Salvegera rizgarkirina Şengalê

Çarşem 13 Mijdar 2024 - 00:07

  • Ji ser fermana Êzidiyan a ku di sala 2014’an de, bi destê DAIŞ’ê pêk hat, 10 sal derbas bû. Şengal, weke herêm xwedî grîngiyeke stratejîk e. Ji ber ku Iraq, Sûriye û başûrê Kurdistanê bi hevdu ve girê dide. Di sala 2003’yan de, di encama destwerdana DYE de dema ku deshilatdariya Saddam û rejîma wî a Baas hate rûxandin, rêveberiya welat bi awayekî xwezayî kete destê aliyên muxalif ên weke Şîa û Kurdan. Lê belê Mûsil, Kerkûk, Mexmûr, Şengal û Xaneqîn her tim wek ‘Herêmên bi nakok’ hatin binavkirin.

DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi awayekî hovane êriş bir ser civaka êzidî. Jin, mêr, kal, pîr û zarok bi hezaran kes qetilkirin û revandin. Bi sedhezaran jî ji cih û warê xwe koçber bûn. Di serî de jinên êzidî û tevahî civakê êşên mezin di vê fermanê de kişandin. Di 13’yê Mijdara 2015’an de Şengal bi berxwedaneke dîrokî ya 11 mehan hat rizgarkirin.

Ji ser fermana Êzidiyan a ku di sala 2014’an de, bi destê DAIŞ’ê pêk hat, 10 sal derbas bû. Şengal, weke herêm xwedî grîngiyeke stratejîk e.

Civîna Ammanê

Di 1’ê Hezîrana sala 2014’an de li Amman a paytexta Urdunê DYE, Erebîstana Suûdî, Tirkiye, Îsraîl, PDK û hin komên selefî ku DAIŞ jî di nav wan de, ji bo dîzayna nû ya herêmê civîneke krîtîk li dar xistin. Civîna Ammanê di wê pêvajoya Bahara Ereban de ya ku li Tûnisê dest pê kir û heta ber bi Misrê, Lîbya û Sûriye hat û xitimî bû, pêk hat.

Qirkirin dest pê kir

Di encama civînê de PDK ne li Şengal, ne li Mexmûr û ne jî li Kerkûkê bêyî teqandina fîşekekê ev qad radestî DAIŞ’ê kirin. PDK di çarçoveya berjewendiyên xwe yên malbatî û partî de Şengal terikand. Di encama vê de jî bi hezaran êzidî hatin qirkirin.

Rizgarkirina Şengalê

Ji vê demê bi derfetên gelek bi çeteyên DAIŞ’ê re şerekî dijwar pêk hat û li aliyê din jî ciwanên êzidî di nav refên Yekîneyên Berxwedaniya Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) de hatin birêxistinkirin ku karibin beşdarê berxwedanê bibin. Di vê pêvajoyê de avakirina hêzên parastina cewherî mîna YBŞ û YJŞ, bêguman di dîroka êzidiyan de qonaxeke girîng bû. Herî dawî di 13’yê Mijdara sala 2015’an de bi paqijkirina navenda Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê, qad tevahî hat rizgarkirin.

Rêxistina jinên êzidî

Li Şengalê meclîsên jinan di bin navê  Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de rêxistinbûyîna xwe ya xweser pêk anîne. Ev meclîs ku li her deverekê şaxekî xwe heye, ew cihên civakî ne ku jin dikarin li wan dera perwerde, rêxistinbûyîn, çalakî û xebatên xwe yên siyasî û civakî li dar bixin

Parastina civakê

Asayîşa Êzidxanê jî di pêvajoya sala 2016’an de hatiye birêxistinkirin. Ev saziya ku di ber ewlekariya hundirîn de berpirs e. Li her devereke niştîcehiyê, herî kêm navendeke xwe heye. 

Çand û huner

Xebatên çand û hunerê jî bi avakirina civakî re bi awayekî bi lez pêş ketiye. Di nav pêkhateya TEV-ÇAND a Şengalê de, di serî de di warê muzîkê de xebatên şano û govend û şaxên din ên çand û hunerê di nav hewildanê de ye. 

Xizmetên şaredariyê

Bi derbasbûna Xweseriya Demokratîk, li tevahî qadê saziyeke bingehîn a ku xizmetê dike şaredarî ne. 

Xebatên ragihandinê

Di van salên dawî de li qada Şengalê, xebateke din a ku hatiye kirin bêguman xebatên ragihandinê ne. 

Xizmeta tendirustiyê

Li qadê tenduristiya gel û her wiha aborî de jî ku xebatên bingehîn in, hewldana pêşxistina wan heye. Ji pêvajoya fermanê û heta roja me ya îro bê navber xizmeta tenduristiyê tê dayîn. 

Li dijî êrişan berxwedan

Ligel her cure zext û zordariyên PDK û Tirkiyeyê bi hezaran êzidî ji wargehên penaberiyê derketin û berê xwe dan cih û warê xwe. 

Parastina xwe bi xwe bikin

Civaka êzidî niha gotinên Rêber Abdullah Ocalan dixin meriyetê. Abdullah Ocalan demên borî derbarê civaka êzidî de wiha gotibû: “Bila êzidî bi xwe biryarê bidin, çawa bixwazin biryar a wan e. Min hîn berê jî ji bo parastina gelê Şengalê pêwîst e çi bê kirin gotibû. Pewîst e, parastina xwe bi xwe bikin.”

JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.