Sedsala hestûyan û tenêtiyên trajîk

Nûçeyên Forum

Sêşem 6 Îlon 2022 - 02:09

  • Yanî heger me ew bi tenê nehişta û piştgiriya xwe jê kêm nekira, belkî wî ev gotin nekira û ruhê wî aramtir bibûya. Lê me jî bi qasî dewletê “Diyarbekir bi serê wî de anî xwarê!” Dizanim bavê şehîd bi vê gotinê îşaret bi zilma dewletê û vê nêzîkatiya hovane dike, lê dîsa jî diviyabû ev tenêtiya trajîk a ne kêmî heqaretê, nebûna para wî. 

 

 

ARDÎN DÎREN

 

“dê dirêj bidome testên DNA’yê…

lê hestiyan ji zû ve nasnameya

dildara min diyar kiriye

“Kurdistan” 

pêdivî bi DNA’yê nîn e!”  erd. agron

 

Heger ji bo Kurdan sedsala çûyî û ev çarîka nû ya vê sedsalê were pênase kirin, bi kurtasî meriv dikare weke “sedsala hestûyan” bi nav bike. Her wiha di nava vê sedsala hestûyan de “tenêtiyên trajîk” yên malbatên Kurd jî divê werin nirxandin. Dê û bavên ku dilên wan hatine sotin û emrên xwe li pey hestiyên zarokên xwe derbas kirine… Ji Koçgirî heta bi Dêrsimê, ji Geliyê Zîlan ta Newala Qasaba, axa Kurdistanê bi gorên komî tije ye! Heya niha jî bi cihê hin gorên komî nayê zanîn û hew maye hestû zîl bidin! Piştî salên 90’î jî Kurd hatin revandin û kuştin û dewleta Tirk ti carî dev ji zilma xwe berneda. Gelek kesên hatin revandin hîna jî winda ne û mezelekî wan tine ye. Wisa dixuye ku Kurd wê di vê sedsalê de jî li pey hestûyên zarokên xwe bigerin û ev rewşa dûrî insanetiyê wê her dewam bike. Tişta girîng ew e ku di vê rêwîtiyê de malbat bi tenê neminin û civak jî li wan û bibîranînên şehîdan xwedî derkeve. Nexwe ev trajedî û tenêtiya malbatan wê kûrtir bibe û dîmenên tenêtiya wan me di şermê de bihêlin! 

Nizanim çima lê dema ez çav bi wî wêneyî ketim min ji xwe şerm kir! Dilê min ranekir ku wî wêneyî parve bikim. Her wiha ji bo karibim li ser vê rewşê çend gotinan bikim jî  sekinîm û min hinek bala xwe da bertekên ji bo vî dîmenî hatin nîşandan. Erê, rast e, ev heqareteke mezin û nêzîkatiyeke hovane bû. Bê lome, bila neyê serê ti kesî. Bila ti bav û dê rastî nêzîkatiyeke wiha neyên. Diviyabû ev dîmenên zilmê belav bibûna û hovîtiya vê dewletê bihata zanîn. Axir me dinya bi xwe hesand û gelek kesan ev hovîtî dît û parve jî kir. Helbet helwêstên bi vî rengî bi qîmet in û divê her tim hebin. Lê rastiyeke wiha jî heye, em gelek caran bi hestiyarî (ne tiştekî xerab e) parve dikin van dîmenan û paşê jî zû ji bîr dikin. Yanî em vê rewşê venaguherînin hafizayekê, bîrekê û li ser nasekinin. Divê ev dîmen qet ji ber çavên me neçin û em ti carî zilma dewletê ji bîr nekin. 

 

‘Me çima ew bi tenê hişt?’

Hovîtî û zilma vê dewleta ku ji xwe ti carî şerm nake jî li hêlekê, dema ez çav bi wêneyî ketim, tişta ewil bala min kişand ser xwe, tenêtiya bavê şehîdekî bû. Tenêtiya wî dile min êşand bi rastî jî. Ev tenêtiyeke trajîk bû. Qederekê min li wî telîsê ber dilê bavê şehîd nihêrî û li ser vê rewşê ango tenêtiya trajîk hizirîm. Ti kesî behsa tenêtiya bavê şehîd ê li ber derê dadgehê nekir! Ti kesî nepirsî û negot, “Me çima ew bi tenê hişt?!” Helbet ev rewş ji bo her malbatê pêvajoyeke xedar e. Bi sal û mehan li pey hestûyekî digerin da ku karibin ji keç û lawên xwe re mezelekî çêkin û li ser gora wî diayekî bikin. Lê bi ya min ev tenêtiya wan a trajîk jî bi serê xwe meseleyek e û divê em weke civaka Kurd vê heqareta li malbatên ku li pey hestûyên zarokên xwe digerin, qebûl nekin û wan bi tenê nehêlin. Divê em bi piştgiriya xwe vê tenêtiya trajîk ji holê rakin û nehêlin careke din malbateke şehîdekî bi dîmenên tenêtiyê derkeve pêşberî xelkê! Heger dîmenên bi vî rengî derkevin holê, ev eyba me ye! Beriya ku em helahela bikin û van dîmenên bi vî rengî parve bikin, heya ji me were divê em nehêlin li Kurdistanê malbatên şehîdan bikevin rewşa tenêtiyên trajîk. Divê ev dîmen ji me re bibin dersên mezin û em dagirkerên xwe baş nas bikin û bi malbatên şehîdên xwe re li ber xwe bidin. Her wiha divê em ji xwe bipirsin, di vê sedsala hestûyan a kambax de tenêtiyên trajîk çima tim para me Kurdan in?

 

‘Diyarbekir bi sere min de hat xwarê!’

Jixwe dema min li axaftinên bavê şehîdî guhdarî kir, ez bêhtir xemgîn bûm. Wiha digot, “7 salên ku ez li pey hestûyên lawê xwe geriyam, weke roja ku hestûyên wî di nav telîsekî de dan destê min, li zora min neçû! Ez beecîm û min got, ‘Diyarbekir bi serê min de hat xwarê!’” Yanî heger me ew bi tenê nehişta û piştgiriya xwe jê kêm nekira, belkî wî ev gotin nekira û ruhê wî aramtir bibûya. Lê me jî bi qasî dewletê “Diyarbekir bi serê wî de anî xwarê!” Dizanim bavê şehîd bi vê gotinê îşaret bi zilma dewletê û vê nêzîkatiya hovane dike, lê dîsa jî diviyabû ev tenêtiya trajîk ya ne kêmî heqaretê, nebûya para wî. Em heqareta dewletê dibînin û rexne dikin, ev tiştekî baş e, lê divê em weke civak heqaretên xwe jî bibînin û tenê bi parvekirina dîmenan vê heqaretê ji ser xwe navêjin! 

Axir divê hin tişt li zora me jî herin! Yanî divê dîmenên wiha zorê bidin wijdanê meriv û ew wijdan meriv ber bi nerazîbûnekê ve bibe. Belkî bi vî awayî dawî li van tenêtiyên trajîk werin. Nexwe ev sedsala hestûyan ya naletî wê ruhê me pirr biguvêşe!

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.