Şehid xwediyê jiyanê ne

Nûçeyên Forum

Şemî 31 Tebax 2024 - 02:45

NÛRHEQ GULBAHAR

Li ku derê dibe bila bibe, çawa dibe bila bibe û çi dem dibe bila bibe, hebûna herî bi nirx û bi wate daxwaza jiyaneke bi rûmet û hewildana ji bo vê yekê ye. Li hemberî jiyaneke mirî û ji kerametê dûr ku ev yek daxwaza her cure serdestiyê ye, dana ser rêya jiyana bi wate, hilbijardeyeke herî bi hêze. Û ev hilbijardin xewnereşka hemû serdestan e. Ev serdestî te divê serdestiya di nav malê de be, te divê serdestiya çînek li ser çîneke din be, te divê ev serdestî serdestiya netewek li ser neteweke din be, ji hêla mirov ve hilbijardina daxwaza jiyaneke bi wate û bi nirx xeternaktirîn hilbijarde ye. Ji ber ku serdest dizane, hilbijardin, bi xwe re helwestê tîne. Ev helwest jî xîretê û xîret jî, bi her ziraviyên xwe honandina jiyanê bi azadiyê re pêk tîne. Şehîd asta herî jor ên xwediyê vê jiyanê ne. Şehîd di gihandina Xwebûnê de asta herî berz e. Êdî mohra xwe li vê rastiyê dide û derbaskirina qonaxa wateya herî kur, herî berfireh û herî dijware. Şehîd wate û heqîqeta herî saf û pîroz e. Derbarê her kesên ku di vê rêgehê de bi azweriyeke bê sînor dimeşin û şehîd dibin de nivisandin, bi serê xwe zehmete. Ji ber ku ne peyv û ne jî pênase têr nakin da ku mirov bikaribe heqê vê wateyê bi rastî jî bide. Lê heke ji xwe bi şehîd re kêliyên jiyanê, xebat, xweşî û nexweşî, ken û girî, şev û roj, bi kurtasî jiyan bi hev re hatibe parvekirin, ev zehmetî xwe dike girêkeke kor. Lê fermana şehîd jî xwe ferz dike. Ji ber ku di rastî de ev heqîqet ne ji bo ew kesên ku bi hev re li ser rêyekê dimeşin tê ser ziman. Ji ber ku em vê rêwitiyê ji hebûnên hev re dikin. Şehîd di hebûna me de û em jî di wateya şehîd de xwe ava dikin.  Heval Gulistan û Hêro jî hevalên bi vî hawî bûn. Me rêwîtiya hev kir. Di kesayetên her du rêhevalan de li kêleka bişirîn û zengila kenê li ser rû, hilbijardin, helwêst û xîreta ji bo wê jiyana bi keramet û azad dît. Ji ber wê, ji 23ê meha Tebaxê û vir ve êdî ew jî xwedî jiyanê ne. Mirinê bi şehadeta xwe kuştin. Her wiha ji ber ku ewqas rasteqîn bûn, bi wê kêliya ku ji dijmin û ji xulamên dijmin kirnê ku ew kuştin, rastî û perdeya li pêş rûyê wan ê reş li pêş çavên her kesî rakirin. Nîşan dan bê dijmin çiqas ji wê hebûna wan a hêja ditirse û her wiha dîsa nîşan dan bê rûyê reş ê xulamên dijmin çiqas kirête. Hêza heqîqetê jî ev e. Bi mirina xwe jî xwedî li heqîqetê derketin. Nîşan dan bê hêza xwedî derketina peyvê çiqas xwirte û dijmin çiqas ji vê ditirse. Ji hevkarên dijmin re jî nîşan dan bê çiqas nêzî dijmin be ewqas ji Kurd dûr e. Nîşan dan bê hişmendiya wan çendîn derew e, li ser mêzên gemar çawa ji bo kuştina ewladên herî hêja yên vê niştimana ku me sond li ser xwarî, plan û xefk tên vedan. Kuştinên me jî êdî xewnereşkên şevên wan in. Di wan xewnan de jî destê me li ser qirika wan e. 

Di jiyanê de dewlemendiya herî hêja û bi nirx keda bêhesabe. Gulistan xwedî keda bê hesab bû. Hêro di vê kedê de bi hemû paqijiya di dilê xwe de hevpar bû. Ewan bi vê kedê kêliya xwe jî û dahatûyê jî serxistin. Bi hêz bûn, ji ber ku bi gotina xwe re yek bûn. Gulistan ji rastiya ku pê bawer bû, kêliyekê jî dûr neket. Xwe bi wê rastiyê di her kêliyekê de li ba me hevalên xwe, li derdora xwe, li ba her mirovekê ava kir. Hêro navê xwe ji kulîlkekê werdigirt ku navek encax ewqas dikare li mirov bê. Hêroya dilê hemû heval û nasên xwe bû. Her du jî xwedî hilbijardina jiyaneke bi rûmet bûn. 

Di ber van her du jinên xwedî nasnameya jiyaneke bi rûmet de, di xwedîderketina wan de em berpirsiyar in. Li hember vê cureya şehîdbûna wan, em berpirsiyarin ku nehêlin kujer û hevkar yek kêliyekê be jî dilrehet be. Ji bo şehîd bicîhanîna berpirsiyariyan, binxistina dijmine ji ber ku. Ji bo vê em weke gelê Kurd ên welatparêz û azadîxwaz, mirovahiya bi rûmet, ew kesên ku hevparên heman xewna azadiyêne divê em bi her awayî berpirsiyariyên xwe bicîh bînin. Lê bi taybetî em jin berpirsiyar in. Ji ber ku destpêkê dixwazin li me bidin. Û em dizanin di lêdana her jinekê de li me tevahî jinan didin. Lê îro di destê me de meşaleya me ya " Jin, Jiyan, Azadî" heye ku hêvî dide tevahî cîhanê. Lê em jibîr nekin, welatê me Kurdistan havênê wê meşaleyê ye, Rêbertiya me weke diyarî ev da me. Ji xwe Gulistan û Hêro hilgirên wateya vê drûşmeyê bûn. Wê demê em berpirsiyarin bê bi wê meşaleyê li derdora Gulistan û Hêroyan bigrin da ku dijmin biqutife di cihê xwe de. Bi taybetî jinên ji Başûrê Kurdistanê berpirsiyar in. Ji ber ew studyoya ku Gulistan û Hêro tê de karê veguhestina heqîqetê dikirin, yek bi yek bi her jinekê re mijûl dibû. Divê daxwaza heq û edaletê bikin ku herî zêde pêwistiya jinê pê heye. Şehadeta her du hevalan divê hêz û hevgirtina jinan derxîne holê da ku ev hêz û hevgirtin pêşiya dagirkeriyê, pêşiya hevkariya dagirkeriyê, pêşiya kuştina jinan bigre. Encax wê demê dikare bibe xwedî jiyana bi wate. Ji bo şehîdan divê bersiveke me hebe. Bersiva herî hêja ya me jinan jî wê ev bawerî, hêz û hevgirtina me be.

Ev ne daxwazeke xeyaliye, şehîd vê xeyalê şênber kirine. Ya li ser me dimîne pêkanîne. Li pêşiya vê pêkanînê jî çi astengiyek nîne. Helwêst û xîret ji her demî zêdetir niha xwe li ser me ferz dike. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.