- Bêguman her bihosta axa welatê me, girîng e, lê gelek rastiyên me, nalîn û şîna pêşiyên me veşartine.
Bêguman her bihosta axa welatê me, girîng e, lê gelek rastiyên me, nalîn û şîna pêşiyên me veşartine. Ev cihgeha Dêra Nado Bado hê ji xwînê têr nebûye, ji bo dîroka me gelek girîng e, dîroka bi hezaran salan lê veşartiye. Rastiya baweriyan jî li vir zelal dibe.
Xiristiyanan kilîsê xwe bi giranî li ser Mîrgehên (atêşgedeh, adirgan) baweriyên Kurdistanî, Mislimanan jî mizgeftên xwe li ser kilîseyan ava kirine. (Ez peyva “dêrê” ji bo kilîseyan bi kar naynim.) Ya diduyan, dema Rûs vê herêmî dagir dikin, vî gundê Sê Kilîseyan û Kilîseya wê bi giranî wek navendeke êrişan bi kar tîne. Li gel Rûs û Osmanî, di şeran de ji bo serdestiyên xwe Kurd û Ermeniyan li hev sor dikin, ev jî dibe sebebê komkujiyan. Ji wê, di wê serdemê de gelek Kurd jî ji ber êrişan koçber bûne, ta hetanî Çorum, Amasya û Sînopê çûne. Dema ez li Çorimê mamoste bûm, min bi xwe bi kurdiya wir li çîrokên koçberiyê ji mezinên wir guhdarî kiribû.
Ermeniyan navê mîrê xwe “Bagavan” li vî gundî kiriye. Anegorî nivîskarê Kurd Ehmedê Mirazî, Kurdan ji vir re “Dêra Nado-Bado” gotiye.
Komara Tirk jî navê vir kiriye “Taşteker”. Ev gund bi qasê 18 km li rojhilatê Avekevir (Tasliçayê) e, li ser rêya Agirî û Bazîdê ye. Ev rêyeke gelek kevn e, ta berê mîladê jî wekî rêya karwanan hatiye bikaranîn. Avekevir berê tenê cihgeheke Kurdan bû, lê dû re koçberên Azerî anîn, kirin wir û navê wir guherîn kirin Taşliçay.
Em dîsa vegerin ser kilîseyên li vir, xwerû jî di nekropola vir de hin bermayiyên serdema Hesin hatiye dîtin, ango di dema Xaldiyan de jî bajarokek bûye, lê em nizanin ka Xaldî/Urartuyan ji vir re çi gotiye. Belê nîşaneyên perestgehên xaldiyan lê hene. Lê mixabin ku di ti kevalê de jî behsa wê nehatiye kirin. Bes baş tê zanîn ku Serwerê Sasaniyan, Ardaşesê Yekem di sedsala diduyan ya Berê Mîladê de li ser hîmên wê perestgeha Xaldiyan Atêşgedeh/Mîrgeh û bi wê ve girêdayî, dêreke (cihê perwerdeya zerdeştiyan, ew jî bûye bingehê manastiran) perwerdehê ava dike, ev di pirraniya belgehan de heye. Muşex Mamigonyan Bagavanê mîrê Ermeniyan di sala 371´ê Piştê Mîladê de bi piştgiriya Bîzansan li hember hêzên Îranê bi ser dikevin û wê atêşgedehê xweber diguhezîne Kilîseyê û Dêra li dor wê jî dike manastira Xiristiyaniyê. Hê jî beşeke dîwarên wê, dîwarên atêşgedehê ne. Dîwarên dû re hatine lêkirin, weke belekiyekê maye. Di hin daneyan de tê ragihandin ku hin êlên heremî (Kurd) jî wê serdemê Xiristiyaniyê dipejirînin û tevê Ermeniyan dibin.
Hêjayê gotinê ye ku mirov bibêje; li ser her cihê dîrokî, xweber çîrokên li ser wê dîrokê di bîra gel de hatine hûnandin. Bi hezaran salan e, li vir tê bawerkirin ku gorna Uta Na Pîştîm (Nuh Pêxember) jî li vî gundî û nêzîkê Sê Kilîseyan, yan jî Atêşgedeha Ardaşes e, Lew re ji dema Xaldî / Urartuyan ta xwediyên vê cihgehê yên îro, ev bawerî her dijî. Ji wê, hin cihgeh hene, ew weke ziyaret hatine avakirin. Bes tenê çîrok e, ne tiştek din e.
Di dema Osmaniyan de ji navendên Ermeniyên Ortodoks, yên herî girîng yek jî ev der bû, keşeyên wê ji aliyê Patrîkxaneya li Stenbolê ve bi erêkirina padîşahên Osmanî dihat şandin. Ev Kilîse ji ber ku li ser rêya dîrokî bû, di nava nivîsên gelek geştîgerên ewrûpî de jî behsa wê tê kirin. Mînak Geştîgerê Fransî Pierre Amadee Jaubert, her wiha di nava nivîsên Evliya Çelebî de jî agahiyên li ser vê kilîseyê hene.
Em dibînin dîrok çiqas hatiye tevlihevkirin, xwerû jî cihê ku tiliya Osmanî û Rûsan di nav de, tenê xwîn, şîn û ruxandin lê heye. Hima mînaka Karabaxê. Tirkan û Rûsan Azerî û Ermenî li hev sor kirin, komkujî pêkanîn û li ser wê xwînê gihîştin armancên xwe. Hima bigire, di hemû komkujiyan de wisa ye, cehşan dibînin, wan bi formên cuda bi kar tînin û di dawiyê de jî dest didin ser. Bi hêviya em bikanin ji dîrokê fêr bin, her wiha dîroka xwe nas bikin. Hetanî mijareyeke din, bimînin di nava xêr û xweşiyê de.
parvê bike
Nivîsên Melîk AYKOÇ
Keleha Argûnê
18 teşrînê
Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê
Kavilên Mendekê
4 teşrînê
Keleha nav giran/Girêdirikê
28 cotmeh
Keleha Gulşahê
21 cotmeh
Kavîlên Misûrya / Eleşkirt
14 cotmeh
Keleha Sarê
7 cotmeh
Keleha Haremî
30 îlonê