Şehîd Herekol ji cara 8’an re hazir e

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 15 Cotmeh 2024 - 00:52

Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi koordîneya Desteya Çandê ya kantona Cizîrê salane Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li dar dixe. Gelek çapxaneyên xwecih û yên navneteweyî beşdar dibin.

Cara yekemîn 20`ê Tîrmeha 2017`an Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol ji bo bîranîna têkoşer û nivîskar Hisên Çawîş hat lidarxistin.

Komîteya Amadekar a pêşangehê amadekariyên lidarxistina pêşangehê bi dawî kirin. Li gorî endamê komîteyê û nivîskar Ebdulmecîd Xelef, pêşangeha îsal bi dirûşma "Ka em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê" li dar dikeve.

Xelef diyar kir ku ji 4 mehan ve amadekariyên pêşangehê tên kirin. Her wiha da zanîn ku ji bo lidarxistina pêşangehê bi saziyên wêjeyî, çapxane û nivîskaran re koordîne kirine ku "helwestên wan erênî bûn".

Xelef behsa girîngiya pêşangehê kir û got: "Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêşangeh çalakiya hunerî ya herî girîng e. Ji ber ku gelek çapxane, nivsîkar ji hundir û derveyî herêmê tev lê dibin, ji bo veguhastin û parvekirina nêrîn û têbiniyên girêdayî wêje û çanda giştî, derfetek e. Lidarxistina pêşangehê roleke mezin di xurtkirina çanda xwendinê nava civakê û teşwîqkirina nivîsandinê de dilîze. Em dikarin bêjin ku ji bo tevgera çandî û wêjeyî ya herêmê destkeftiyeke mezin e."

54 weşanxane tevlî dibin

Li gorî komîteya amadekar pêşangeh li hola Zana ya bajarê Qamişloyê li dar dikeve. Ji 15`ê Cotmehê heta 22`ê heman mehê ye. Di wan 8 rojan de 54 çapxane û saziyên wêjeyî bi 143 hezar pirtûk û bi 15 hezar sernavan beşdar dibin. Xelef wiha pê de çû: "Di vê dewreyê de, gelek çapxane û nivîskar ji Kurdistanê, Sûriye, Lubnan, Iraq, Balçîka, Brîtanya, Misir, Kiwêt û Îmaratê hene. Dê pirtûk werin pêşandan bi zaravayê Kurmancî û Soranî, Erebî, Tirkî, Ingilîzî, Rûsî, Fransî, Suryanî, Ermenî û Almanî bin. Mijarên pirtûkan ev in: wêje, çîrok, roman, helbest, çîrok, şano, lêkolîn, felsefe, zanistên civakî, siyaset, fikir, dîrok, ziman, rêziman, ferheng, gotarên cuda û yên zarokan."

Pirtûkên xwecih zêde bûne

Xelef da zanîn ku bi rêjeya ji sedî 45 pirtûkên pêşangehê, bi zimanê Kurdî ne, bi rêjeya ji sedî 25 jî berhemên jinan hene, ji sedî 40 jî berhemên wêjeyî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Xelef têkildarî tevlêbûna berhemên xwecih ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got: "Îsal çapkirina pirtûkên xwecih zêde bûye. Li gorî salên berê, çapkirin û berhemên wêjeyî nemaze yên jinan û yên bi zimanê kurdî, zêde bûne."

Semîner, panel û bernameyên hunerî

Di pêşangehê de, bernameyên çandî û hunerî mîna semîner, panel û şahiyên îmzekirina pirtûkan têne lidarxistin. Xelef di dawiyê de got: "Komîteya amadekar dê piştgiriya hezkiriyên pirtûkan bike. Ji bo beşdarbûna wan di pêşangehê de hêsan bibe, em ê di rojên pêşangehê de li bajêr û bajarên din otobusan eyar bikin. Çapxaneyên tev li pêşangehê bibin wê nirxê pirtûkan heta ji sedî 40 kêm bikin. Ji bo xwendekaran jî me kert amade kirine, ji bo ku bê pere pirtûkan wergirin. Li kêleka wê saziyên beşdar jî dê destekê bidin û pirtûkan diyarî xwîneran bikin. Em ê bi her şêwayî pêşangehê bi ser bixin."

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.