Sê kodên sînemaya Kurdî: Sînor, welat, mirin

Nûçeyên Çand/Huner

duşem 29 hezîranê 2020 - 13:43

  • Gava em di peywenda sînemaya Kurdî de li meseleyê binihêrin û biya min Yilmaz Guney sînemaya Kurdî daye destpêkirin, filma Rê diyarker bûye. Gava di warê dîtbarî de em berê xwe bidinê, em dikarin bibêjin wî estetîka sînemaya Kurdî pêk anî.

DÎLAN KARACADAG

Nivîskar û derhêner Soner Sert par di kitêba xwe ya bi navê “Devletsiz Bir Ulusun Sineması (Sînemaya miletê bê dewlet)” de cih dabû 10 filmên pênc derhêneran. Pê jî hewl da kodên sînemaya Kurdî yên sînor, welat û mirinî bixwîne, şirove bike. Wî got, xwendineke bi vî rengî ya sînemaya Kurdî tercîha wî bi xwe bûye.
Bi ya wî di sînemaya Kurdî de hêmanên diyarker ji bo binavkirina wê hene, lê her kes bi yek formulê bi heman rengî bersiva pirsa ka ev kîjan hêman in nade. Soner Sert li ser mijarê wiha dewam dike: “Bi ya min serê pêşî ekîba afirîner a filmeke ku weke ya sînemaya Kurdî bê dîtin, Kurd be. Ya duyê, rastiyeke çandî, civakî, siyasî û aborî ya hezarê salan a Kurdan heye. Ev rastî nexasim di vê sedsala dawiyê de gelekî guherî, veguherî. Hem diwarê civakî û hem jî di peywenda çandî de veguherîna jiyana Kurdî bi xwe re hin encam jî anîn. Bi ya min xisleta vê ya herî darî çav jî di peywenda pirsa welat de tişta tê serê Kurdên ku li nav sînorên dewletên cihê dimînin… Meseleya welat/bêwelatîbûn bi ya min di sînema Kurdî de veguheriye temsîlekê, û bi rêya filman jî ji nû ve tê hilberandin. Ji bilî vê, di kodên din ên dîtbarî derdikevin pêş: ya pêşî sînor e, ya din jî mirin.”

Sînor û temsîla wî
Ji bo sê kodên sereke yên estetîka sînemaya Kurdî ku ew weke sînor, welat û mirin bi nav dike, Soner Sert dibêje, “Hûn bala xwe bidinê, di filmên Kurdî de bi awayekî eşkere gelek caran dîtbariya sînor yan jî tiştekî temsîla sînor dike tê dîtin. Elaqeya vê yek ser bi meseleya welat re heye. Jixwe sînor encama yekser a vê meseleyê ye. Mirin jî encama wan tiştên nexasim jî vê sedsala dawî di warê aborî, civakî, siyasî û çandî de hatî serê miletê Kurd e. Hema hema ji her malê kesekî ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest daye. Ji ber wê bi ya min ev hersê kodên dîtbarî sînemaya Kurdî pêk tînin. Di kitêbê de min hewl da rave bikin, di filmên Behmen Qobadî, Hiner Salim, Huseyin Karabey, Kazım Oz, Şewket Emîn Korkî û derhênerên wekî wan de mirov dikare van kodan bibîne.”

Ekîba hilberîner û hêmanên estetîkê muhim in
Li ser meseleya zimanê filmekê û têkiliya wê bi diyarkirina nasnameya wê weke beşek ji sînemaya Kurdî jî ew dibêje, “Ziman helbet muhim e. Lê belê mirov tenê di ser zimên re hewl bide estetîka filmekê terîf bike, ev dibe ku kêm be. Mesele bi ya min Yilmaz Guney di filma Rê (Yol) de bi karakterê Omer ê di filma Rê (Yol) de ev kodên dîtbarî yên min behsa wan kir hemû dan destpêkirin. Lê filma Yol ne bi Kurdî ye. Li vir bi ya min divê mirov estetîka filmê, nirxên ew nûneriya wan dike û kodên dîtbarî yên ew bi kar tîne li pêş bigire. Bi heman rengî ez dikarim filma Gitmek (Çûn-2008) a Huseyin Karabey jî nîşan bidim. Ji bilî Kurdî bi Tirkî, Farisî, Ingilîzî jî diyalog hene. Herî zêde ji sedî 20´ê diyalogan bi Kurdî ne. Lê belê ji ber kodên li jor min behsa wan kirî bi kar anîne û ji ber ku ekîba hilberîner Kurd e, bi ya min ew mînakeke bijarte ya sînemaya Kurdî ye.”
Kitêba wî di nava 6 salan de derketiye holê. Li ser awayê nivîsandina kitêba xwe ew dibêje, “Min kodên dîtbarî diyar kirin û piştre film neqandin. Yanî di warî teorîk de karê min rehet bû. Min pênc kesên li gorî kodên min diyarkirî neqandin û hewl da deh filman ji hev derêxim.

Dibistana Yilmaz Guney
Soner Sert ji bo Yilmaz Guney dibêje, “Li gorî min Yilmaz Guney sînemaya Tirkiyeyê dikir. Lê gava wî ev dikir, wî filmên ku Kurd tê de li pêş bûn jî çêkirin: Seyyit Han, Endîşe, Kerrî (Suru) û Rê (Yol) hin ji van in… Nexasim ji bo Kerrî dibêje, gotina dîroka miletê Kurd.
Gava em di peywenda sînemaya Kurdî de li meseleyê binihêrin û bi ya min Yilmaz Guney sînemaya Kurdî daye destpêkirin, filma Rê diyarker bûye. Di ser karekterê Omer ê kolber re, wê tabeleya em hemû pê dizanin tîne ser ekranê – welat/bêwelatî – karekter kolberiyê dike – sînor – û cenazeyê birayê wî yê diavêjin pişta traktorekê – mirin – ; gava di warê dîtbarî de em berê xwe bidinê, em dikarin bibêjin wî estetîka sînemaya Kurdî pêk anî.
Lê Yilmaz Guney ji bilî vê jî faktorekî pirr bi tesîr bû. Ew bi senarîstî, derhênerî, çîrok, roman, têkoşîna xwe ya siyasî û aktoriya xwe dibistanek e.”

Soner Sert kî ye

Soner Sert li Zanîngeha Marmara beşê Hunerên Bedew xwendiye û paşê li Zanîngeha Dokuz Eylul a Izmîrê li beşê Sînemayê lîsansa xwe ya bilind kiriye. Malbata wî ji Batmanê koçberî Izmîrê bûye. Heta niha wê 8 kurtefilm çêkirine û 3 kitêb derxistine. Ew beşdarî 400 festîvalan bûye û li Tirkiyeyê û derveyî Tirkiyeyê 60 xelat wergirtine.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.