehîd bûn.
Dewleta Tirk a dagirker careke din rûyê xwe yê reş nîşan da û êrişê rojnamevanan kir. Nûçegihana ANHA’yê Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan ku ji 8’ê Kanûnê û vir ve li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, herwiha berxwedana şervanan a li dijî dagirkeriyê dişopandin, bûn hedefa êrişa balafirên dewleta Tirk a dagirker.
Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan 19 Kanûn 2024 dema karê xwe yê rojnamevaniyê dimeşandin, saet di 15.20’an de, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajaroka Sirînê de wesayita wan ji aliyê balefireke bê mirov û biçek a dewleta Tirk ve hat bombebarankirin. Di encama êrişê de her du rojnamevan şehîd bûn, ajokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû.
Pêvajoyên dîrokî pênase kir
Rojnamevan Cîhan Bîlgîn ku li kuçeyên Amedê weke generala biçûk a Apê Mûsa dest bi xebatên Çapemeniya Azad kir, her tim li ser şoreşa jinan û berxwedanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sekinî û bi nûçeyên xwe, pêvajoyên weke “dîrokî” pênase dikir, ronî kir. Cîhan Bîlgîn di 27’ê Cotmeha sala 1995’an de li navçeya Midyadê ya Mêrdînê jidayîk bû. Piştî perwerdeyê, di sala 2014’an de Çapemeniya Azad nas kir. Weke generala biçûk a Apê Mûsa, li kolanên Amedê dest bi xebatan kir. Cîhan Bîlgîn, belavkariya rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê kir. Di sala 2014’an di dema êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê de beşdarî çalakiya nobetê ya li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bû. Xeyala wê ya herî mezin jî ew bû ku “Şoreşa Jinê” ya piştî rizgarkirina Kobanê bibîne û şahidiya wê bike. Li ser vê yekê, di sala 2016’an di meha Kanûnê de berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Ajansa ANHA xebatên xwe yên Çapemeniya Azad domand.
Bi hestiyariya xwe bû mînak
Cîhan Bîlgîn, yek ji xwendekarên kedkarê Çapemeniya Azad rojnameger-nivîskar Seyît Evran (Seyît Mahmût Evran) bû. Cîhan Bîlgîn, bi çêkirina her nûçeya xwe bi raya giştî re “heqîqet” parve kir. Ji Qamişloyê heta Hesekê, ji Hesekê heta Şehba û Minbicê, her tim berê kameraya xwe da berxwedêran. Di dema êrişa DAIŞ’ê ya di 20’ê Çileya 2022’yê ya li dijî Girtîgeha Sina ya Hesekê de jî tevî hevalê xwe yê rojnameger Nazim Daştan kêlî bi kêlî rastî ragihand û bû yek ji wan rojnamegeran ku rastiya li wir bi cîhanê re ragihand. Cîhan Bîlgîn yek ji wan rojnamegeran bû ku tev li kampanyaya li dijî “êrişên dagirkeriyê” yên li ser Herêma Kurdistanê hatibû destpêkirin bû. Cîhan Bîlgîn, ne tenê bi nûçeyên xwe, di heman demê de bi hestiyariya xwe ya li hemberî bûyerên civakî jî her tim ji hevalên xwe re bû mînak.
Berxwedana jinan dişopand
Nûçeya Cîhan Bîlgîn a dawî ku di ANHA’yê de hate weşandin, bi yek ji fermandarên eniya Qereqozaqê Roj Engîzek re hevpeyvîn kiribû. Di nûçeya xwe de berxwedana jinan raxistibû ber çavan. Cîhan Bîlgîn, beriya were qetilkirin têkildarî geşedanên li herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî bû. Di nirxandinên xwe de bal kişandibû ser armanca dewleta tirk û koma paramîlîter a ji Turbeya Silêman Şah û wiha gotibû: “Gelên herêmê di encama berxwedaneke mezin de tarîtiya DAIŞ’ê têk bir. Lê belê niha jî dewleta tirk dixwaze heman tarîtiyê bîne ser vê xakê. Divê gelên cîhanê mîna li dijî DAIŞ’ê, niha jî li dijî êrişan dengê xwe derxîne. Pêdiviyeke jiyanî ye ku di avakirina Sûriyeya nû de statûya modêla Rêveberiya Xweser were naskirin.” Cîhan Bîlgîn, demekî kin beriya were qetilkirin, ji hempîşeyekî xwe re peyama dawî şandibû û wiha gotibû: “Pêvajoyeke dîrokî li benda me ye.” Bi vê peyama xwe bal kişandibû ser girîngiya geşedanên dîrokî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Di kadraja wî de têkoşîna gel hebû
Rojnameger Nazim Daştan, ji Efrînê heta Reqa, Tebqa, Dîlok û Şirnexê li gelek qadan gelek nûçe çêkir û di kadraya wî de her tim têkoşîna gelan hebû. Rojnameger Nazim Daştan di 27’ê Tebaxa sala 1992’yan de li gundê Dibeglî yê navçeya Giyadîn a Agiriyê ji dayik bû. Dibistana seretayî li gund xwend, dibistana navîn li Giyadînê û dibistana amadehî jî li navenda Agiriyê xwend. Daştan, di sala 2011'an de beşa Radyo, Sînema û Televîzyonê ya Zanîngeha Dîlokê qezenc kir. Dema Daştan xwendekarê zanîngehê bû Çapemeniya Azad nas kir û di sala 2012’an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi nûçegihantiyê kir. Di demekî kin de hînî pîşeya rojnamegeriyê bû û heta roja me jî dev ji Çapemeniya Azad berneda û îmzeya xwe li bin gelek nûçeyan da. Di sala 2014’an bi êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê re hate ser sînor. Kêliyên ku leşkerên dewleta tirk û DAIŞ’iyan li noqteya leşkerî ya li gundê Tilwerdanê yê Pirsûsê sihbet bi DAIŞ’iyan re dike û diçûn destên hev kişand.
