Sedsala nû ya me Kurdan e
Pêncşem 24 Mijdar 2022 - 04:24
ERDAL BAZ/BERLÎN
Êrişên dewleta Tirk ên ji 19'ê Mijdarê ve her dewam dikin. Di van êrişan de heta niha bi dehan welatî û şervan şehîd bûn. Êrişên dagirkeriyê yên qirker 5 roj li pey xwe hiştin. Serokkomarê dewleta Tirk Tayyip Erdogan jî bi daxuyaniyekê got, êriş wê bi rengê êrişên hewayî tenê dewam nekin. Bi ser de jî hêzên çete yên ser bi dewleta Tirk a dagirker niha amadekariyên êrişekê dikin. Li ser mijarê em bi nûnerê PYD’ê yê Karên Derve Dr. Ebdulkerim Omer re peyivîn.
Ebdulkerîm Omer dibêje, ev êriş dewama êrişên din ên Erdogan e û wiha peyivî: “Erdogan ji roja destpêkê ya Şoreşa Rojava ve bi her rêbazê êriş dike. El Nusra bi kar anî, DAIŞ bi kar anî. Artêşa xwe bi kar anî. Çete bi kar anîn. Av ji ser Rojava qit kir, nexweşî belav kirin û êriş bire ser tevahiya destketiyan.”
Erdogan dixwaze dîrok dubare bibe
Ebdulkerîm Omer got, Erdogan dixwaze dîrok dibre bibe û Kurd weke destpêka sedsala 20'an dîsa bê destketî û statu bimînin: “Erdogan dixwaze Kurd di destpêka sedsala 21'ê de dîsa bê destketî bimînin. Yenî ev ne tenê gaveke besît a ji bo hilbijartinê ye.”
Ebdulkerîm Omer got, heger êriş dewam bikin û ji bejahiyê ve êriş bibe, encamên cidî wê derkevin holê: “Beriya her tiştî êriş wê rê li ber koçberiyeke mezin vekin. Jixwe, Erdogan jî vê dixwaze. Ew dixwaze li Rojava mirov nemînin. Piştre ew ê Rojava bi çeteyên xwe tijî bike.”
Erdogan ji ewlekariya dinyayê re tehlûke ye
Ebdulkerîm Omer got, DAIŞ ji bo dinyayê hemûyî tehlûke ye û Erdogan dixwaze rih bi vê tehlûkeyê ji nû ve bîne. Wî li ser meseleyê bal bire ser zehmetiye kontrolkirina DAIŞ'iyên li kampa Holê jî: “Kampa Holê tehlûkeyeke cidî ye. Terorîstên li çar aliyên dinyayê lê hatine berhevkirin. Ev ne tenê ji bo Rojava ji bo tevahiya dinyayê jî tehlûke ye. Erdogan bi van êrişan ewlekariya dinyayê dixe tehlûkeyê”.
Ebdulkerîm Omer da zanîn ku di hevdîtinên dîplomatîk de, her kesê ew pê re peyiviye, bi vê rewşê dizane, lê li gorî wê gavê naavêje.
Em ê miletê xwe biparêzin
Ebdulkerîm Omer di dewamê de got, bi çi berdêlan dibe bila bibe, “Em ê miletê xwe û welatê xwe biparêzin, em ê vê erka xwe bi cih bînin. Bila kes ji vê nekeve şikê. Erê em hişyar dikin, lê ev ne qelsiya me ye. Em dixwazin xelk li tehlûkeyê serwext bibe.”
Garantor erka xwe bi cih naînin
Ebdulkerîm Omer da zanîn ku hêzên garantor Rûsya û DYE heta niha erkên xwe yên garantoriyê bi cih naînin û wiha peyivî: “DYE û Rûsyayê bi Tirkiyeyê re peymaneke agirbestê kiribûn. Lê heta niha, herduyan jî dengê xwe nekiriye. Divê her du dewlet jî berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. NEteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê, Koalîsyona Navneteweyî jî divê bi berpirsiyariyên xwe rabin.”
Em têk biçin PDK bi ser nakeve
Li ser helwêsta PDK’ê jî, Ebdulkerîm Omer got, heger Rojava têk biçe, PDK wê bi ser nekeve: “Îro roj mirov biîe bi dijminên gelê Kurd re bibe yek û li bendê bimîne ku ew bi ser kevin, ev şaşiyeke mezin e. Em bişikin, ew jî wê bişikin. Parçeyek bişike, parçeyên din jî dişikin. Armanca me ew e ku ruhê Kobanê ji nû ve bê avakirin. Li şûna ku PDK wê bi qatilê Kurdan re bibe yek, bila bi ciwanên Kurdan ên ji çar parçeyan re bibe yek, weke li Kobanê, cihê ku wan ciwanan heta ku xwîn di laşê wan de geriya, şer kirin. bila bi wê Kobanê re bibe yek. Sedsala nû wê nebe weke ya Erdogan dixwaze, wê bi rengê dilê me be. Em ê ji bo vê têbikoşin. Ti kes bila li bendê nebe ku bêstatubûnê hîna jî li Kurdan ferz bike.”