Sedema krîzan tecrîd e

Sêşem 14 Gulan 2024 - 00:53

Ji Rêveberiya TUHAD-FED’ê Sebahat Bîçer diyar kir sedema hemû krîzên li Kurdistanê û Tirkiyê tecrîda li ser Rêber Ocalan e k udi her kesî geriyaye, berxwedana li zindanan bi bîr xist û got ew ê jî duşem û şemiyan ji daxwaza girtiyan re bibin deng.

Girtiyên siyasî 27’ê Mijdara 2023’yan bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” greva birçîbûnê ya bidem-dorveger dabûn destpêkirin. Di 4’ê Nîsanê de çalakiya xwe veguherandin boykotkirina dadgehan û biryar dan ku wê hevdîtinên bi telefon-malbatê re pêk neyînin. 

Ji bo desteka li berxwedana zindanan a bi armanca rabûna tecrîda li ser Rêber Ocalan, xizmên girtiyan li gelek cihan li ber girtîgehan çalakiya “deng bide azadiyê” dan destpêkirin û wê her roja Duşemê daxuyanî didin.

Tecrîd di her kesî geriyaye

Ji rêveberiya TUHAD-FED’ê Sebahat Bîçer bal bire ser berxwedana li zindanan û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, diyar kir ku tecrîd berbelavî her kesî bûye û got,“Hevdîtin bi Birêz Ocalan re nayê kirin, ev jî dibe sedem ku krîzên heyî mezintir bibin. Pêşî li hemû xebatên ekonomîk, ekolojîk, siyasî û çandî digire. Xwezaya me tê tunekirin, gel mehkûmî xizaniyê tê kirin. Lewma destpêkê ji bo ev pirsgirêk û krîz hemû bi dawî bibin, divê destpêkê tecrîd bi dawî bibe. ‘’

Her duşem û şemiyê çalakî

Bîçer destnîşan kir ew ê li gel malbatan çalakiyan bikin û got,’’Girtiyên siyasî bi mehane bi vê daxwazê gelek çalakiyan dikin. 27’ê Mijdarê dest bi greva birçîbûnê ya bidem-dorveger kirin û piştî bi dawîbûna grevê, biryar dan ku dernekevin dadgehê, hevdîtinê pêk neyînin û mafê xwe yê telefonê bi kar neyînin. Piştî wê jî weke federasyon me bi malbatên xwe re biryar da ku her roja Duşemê li ber girtîgehan daxuyaniyê bidin û roja Şemiyê jî li ber Wezareta Dadê bin.”

AKP ji aştiyê ditirse

Sebahat Bîçer bi domdarî got,’’ Em bi desthilatdariyeke wisa re rû bi rû ne ku hewl dide li her qadê me tengav bike û bêçareserî bihêle. Tam ji ber van sedeman jî divê tecrîd rabe. Hemû cîhanê dît ku fikir û nêrînên Birêz Ocalan wê li vî welatî çi biguherîne. Her kesê hêza wî ya aştiyê dît. Desthilatdariya ku ji aştiyê ditirse, ji bo astengkirina yekbûn û hêviya gel her tiştê dike. Jin, ciwan û zarokan bêsiberoj dihêle û mehkûmî bêhêvîtiyê dike.”

Dijî tecrîdê em rabin

Sebahat Bîçer destnîşan kir ku divê gel li dijî tecrîd, polîtîkayên şerê taybet rabe ser xwe, ji girtiyan re bibin deng:’’Divê em jî li dijî tecrîdê li ser piyan bin. Em bang li hemû malbatên girtiyan, xizmên wan; hemû kesên alîgirê demokrasî û aştiyê dikin. Beşdarî daxuyaniyên me bibin ku her roja Duşemê em ê li ber girtîgehan bixwînin. Bi me re dengê xwe bilind bikin. Heta ku tecrîd bi dawî nebe, ev çalakî jî bi dawî nabin.’’

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.