Di çarçoveya rêzeçalakiyên meha çand û huner a Tevgera Mezopotamya ya Çand û Huner de, Koma Lêlonê şanoyek bi navê "Şewitandina giyanan" pêşkêş kir.
Bi dirûşmeya "Bi çand û hunerê neteweya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin û bi ser bikevin" Koma Lêlonê ya Şanoyê, şanoya bi navê "Şewitandina giyanan" pêşkêş kir. Di vê lîstikê de îşaret bi xewna vegera li bajarê Efrînê yê dagirkirî hate kirin.
Derhênerî û nivîsandina şanoyê Ednan Mistefa û Raperîn Hesen dikin. Lîstik îşaret bi azara koçberên li kampan dike, her wiha îşaret bi azara bajarê Efrînê dike, weke siyaseta koçberkirina bi darê zorê û guhertina demografiyayê bi destê dagirkeriya Tirk.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di Mihrîcana Yekta Herekol a dewreya 5’an a 3`yê Nîsanê de vê şanoyê xelata baştirîn nivîsên şanoyê wergirt.
Sibe li Qamişlo ji çalakiyên meha çand û huner, filmeke sînemayê li hola Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner tê pêşkêşkirin.
ANHA/QAMIŞLO