Em ê pênûsa xwe fedayî gel bikin
Piştre jî derbasî navçeya Silopiya ya Şirnexê bû ku qedexeya derketina kolanan li wir hatibû ragihandin. Daştan, bi nûçeyên xwe binpêkirinên li vir yek bi yek vegot û kişand. Di sala 2016’an dema xebatên xwe yên rojnamegeriyê didomand, bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê. 5 mehan di girtîgehê de ma û piştre hate berdan. Daştan, li ber deriyê girtîgehê anî ziman ku ew generalên Apê Mûsa ne û ev tişt anî ziman: “Em ê pênûsa xwe bêhtir fedayî gel bikin, em ê hîn bêhtir têkoşîna gel bixin kadraja xwe.” Piştî rizgarkirina Kobanê, Daştan ji bo kişandina texrîbata DAIŞ’ê rê li ber vekirî, ji Pirsûsê derbasî Kobanê bû. Di sala 2016'an de dema xebatên xwe yên pîşeyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomand, di dema rizgarkirina Şengalê de çû Şengalê û dema Reqa hatî rizgarkirin li Reqayê, dema êrişên ser Efrînê hatin destpêkirin li Efrînê û di dema êrişên ser Girê Spî de jî li Girê Spî bû. Rojnameger Daştan di 5’ê Nîsana sala 2017’an dema operasyona Tebqayê dişopand, bû hedefa DAIŞ’iyan. Di êrişê de Daştan birîndar bû û piştî tedawiya wî temam bûyî jî dîsa ji bo şopandina geşedanan vegeriya qadê. Daştan, êrişên DAIŞ’ê yên di 20’ê Çileya 2022’yan ên li dijî Girtîgeha Sina ya Hesekê şopand û rastiya li wir bi hemû cîhanê re parve kir.
Bû dengê fermana Şengalê
Daştan, dema xebatên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomand, di beşa wêneyan a Xelatên Rojnamegeriyê yên Apê Mûsa û Şehîdên Çapemeniya Azad de Xelata Juriyê ya Taybet wergirt. Wêneyê Daştan ê têkildarî malbateke ku di bombebarana li ser Efrînê de birîndar bûbû, hêjayî xelatê hatibû dîtin. Her wiha Daştan li Şengalê jî 73 belgefîlmên kurt ên şahidiya jinên ji komkujiya DAIŞ’ê rizgar bûbûn vedigot, çêkir. Di belgefîlman de jinan şahidiya xwe vedigot û Daştan bal kişandibû ser baweriya êzdatiyê. Fîlm, di mîhrîcanên fîlman ên navneteweyî de hatin nîşandan. Daştan, herî dawî jî geşedanên piştî hilweşîna rejîma Baasê ya 61 salî li Sûriyeyê diqewimîn bi raya giştî ya cîhanê re parve dikir. Piştî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê, berê xwe da Til Rifetê û piştre jî çû Minbicê. Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji bo parastina sivîlan biryar da ku bajar vala bike û li ser vê yekê Daştan derbasî herêma Qereqozaqê bû. Daştan, bi rojan geşedanên li vir dişopand û rastiyên li wir bi raya giştî re parve kir. Daştan, dema ji Qereqozaqê derbasî herêma Bendava Tişrînê dibû, li nêzî bajarokê Sirrînê di encama êrişa dewleta tirk a bi SÎHA’yan de hate qetilkirin. Daştan, tevî nûçegihana ANHA’yê Cîhan Bîlgîn hate qetilkirin. Di êrişê de ajokarê wesayîtê jî birîndar bû.
NAVENDA NÛÇEYAN