Sedr wê li dijî her namzetî be

În 29 Tîrmeh 2022 - 22:36

  • “Tevî li dijî namzetê Çarçoveya Hemahengî êrişî parlamenê hate kirin, lê Çarçoveya Hemahengî di namzetiya Mihemed Şîa el-Sudanî ya ji bo serokwezîrtiya Iraqê de bi israr e.”

Serokê Eniya Hîkme Emar Hekîm derbarê xwepêşanderên ketine avahiya Parlamena Iraqê de axivî û got; “Tevî li dijî namzetê Çarçoveya Hemahengî êrişî parlamenê hate kirin, lê Çarçoveya Hemahengî di namzetiya Mihemed Şîa el-Sudanî ya ji bo serokwezîrtiya Iraqê de bi israr e.”

Emar Hekîm got, pirsgirêka Tevgera Sedr, ne tenê el-Sudan e û wiha dewam kir: “Pirsgirêk avakirina Hikûmetê ya bi destê Çarçoveya Hemahengî ye, ji ber ku namzetekî din jî were nîşandan, ew ê heman helwêstê nîşan bidin.

Xwepêşandan mafê welatiyan e, lê nabe ji ber her xwepêşandanek helwêst yan jî namzet werin guhertin. Ji ber ku ev namzet, di encama lihevkirina di navbera aliyan de hatiye nîşandan.”

Emar Hekîm dawiyê de jî got; “Êrişkirina ser avahiya parlamentoyê xirab e, ev bûyer ji çarçoveyên qanûnî jî bihuriye.

Pêwîst bû hêzên ewlekariyê rê li wan girtibane, lê hêzên ewlekariyê jî ji bo rêgiriyê ne cidî bûn.”

Hêjayî gotinê ye, ev zêdetirî 9 mehan e ku hilbijartinên pêşwext yên Iraqê pêk hatine, lê ne serokkomar hatiye hilbijartin, ne jî hikûmet hatiye avakirin.  

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.