Şaredariyê rêgiriya PDK’ê pûç kir

Yekşem 17 Tîrmeh 2022 - 22:18

  • Hevşaredarê Mexmûrê: Beriya rêgiriyê, Hikûmeta Herêmê tenê fona karkeran dida, xwest bi ambargoyê karê şaredariyê bide rawestandin. Lê me wek şaredarî, bi xizmeta xwe û projeyên xwe yên ji bo xelkê penaber, rêgirî û ambargoya PDK’ê pûç kir.

IDRÎS KARA / MEXMÛR

Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li qontara çiyayê Qereçox a di nava sînorên navçeya Mexmûr a ser bi parêzgeha Musilê ye. Li wargehê qederê 12 hezar welatiyên ji Bakurê Kurdistanê yên ku sala 1994’an ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk neçar mane koçberî Başûrê Kurdistanê bibin, dijîn.

Li ser Wargeha Mexmûr li gel êrişên dewleta Tirk, ev sê sal in rêgiriyeke PDK’ê heye. Rêveberiya PDK’ê di 17’ê Tîrmeha 2019’an de ambargo danî ser wargehê û rê neda ku ti kes ji wargehê biçe Hewlêrê. Ji ber vê rêgiriyê, bi dehan nexweşên rewşa wan giran, nekarîn biçin Hewlêrê. Rojekê piştî wê, 18’ê Tîrmeha 2019’an balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk, wargeh bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 kes ji xelkê wargehê birîndar bûn. 

Tevî rêgiriya PDK’ê, xelkê wargeha Mexmûrê berxwedaneke bêhempa meşand. PDK´ê karker ji karê wan derxistin, nehêla xwendekar biçin zanîngehê, heta bi nexweşên giran jî nekarîn biçin Hewlêrê, lê xelkê Mexmûrê rêgiriya PDK’ê pûç kir. Bi taybetî saziyên di wargehê de li dijî ambargo, êriş û rêgiriya PDK´ê li ber xwe dan û nehêlan valehî bikeve nava kar û xebatên wan. 

Yek ji saziyên PDK li bendê bû herî zêde ji rêgiriyê bandorê lê bike, şaredariya wargehê bû. Ji ber ku şaredariya wargehê girêdayî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû, PDK li bendê bû ku êdî ti kar û xebat neyên kirin. Beriya rêgiriyê, şaredariya wargehê girêdayî Hikûmeta Herêmê bû, lê wê demê jî ti projeyên şaredariya Mexmûrê ji aliyê hikûmetê ve nedihat çêkirin. Derbarê bandora rêgiriya PDK’ê ya li ser wargehê, kar û xebatên şaredariyê, projeyên piştî rêgiriyê, piştî rêgiriyê çi kar hate kirin, em bi hevşaredarê wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Bedran Pîran re axivîn.

‘PDK’ê peyman betal kirin’

Bedran Pîran destpêkê da zanîn ku piştî PDK’ê rê li wargehê girt, wê peymanên di navbera wan û hikumetê de hemû jî betal kirine. Pîran got, jixwe beriya rêgiriyê jî titşek ji bo wan nedikirin, tenê fona karkerên di şaredariyê de di xebitîn, dihate şandin. 

‘Bi alîkariya xêrxwazan mûçe didîn’

Bedran Pîran da zanîn ku bi giştî 52 karmend di şaredariyê de dixebitin, hinek ji wan di beşa ceyran, paqijî, av, zabite, kargeh, park û di beşa wesayîtan de kar dikin. Pîran li ser pirsa ‘Hûn çawa mûçeyê karmendên xwe didin’ jî got, “Heta sala 2021’ê Iraqê mûçeyê me dida Hikumeta Herêmê, wan jî radestî me dikir. Piştre jixwe peyman hemû betalkirin, lê piştî rêgiriyê, em bi xwe, xwe fînanse dikin. Em bi rêya xêrxwazên ji derve û alîkariya miletê xwe, pêşwazî li pêwîstiyên xwe dikin. Bi alîkariya ji derve re, em mûçe didin karmendan jî.”

Rêgiriya PDK’ê kar betal nekirin 

Hevşaredar Bedran Pîran di dewamê de behsa karên şaredariyê yên piştî rêgiriyê kir û ght, “Ji sala 2012’an ve şaredarî ser bi Hikûmeta Herêmê ve bû, lê ti proje nehat kirin û ti pêngav ji aliyê hikûmetê ve nehat avêtin.

Hikûmetê projeyên şaredariya wargehê pêk nedianî, tenê fona karmendên şaredariyê dihate dayîn, jixwe, ew jî Iraqê dida wan. 

Di nava 3 salên piştî rêgiriya PDK’ê de, 20 hezar metreyên bi çarçik rê hate çêkirin, zêdetirî 8 hezar metreyî cogên avê yên di nava kolanan de hatin çêkirin. Parkên me yên nîvcomayî hatin çêkirin û heşînkirin. Herwiha me parkeke din jî di wargehê de çêkir, di beşa elektrîkê de me gelek nûbûn çêkirin. Nêzî 800 metre boriyên avê ji bo wargehê hate kêşan. Me ev kar û proje hemû bi xwe çêkirin, bi alîkariya xêrxwaz û gelê xwe me ev çêkirin.”

