Şehîdê Kurdistanê ye

Duşem 16 Çile 2023 - 10:27

  • KCK: Hevalê Veysî Taş li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, çalakiyek siyasî kir û gihişt şehadetê. ew êdî tevlî karwanê şehîdan bûye û bûye şehîdekî Kurdistanê.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî Veysî Taş ê ku ji bo protestokirina Rêber Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir, daxuyaniyek weşand û got; "Me çalakiya heval Veysî Taş û gotinên wî yên di dema çalakiyê de, ji çapemeniyê bihîst. Hevalê Veysî Taş li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, çalakiyek siyasî kir û gihişt şehadetê. Em di şexsê heval Veysî Taş de, car din hemû şehîdên şoreşê û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza serketinê ya ku me dane şehîdan, nû dikin.

Ew tevlî karawanê şehîdan bû

Weke ku ji peyama hevalê Veysî Taş hate fêmkirin, welatparêzekî pir bi hêja bû ku temenê xwe daye têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê. Heta dawiya jiyana xwe li dijî dijminê qirker û mêtinger têkoşiyaye. Lewma tê dîtin ku di asta herî dawî de kesekî zane û xwedî hesteke kûr a welatparêziyê ye. Bi gihiştina asta şehadetê re, ew êdî tevlî karwanê şehîdan bûye û bûye şehîdekî Kurdistanê.

Hevalê Veysî dilsozê Rêber APO bû

Hevalê Veysî Taş bi vê çalakiya xwe bi awayekî pir zelal dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re û nirxê Rêber Apo yê ji bo gelê Kurdistanê çiqas mezine, danî holê. Çalakiya ku pêk aniye nîşan daye ku ew bi evîn û hezkirinek kûr dilsozê Rêber Apo û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ye. Çalakiya wî jî mînaka cesaret û dilsoziyeke mezin e. Rêzdarî û hezkirinek mezin heq dike. Peyamên ku ji me re hiştî jî di asta herî jor de pir bi wate û girîng in. Bangên ku li gelê Kurd kir û peyamên ku daye hunermendên Kurd, divê bi baldarî bê pêkanîn. Em weke tevgera azadiya Kurd, bang û daxwazên hevalê Veysî Taş, ji xwe re ferman dibînin û em ê wisan nêz bibin.

Bi çalakiya xwe bang li gelê me dike

Hevalê Veysî Taş çalakiyek mezin kiriye, bang li gelê me, dostên me û hêzên demokrasiyê kiriye ku heta misogerkirina şert û mercên tenduristî, ewlehî û azadiyê yên Rêber Apo têkoşîn bê mezinkirin û ber bi serketinê ve bê birin.

Têkoşînê mezin bikin

Peyam û banga esas a ku hevalê Veysî Taş ji bo me kir; nerazîbûna li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bê mezinkirin û pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê bê şikandin. Em ji bo şikandina pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê û ji bo misogerkirina azadiya Rêber Apo ku banga esasî ya heval Veysî Taş û hemû şehîdên me ye, bang li gelê xwe, dostên xwe û jinan dikin ku nerazîbûneke hîn xurttir raber bikin û têkoşînê bilind bikin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.