Şehîdên Cotmehê hatin bibîranîn

Yekşem 24 Cotmeh 2021 - 23:52

  • Şehîdên Cotmehê yên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê li Berlîn, Den Haag û Osloyê hatin bibîranîn. 

Şehîdên Cotmehê yên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê li Berlîn, Den Haag û Osloyê hatin bibîranîn. 

Li bajarê Holandayê Den Haagê, ji bo bibîranîna şehîdên Cotmehê gelek kes kom bûn. Berdevkê Komîteya Malbatên Şehîdan a Holandayê Metîn Yuce li merasîmê axivî û bal bire ser girîngiya dilsozî û xwedîderketina li şehîdan.

Aktîvîst Zeynep Xelal Bafe jî berxwedana Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bi bîr xist û got, îro jî şopdarên Bêrîtanê li dijî êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk li ber xwe didin.

Di civîna bibîranînê de sînevîzyonek li ser şehîdên Cotmehê hate nîşandan.

Şehîdên Cotmehê li paytexta Norwecê Osloyê, bi pêşengiya Însiyatîfa Jinê ya Norwêcê hatin bibîranîn.

Nûnera însiyatîfê Bêrîtan, Sarya, Ronahî, Şukru Serhed û gerîlayên di êrişên kîmyewî de şehîd bûn, bi bîr anîn. Di civînê de fîlma Bêrîtan jî hate nîşandan.

Meclîsa Jinê ya Dest-Dan a li Berlînê jî şehîdên meha Cotmehê yên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi bîr anîn.

Piştî rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan, sînevîzyonek hate nîşandan û nameya Andrea Wolf (Ronahî) û rojnivîska gerîla Selma Dogan (Zinarîn) hatin xwendin.

Piştî nîşandana sînevîzyonê li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Meclîsa Nav-Berlinê, Huseyîn Guneş got, ew ê bi têkoşîna şehîdan re bin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.