Proje hîna gelek in 

Pîran got, hîna gelek kar û projeyên wan hene: “Di destê me de hîna gelek kar hene, gelek rêyên di nava wargehê de nehatine çêkirin, gelek xetên avê hene, li hinek taxan divê xetên ceyranê werin kêşan, em niha bi wan re mijûl in. Lê ev karên me hemû, em bi îmkanên xwe çêdikin, tevî rêgiriyê jî me karê xwe nedaye rawestandin.”

‘Soz dane, lê nekirine’

Li ser alîkariya Iraqê Bedran Pîran got; “Piştî rêgiriyê hewldanên me yên bi Iraqê re çêbûn, gelek soz dane ku projeyên me pêk bînin. Lê heta niha tiştek di pratîkê de pêk nehatiye, di demên dawî de di warê av û ceyranê de hinek nîşanên erênî hene, lê hîna tiştek nebûye. Heta niha ji şaredariyên herêmê û Iraqê jî ti alîkariyek ji bo me nehatiye. Jixwe, rewşa wan jî diyar e, çi ji ber gendeliyê be yan jî ji qeyrana dibêjin be, bi xwe nikarin mûçeyê karmendên xwe bidin.” 

Xizmeta me ji ya wan berçavtir e

Bedran Pîran xizmetên şaredariya xwe û ya navçeyên li dewr û berê li ber hev girtin û got, “Dema em tênin beramberî hev, xebatên şaredariya me ji yên wan baştir in, niha xizmeta em dikin, ji ya şaredariya navçeya Mexmûrê ya ser bi Mûsilê gelekî berbiçavtir e. Biçin lê binêrin, di her warî de pêşî li paqijiyê binêrin, gelek ferq e.

Ji ber ku şaredariyên herêmê tenê li berjewendiyên xwe difikirin, lê em di xizmeta cemaweriyê û gel de ne, em şaredariya gel in. Ji ber wê, ji bo wan xizmeta ji bo gel ne xem e, tenê dizî û gendelî li gel wan heye.

Wek nimûne, niha wargeha me, meclîsa me dibistanek amadeyî ji bo xwendekaran çêdike. Ev dibistan jî ne bi alîkariya hikûmetan çêdibe, hemû bi alîkariya xêrxwazan e. Di vê derê de jî em hene, em çi bi karmend, wesayît, av û ceyranê be, alîkariyê didin çêkirina dibistanê.”

Ji bo xelkê ceyrana erzan peyda dike

Li Iraq û Herêma Kurdistanê her amperek ceyranê ya motorê bi 17 hezar û 500 heya 22 hezar dînarî ye. Lê li wargehê her amperek bi 5 hezar dînaran e. Li ser vê yekê jî Bedran Pîran got; “Piştî rêgiriyê ji xwe mazota ji bo motorên semtan jî hate qutkirin. Bê guman wê demê jî me ji hikûmetê dikirrî, lê bi pereyekî kêmtir ji derve. Em niha rojê 5 saetan ceyrana motorên semtan ji bo gelê xwe berdidin, carna ceyrana giştî yanî ya hikumetê nayê, em saetên zêdetir pêdixin. Li Iraq û Herêma Kurdistanê ampêrek ceyranê heta bi 22 hezar dînarî ye. Lê li gel me ne wisan e, em serê empêrekê 5 hezar dînar ji malbatên xwe werdigirin.

Em di vê mijarê de û xizmetên din de ne li pey feydeya xwe ne, em li malbatên xwe difikirin. Perê tê wergirtin jî, tenê mesrefeke piçûk pêşwazî dike.”

Xizmeta niha ji ya hikumetê zêdetir e

Hevşaredar Bedran Pîran dibêje, niha xizmetên wan ji yên hikûmetê zêdetir in: “Me wek şaredarî beriya rêgiriyê jî xizmeta miletê xwe dikir, piştî wê jî me dewam kir. Piştî rêgiriya 3 salan ya PDK’ê xizmeta hatî kirin, ji beriya rêgiriyê gelek cuda ye. Ji ber ku beriya rêgiriyê hikûmetê ti proje qebûl nedikirin, lê em niha bi hewldanên xwe û miletê xwe, xebata xwe dimeşînin. 

Me bi xizmeta xwe ya piştî rêgiriyê, ambargoya PDK’ê bi temamî pûç kir. Dixwestin bi rêgiriyê me bifetisînin, saziyên me hemûyan tine bibin, lê me wek şaredarî bi alîkariya miletê xwe û xêrxwazan ev rêgiriya PDK’ê pûç kir.” 

‘Destê alîkariyê dirêjî me bikin’

Hevşaredarê wargeha penaberan a Mexmûrê, Bedran Pîran di dawiyê de bang li karsazên Kurd ên derveyî Kurdistanê jî kir da ku alîkariyê bi wan re bikin: “Em bang li miletê xwe, bi taybetî karsazên xwe yên derveyî welat dikin, heger bikaribin, bila zêdetir destê alîkariyê dirêjî şaredariya me bikin. Bi alîkariya we em ê karibin xizmeta miletê xwe bikin. Me di nava vê penaberiyê de gelek rewşên xirabtir dîtin, êdî em her tiştî dibînin, hikûmetek bi navê Kurdî, ambargoyê datîne li ser Kurdan. Divê gelê me van kiryarên PDK’ê ji bîr neke.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.