Sara Omar Firmêsk e

Nûçeyên Çand/Huner

În 29 Çile 2021 - 02:00

  • Nivîskar Sara Omar dayika “keçeke qetilkirî” ye; ji bo wê nivîs ne “xewnek” e; ew bi kurtî dibêje, “Ez wê weke bangeke pîroz dibînim, ji ber ku min her tişt bi qurbana wê kir.” 

Ji bo jinên Misilman wê gelek tabû şikandin, lê serpêhatiya wê ji romana wê balkêştir e. Wê di nexweşxaneyeke psîkyatriyê, piştî ku gelek caran hewl da xwe bikuje, di romana xwe ya pêşî Mirîşo de wê serpêhatiya Firmêskê nivîsî. Em behsa Sara Omar dikin; jinan Kurd a ji Silêmaniyê. Ew îro 35 salî ye, lê di 15 saliya xwe de wê tevî malbata xwe berê xwe daye Danîmarkayê. Di nivîsên xwe yên edebî de ew behsa şidet û neheqiyê dike; ew şidet û neheqiya li ser navê Îslamê li jinan tê kirin.   

Sara Omar ê li paytexta Danîmarkayê Koenhagenê ji ajansa nûçeyan a Fransî AFP’ê re wê got “Min tabû şikandin, gava ku min nivîsî û ez peyivîm li ser wan tiştan yên ku diviya bû mirov his û kerrênê ji xwe neke, lewma gelekî bi tehlûke ye mirov behsa wan bike. Lê, heger ez nekim, naxwe kî wê bike?”

Romana wê ya destpêkê “Dødevaskeren (Mirîşo)” li Danîmarkayê bêhtirî 100 hezar nusxeyan firot. Kitêb par bi Ingilîzî jî hat weşandin û niha jî bi Fransî derçû. Lê romanê li welatekî serjimara wê tenê 5,8 milyon, 100 hezar nusxe firotibûn. Yanî bû yek ji romanên herî serketî yên Danîmarkayê.

Li dijî şideta beramberî jinê 

Sara Omar di nivîsên xwe de û di axaftinên xwe yên li raya giştî vekirî de behsa sûc û eziyeta li dijî jin û zarokan dike: destavêtin, miameleya xirab, ji ber qaşo namûsê kuştina jin û mêran. Gava wê behsa van mijaran kir, berdêleke ku bide jî hebû: ji ber gefan ew niha tê parastin. 

Sala 2017’an romana wê ya best-seller serpêhatiya Firmêskê dibêje. Firmêsk jî weke wê li Silêmaniyê hatiye dinê. Sala 2016’an li nexweşxaneyekê ew ji jineke din a ciwan a Kurd re behsa hewldanên xwe yên azadiyê û kontrola bê hed û hidûd a bavê xwe dike. Ji bo gelek jinên Misilman ên li welatên Skandînavyayê de mirov vê rewşa jinên Misilman dibîne.
Sara Omar ji bo kitêbên xwe dibêje, “Kitêbên min di nava jinan de, nexasim jî jinên ji civakên Misilman ên li Skandînavyayê de tevgerek da destpêkirin; ji ber ku ew xwe di nava karakterên romanên min de dibînin.”

Jineke 45-50 salî gava behsa serpêhatiya xwe kiriye, kiriye ku Sara Omar bigirî; “Ew ber bi min ve hat û bi pistepist di guhê min de got, mala te ava, tu bûyî dengê me.”

Sara bi xwe jî weke qehremanên romanên xwe berxwedêr û têkoşer e. Hîna zarok, apêkî wê dest avêtiyê. Haya wê baş ji bûyerên hatine serê wê heye. 

Reqsvana Ezmanan (Skyggedanseren) 

Ew û qehremana xwe dişibin hev

Ew gava 15 salî diçe Danîmarkayê bi salan di kampên penaberan de dimîne. Û di reng û dirûvê wê de jî tiştekî wê û qehremanên wê ya hevpar heye: di nava poreke qîr-reş de xelekeke spî heye.

Ew 21 salî hatiye zewicandin û dayika keçeke “hatiye qetilkirin” e. Wê li nexweşxaneyeke psîkyatriyê dest pê kiriye û serpêhatiye Firmêskê di romana Mirîşo de nivîsandiye. Piştî ku çend caran hewl dabû xwe bikuje, ew ketibû nexweşxaneyê. 

Ji bo wê nivîs ne “xewnek” e; bi kurtî dibêje, “ez wê weke bangeke pîroz dibînim, ji ber ku min her tişt bi qurbana wê kir.” 
Ew di dînên semawî hemûyan de aliyekî ronî û aliyekî tarî dibîne: “Di Îslamê de jî ev aliyê tarî heye, lê cihê şiroveyê jî heye. Mesele ew e, ka kitêb [a pîroz] di destê kê de ye.” 

Ew her azadiya xweîfadekirinê diparêze: “Heta ku mirovên gefan li nivîskaran bixwin, û kesên ji bo bikaranîna gotinan têdikoşin, hebin, naxwe meseleyeke bê çareserkirin jî heye.”

Efsaneya Firmesk neqediyaye

Ji bo wê Firmêsk efsaneyek e; berga duyem a vê efsaneyê (Skyggedanseren) kir ku Sara Omar xelata Danîmarka wergire. Lê efsane bi dawî nebûye: “Min hîna serpêhatiya Firmêsk xilas nekiriye, lewma ew ne tenê zarokeke destavêtinê, jineke tepisandî ye; ew şervanek e û divê ez serpêhatiya wê ya mayî bibêjim.”

Ew niha mastira xwe di zanista siyasî de dinivîse. Ew di heman demê de kitêbên xwe werdigerîne Kurdî û Erebî. Ew ê wan weke nivîskar biweşîne da ku pêşiyê li sansura muhtemel bigire.

KOPENHAGEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.